‘Pevçûnan jiyana me serûbin kir’

Jinên Yemenî bi gotinên; “Şer û pevçûnan jiyana me serûbin kir" behsa rewşa dijwar a piştî zêdebûna aloziyê dijîn kirin û dan zanîn ku jiyana wan bi koçberî, nexweşî û nebûna perwerdeya zarokên wan hatiye dorpêçkirin.

REHMÊ ŞANZÛR

Yemen – Her ku pevçûn li Taiz û deverên din gur dibin, bi hezaran malbat neçar dimînin birevin, mal û çavkaniyên xwe yên debarê li paş xwe bihêlin. Jin û zarok li cihên koçberiyê bi şert û mercên dijwar re rûbirû dimînin, kêmbûna xizmetên tenduristî, perwerde û xizmetên bingehîn rewşa wan girantir dike.

Di nîvê şeva 8'ê Îlonê de, Emîna Sayif a 56 salî bi lezgînî ligel malbata xwe ji mala xwe ya li navçeya Al-Mukhayê reviya. Ji ber dengê çekên giran neçar ma her tiştî li paş xwe bihêle û nizanibû ber bi ku ve diçe; tenê hewl dida ji bo malbata xwe cihekî bi ewle bibîne.

'Em ji pêdiviyên bingehîn bêpar in'

Emîna Sayif diyar dike ku neçar maye kelûpelên xwe li paş xwe bihêle û tenê tiştên ku di wan kêliyên tirs û lezgîniyê de dikaribû bigre bi xwe re birine. Emîna wiha dibêje: "Em koçî vê derê bûn, lê ev der ji pêdiviyên bingehîn ên jiyanê bêpar e. Beriya şer em gelek rihet bûn. Zarokên me dixwendin, lê pevçûnan jiyana me serûbin kir."

Çîroka Emîna Seyîf ne îstîsna ye. Ji dema ku pevçûn di 3'ê Îlonê de gur bûn, ve heta niha bi dehzaran malbat neçar man malên xwe li Taizê û deverên din biterikînin û birevin. Ev pêla bilez a koçberiyê jin û zarokan xistiye nava şert û mercên nû dijwar, gelek caran wan derfet nedît tiştek bi xwe re bibin.

Bi hezaran sivîl ji malên xwe koçber bûn

Yekîneya Rêveberiya Kampa Koçberan a li Yemenê tomar kir ku di nîvê yekem ê meha Îlonê de, ji ber gurbûna çalakiyên leşkerî, 17 hezar û 852 malbat ku ji 122 hezar û 297 kesan pêk dihatin ji heşt bajaran koçber bûne. Cihên zêde zirar dîtin Taiz û Lahj bûn a balkêş ew e ku hinek koçber neçar man cara duyemîn birevin û gelek êş û azaran bikşînin.

Bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan

Wezareta Mafên Mirovan a hikûmeta Yemenê ku ji aliyê navneteweyî ve tê naskirin, bi raporek ragihand ku binpêkirinên vê mehê bûne sedema mirina zêdetirî 150 sivîlan û birîndarbûna zêdetirî 200 kesên din li Taiz, El-Hudeyde û Maribê.

Bandorên vê gurbûna pevçûnan ji sînorên Yemenê jî derbas bûn; daneyên Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM) nîşan didin ku nêzî du hezar kes gihîştine Djîbûtiyê ku ev yek jî berfirehbûna qada koçberiyê û encamên wê yên mirovî nîşan dide.

Jin herî zêde êşê dikşînin

Ji bo jinên koçber, êş û azar ne tenê windakirina malê ye; ew bi gelek pêdiviyan re rûbirû dimînin ji xurek, av, xizmetên tenduristiyê û dermanan bigre heta kelûpelên paqijiya jinan, xizmetên tenduristiya zayînê, parastin û taybetmendiya kesane ji gelek pêdiviyan bêpar in.

Bi koçberiyê re malbatan çavkaniyên xwe winda kir

Ev zehmetî ji bo dayîkên ku berpirsiyariya lênêrîna zarokan û dabînkirina pêdiviyên wan di nava şert û mercên koçberiyê de digrin, girantir dibin. Her wiha malbatan çavkaniyên xwe yên dahatê winda kirine, nikarin xwe li jiyanê bigrin û her diçe bi zoriyên mezintir re rûbirû dimînin.

Ducaniya bê çavdêrî

Li kampa Al-Bireenê, Bidûr Ehmed a 28 salî ku di meha heştan a ducaniyê de ye, rûniştiye. Bidûr ligel malbata xwe di bin topbarana dijwar de ji mala xwe reviyaye lê piştî koçberiyê rastî astengiyeke din hatiye. Ew jî nebûna xizmetên pêwîst ên tenduristiyê yên dema ducaniyê ne.

Bidûr Ehmed wiha dibêje: "Ducanî û koçberiyê ez nexweş xistim û hê jî êşên wê dikşînim; li vir tu navendeke tenduristiyê nîn e em lê werin dermankirin. Em ji malên xwe reviyan û ji ber êrîşan em nikaribûn tiştek xwe xilas bikin."

Li gorî rêveberên kampê ev cih ji bo bicihkirina malbatên koçber hatiye avakirin lê niha xizmetên tenduristî û perwerdeyê tê de nîn in. Ev yek zehmetiyên ku malbatên li wir dijîn, bi taybetî jinên ducanî û zarok rûbirûyê wan dibin, zêdetir dike.

Zarok bê dibistan û perwerde dimînin

Encamên koçberiyê ji windakirina mal, çavkaniyên dahatê yan gihîştina xizmetên tenduristiyê wêdetir diçin; zarokên malbatên koçber ji ber nebûna dibistanan an zehmetiya tomarkirina li dibistanên alternatîf, rastî qutbûna pêvajoya xwe ya perwerdeyê tên.

Fawziyê Abdullah dayîkek 43 salî û xwediya pênc zarokan bi heman pirsgirêkê re dijî. Fawziyê diyar dike ku ew der barê perwerdeya zarokên xwe de baldar bûye û xewna wê ew bûye ku kurê wê yê mezin xwendina xwe temam bike û wiha dibêje: “Mixabin şer û koçberiyê rê li ber vê yekê girt û êdî perwerde mafekî ku mirov dikare bigihîjê pir dûr e. Ez qîmetê didim perwerdeyê û bi biryar bûm zarokên min wê bigrin lê piştî ku me herêma xwe terikand û koçber bûn xwendina wan rawestiya.”

Jin ji ber şer barên giran hildigirin

Her ku aloziyên şer zêde dibin, ên zêdetir ji encamên wê zirar dibînin jin in. Ew barê malbatên xwe hildigirin û hewl didin tiştên ku ji jiyana wan mane biparêzin. Di heman demê de vebijarkên wan kêm dibin û paşeroj di rewşeke nediyar de dimîne.