Pevçûnên li Sûdanê tedawiya zarokên bi penceşêrê asteng dike

Di dema ku bi hezaran kes ji ber pevçûnên di navbera Artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de di koçberiyê de ne, zarokên bi penceşêrê li navendên pençeşêrê ji ber zehmetiyên ku ji ber pevçûnan derdikevin nikarin bên dermankirin.

AYA ÎBRAHÎM

Sûdan – Li Sûdanê pevçûnên di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de didomin. Ji ber bandorên şer ên neyînî mirov di gelek qadên jiyanê de bi zehmetiyan re rû bi rû tên.

Li paytaxta Sûdan Xartûmê ku pevçûn bi dijwarî lê tê jiyankirin û eyaleta El Cezîre ya ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn xistine bin venêrîna xwe û pevçûnên ku li heremên cûda tên jiyankirin, dibe sedem ku zarokên bi nexweşiyên pênçeşêrê neyên dermankirin. Jinên ku ji ber pevçûnan ji cihê xwe dibin, her çiqas bikevin nav lêgerînê bê ka çawa mesrefta dermankirina zarokên xwe dabîn bikin jî, gelek ji wan bê encam dimîne. 

Ajansa me serdana navenda penageha Dawim Wad Hac a bajarê Marawî ya li bakurê welat kir. Li navenda stargehê gelek zarokên bi pençeşêrê hene ku yê herî mezin 12 salî ye. Nesîbe Ewed El Kerîm ji eyaleta Nîlê Spî ya li navenda Sûdanê behsa zehmetiyên ku hatine jiyîn kir.

Kurê wê yê 12 salî ji ber pevçûnan nikare tedawî bibe

Nesîbe Ewed El Kerîm jineke ji eyaleta Nîla Spî li navenda Sûdanê ye gihîşt bajarê Merwî li bakurê welat bi lawê xwe yê nexweşê penceşêrê û temenê wî 12 sal in dimîne ji bo dermankirina wî. Nesîbe Ewed El Kerîm dibêje: "Beriya du salan ji nakokiyan lawê min bi penceşêrê ket. Dermankirina wî li eyaleta Xertûmê bû. Piştî nakokiyên nîvê nîsana 2023'an û dijwarbûna şer li paytextê me berê xwe da bajarê Wid Medenî ya di bin kontrola hêzên piştgiriya lezgîn de û ji wir me berê xwe da Merwî. Me gelek azar di rêwîtiya koçberiyê de dîtin heta me dest bi dermankirinê kir ji ber pirsgirêka qutbûna iksîrê bi me re derket her wiha li kêlek vê yekê gelekî buha ye û lawê min gelek iksîran dibe. Dighêje 10 iksîran. Niha dermankirin sekinî ye ji ber iksîr peyde nabin."

Bijîşk Zeyneb Cabir ku bi xwe berpirseke di rêxistina "Em Hemû Nirx in" de ye ku balê dikşîne ser zarokên bi penceşêrê got: "Rewşa zarokên bi penceşêrê û kesên bi wan re gelekî xirab e bi taybet ew ji eyaletên cuda hatine û pêwîstiya wan bi cihê mayînê xwarin û pêwîstiyên zarokan bi xwarin dermankirin û carnan tehlîlên tibî û kartên çûn û hatinê heye. Nirxê iksîra kîmyewî gelekî buha ye her wiha danişînên radyolojîk û pereyên kiriya cihê mayînê jî. Rêxistina me piştgiriya zarokê nexweş ji 4 aliyên sereke de dike ew jî cihê mayîna tendirust, xwariniya dermankirinê, çûyîna ji nexweşxaneyê û ber bi nexweşxaneyê ve di hundirê eyaletê de, fêrkirin û piştgiriya derûnî dermankirin û lîstokan. Xelkên Sûdanê li hundir û derve alîkariyan pêşkêş dikin."

Enfal Mutesim yek ji keçên bi nexweşiya penceşêrê ye her wiha nexweşiya şekir jî pê re heye wiha qala nexweşiya xwe dike: "Carekê ez li dibistanê ketim û min guh neda vê yekê. Piştî demekê min dît ku ez bi nexweşiya penceşêrê me. Wê demê min dest bi rêwîtiya dermankirinê kir di navbera Kesla li Rojhilatê Sûdanê û Medenî paşê Merwî ji bo ez iksîrên ku nayên peydakirin bibim. Heta niha 10 danişînên min mane."