Pevçûn û krîzên li Lubnanê êş û azarên jinên penaber ên Filistînî zêde dike
Jinên Filistînê yên li kampên Lubnanê dimînin diyar kirin ku ew di şert û mercên xerab de dijîn û gelek êş û zehmetiyan dikşînin."
CAROLINE BAZZI
Beyrûd –Jinên Filistînê yên li kampên Lubnanê dimînin gelek êş û zehmetiyan dikşînin.
Fethiya El-Hisên a ku beriya 17 salan hevjînê wê jiyana xwe ji dest daye û keçek û sê kurên wê hene da zanîn ku hevjînê wê feqîr bû û pere ji wan re nehişt û wiha got: "Hin saziyên xêrxwaz hene ku xwedî li zarokên min derkertin û alîkariya me kirin. Lê min nexwest li ser tu kesî bibim bar û biryar da ku bixebitim. Ez derenceyan paqij dikim ku debara zarokên xwe bikim. Jinek temen mezin hebû, ji min xwest ez alîkariya wê bikim, mala wê paqij bikin û xwarinê jê re amade bikim. Ji ber ku hewcedariya min bi pereyê ku ew ê bide min hebû min ji daxwaza wê qebûl kir. Ji ber ku ez nikarim cilên nû ji xwe re bikirim, kincên xwe yên qetyayî didrûm."
"Ji min re xwarin ne girîng e ya girîng ew e ku çavên zarokên xwe tedawî bikim"
Henan Ehmed Elî ku hevjînê wê beriya heft salan jiyana xwe ji dest daye û sê zarokên wê hene diyar kir ku ji ber ku pirsgirêk di çavê wê de heye nikare bixebite û wiha pê de çû: "Nexweşiya çavan di nav malbata min de heye, ji ber vê yekê zarokên min çavên wan pir diêşe û baş nabînin. Ez bêyî alîkariya keça xwe an jî endamekî malbatê nikarim derkevim derve. Beriya ku rewşa min xerab bibe, min ji mirovan re xwarin amade dikir. Ji ber ku dest û lingên min jî pir diêşin ez nikarim bixebitim. Ji min re xwarin ne girîng e ya girîng ew e ku çavên zarokên xwe tedawî bikim."
"Ji ber ku hevjînê min li nexweşxane dimîne nikarim bixebitim"
Neca Hisên El-Hisên a di karê paqijkirina malan de dixebite û dayika 8 zarokan e da zanîn ku ji ber hevjînê wê ya gulê lê hat reşandin li nexweşxaneyê dimîne nikare kar bike û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Dema hevjînê min ji nexweşxaneyê derkeve ez ê vegerim ser karê ku deynên xwe bidim."
"Zarokên min yên cêwî nexweşê otîzmê ne"
Muna Şena a dayika 5 zarokan e diyar kir ku du zarokên wê yên cêwî bi nexweşiya otîzmê ne û wiha axivî: "Êşa nexweşiya otîzmê naskirî ye. Kurên min ên cêwî 12 salî ne, heya niha napeyivin û hîn jî paç bikar tînin. Mixabin li Lubnanê ji bo otîzmê dibistanên guncav tune ne û hewcedariya wan bi dermankirinê heye û ev dermankirin pir dijwar û biha ne. Otîzm nexweşiyek pir dijwar e."
"Em ji her tiştî bêpar man"
Suad Ehmed Xedîce ku dayika sê zarokan e da zanîn ku hevjînê wê nexweşe û wiha got: "Ji ber kêmbûna bazara kar û bi guherîna şert û mercên giran û bihayan em ji her tiştî bêpar man û jiyana me serûbin bû. Êdî em nikarin nan bikirin. Ez nexweşim jî lê ji ber ku dermanên min gelek bihane min dermankirina xwe rawestand."