"Pêwîstiya dibistanan bi civaknasan heye"

Civaknas Hawnaz Aso da zanîn ku pêdiviya dibistanan û xwendevanan bi civaknasan heye û got: “Niha pêwîstiya dibistanan hîn zêdetir bi civaknasan heye.”

 
ŞINYAR BAYÎZ
Silêmanî- Sîstema perwerde û xwendinê ya ku niha li herêma Kurdistanê heye bandora çavdêran li ser xwendevanan heye. Civaknas Hawnaz Aso da zanîn ku zêdetir giringîdana perwerdeya kesî tenê zêdekirina zanyariyane, ji bo ev bi çanda civakî ya giştî re bibe yek û dewlemendiyek baş bide çêkirin pêdivî bi peyîwirdarkirina civaknasan li dibistanan heye.
“Hewceye civaknas li dibistanan bên peyîwirdarkirin” 
Civaknas Hawnaz Aso li dibistanek a bajarê Silêmaniyê nêzî 13 salin peyîwirê dike got: “Di salên derbazbûyî de erkê civaknasan gelek giran bûî ji ber pir nedihatin nasîn, bi demê re hinek ketin nava civakê û niha baştir bûye. Li tu dibistanan beş û wane ji bo civaknasan nedanîne ji bo bikarin bi xwendevanan re dinava peyîwendiyê debin û pirsgirêkên wana çareser bikin. Waneyên werzîş û hunerî ji aliyê mamostayên waneyên din ve tên dayîn. Xwendevanên amadeyî herçendî temenê wan jiyê seretayî mezintire, lê belê zêdetir pêwistiya wan bi hevpeyîvîna li gel civaknasan heye, ji ber di temenek hestiyar deye û hin zêdetir rastî pirsgirêkên civakî tên. Heta niha baweriya xwendevana tam bi civaknasan nayê û bi temamî behsa pirsgirêkan ji wan re nakin. Dayik û bav rolê serekene ji ber di wê demê de dema zarok xeletiyekê dikin, ger dayik û bav bi tirsîne, ew zarok nikare behsa pirsgirêkan ji bo malbata xwe û kesên din bike, bi hemûyan re tirs çêdibe. Lê belê ger hişyar bin û têbigihin erkê civaknasan çareserkirina pirsgirêkane, ji ber wê pêwîste pirsgirêkên xwe bi civaknasan re bînin ziman, paşê jî bi diyalogê dikarin pirsgirêkan çareser bikin.”