Perwerdeya fikrî hêza jinan a rêxistinkirin û pêşengiya civakê bi pêş dixe

Akademiya Şehîd Şîlan li herêma Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo perwerdekirina jinan û civakê bi riya dewreyên xwe yên rewşenbîrî dixebite.

NORŞAN EBDÊ

Kobanê - Rêvebera Akademiya Şehîd Şîlan a Kantona Kobanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da zanîn ku di asta perwerdeya rewşenbîrî de di civakê de bi taybetî di nava jinan de pêşketinek berbiçav heye.

Di 16’ê Hezîrana 2018’an de Akademiya Şehîd Şîlan bi armanca perwerdekirina jinan û civakê li ser esasê neteweya demokratîk û bîrdoziya azadiyê bi perwerde, ders û dewreyên rewşenbîrî ku jin tê de cih digirin û zilamên ku di saziyên Rêveberiya Xweser de li herêma Firatê dixebitin jî tevli dibin, ji aliyê Kongra Star ve hat vekirin.

Li ser asta perwerde û hişyariya jinan, rêvebera Akademiya Şehîd Şîlan Hedla Xelîl wiha got: “Ji bo jinan bi taybetî jinên pêşengiya şoreşê kirine, perwerde bingeha hebûn û nasnameya wan e. Bi riya perwerde, ders û kursan, di asta perwerdeyê de, bi taybetî di warê perwerdekirina jinan de, pêşketineke berbiçav çêbûye. Civak bi girîngiya perwerdeyê di avakirina kesayeta ferd û pêşketina civakê de haydar bûye. Di warê rêxistinî û xebatê de akademî girêdayî Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star e, akademiya perwerdekirina jinan e. Em dixebitin ku ne tenê xwe bigihîjînin jinan em dixwazin xwe bigihîjînin endamên civakê, her çend akademiya me akademiya jinan be jî armanca me perwerdekirina fikir û derûniya civakê ye. Ev perwerde û dewreyên me di pêşxistina jinan de roleke girîng dilîzin her jin dikare di civaka xwe de bibe rêveberek ku bikaribe civaka xwe bi rê ve bibe û birêxistin bike.”

Karê akademiyê di nava salekê de

Hedla Xelîl li ser kar û dewreyên Akademiya Şehîd Şîlan a sala 2022’an wiha anî ziman: “Di nava vê salê de ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, xebatên akademiyê di warê dewreyên perwerdeyê yên girtî de kêm bûne. Li navenda akademiyê tenê du kursên girtî hatin vekirin, ya yekem ji bo jinan ku 25 jin ji saziyên sivîl tevli bûn û ya duyemîn jî ji bo mêran bû, 25 mêr tevli bûn. Armanca vê kursê ew bû ku mêr bi rastî, nasname û girîngiya jinan bizanibin. Komîteya perwerdeyê ya akademiyê ji bo jin û mêrên ku di saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de dixebitin, civîn û dersan organîze kirin. Kurs li ser çend dersên bingehîn in, bi navî girîngiya perwerde û civaka xwezayî û şerê şoreşgerî yê gelan, ji ber ku em di qonaxek hesas de ne, hewce dike ku her welatiyek li gorî vî şerî bixebite da ku axa xwe biparêze. Di heman demê de dersên uslûb û xîtabetê, rastiya Rêber Ocalan, Tevgera Rizgariya Kurdistanê, şerê taybet, civaka demokratîk, rexne û rexnedayîn, dîroka jinan, jiyana hevbeş û zanista jinolojiyê tên dayîn.”

Hedla Xelîl wiha axaftina xwe berdewam kir: “Di nava akademiyê de tu projeyên nû nîn in ku li ser bixebitin, ji ber ku karê wê zelal e û kurs û perwerdeya rewşenbîrî dihewîne. Em ê di sala li pêş de bi armanca pêşxistina asta perwerdeyê û zêdekirina kursên girtî ji bo jinan û avakirina komîteyeke taybet ji bo organîzekirina dewreyan û perwerdeya li derveyî akademiyê ku bigihîje her jinê xebatên xwe temam bikin.”