“Perwerde rêya azadiya civak û jinê ye”

Jinên Şengalê xwe li ser pîvana civakek bitendurist bi fikira rast pêkane perwerde dikin û bi idane ku jiyanê ji nû de ava bikin.

Şengal - Li ser axa pîroz ya Êzidxanê ne tenê çîrokên ferman û êşên civakê kişandine tên vegotin, di heman demê her roj bi rengeke cuda ji bo çîrokên serkeftî yên civaka Êzidî werin nivîsandin, jinên Şengalê ked û têkoşînek mezin didin. Piştî fermana 2014’an ruxmê tevahî pilan û hewildanên tunekirina vîna civaka Êzidî jî jinên Şengalê bi mercên zor re têdikoşin û xwe perwerde kirin kirine rêgeza yekemîn a jiyanê.
Bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Jinên Şengalê li navçe û gundewaran perwerde dane destpêkirin. Perwerdeya ku 15 rojan wê li Şengal û gundên Xanesorê berdewamkirî bi dawî bû. Di perwerdê de ji jinên temen mezin heta keçên ciwan cihê xwe tê de girtî ji aliyê endam û rêveberên TAJÊ ve tê dayîn. 
Mijarên perwerdê li ser jiyana demokratik, têgeha azadiyê, hevjiyan azad, malbat, pirskirêkên jin û civaka Êzidî, dîroka Êzidîtayî, tendirustî, komîn, pergala xweseriya demokratîk û gelek mijarên dinê hat dayîn.
“Ji bo me jinan vîn û xwe bawerbûn girînge”
Endama TAJÊ Kamo Nayîf ya ku cara yekeme beşdarî perwerdê dibe keyfxweşiya xwe anî ziman û got: “Ev 15 rojin me dest bi perwerdeyê kiriye, me gelek tiştên nu bihist. Ev demeke kurte ez bûme endama TAJÊ ez bi vê xebatê gelek kêfxweşim, ji ber em hertim di nava liv û tevgerê dene û em xwe perwerde dikin. Pêre jî rê nişanê heval û cîranên xwe didin.
Despêkê min nedixwest ez beşdarî kar û xebatan bibim ji ber min wate û giringî nedida, lê dema ez hatim min dît ne weke ku difikirîbûm. Ji ber em jin hertim di nava lêgerinekê de ne û em hev perwerde dikin ev yek bandorên erênî li ser civaka me jî dike. Daxwaz dikim tevahî jin beşdarî perwerdê bibin, ji ber ger em xwe biguherînin mêr wê nekare weke berê nêzî me bibe ji bo me jinan vîn û xwe bawerbûn girînge.”
“Pergala mêrê deshilat ji jina bi hêz di tirse”
Endama TAJÊ Zîna Ehmet di despêkê de behsa giringiya Perwerdê kir û got: “Jinên Êzidî bi perwerdê gelek pêşketin ev yek bandorê li ser malbat, zarok û civakê dike. Ji ber jina azad civaka azade. Dijmin listokên mezin li ser me dike, divê em jin li beramberî vî şerê taybet şiyar bin û di ferqa wê de bin.
Bi perwerdê guh û çavên me vebûn. Dema em xwe perwerde bikin, emê bi hêz bin ji xwe dijmin ji jina bihêz ditirse. Ger di fermanê de em perwerdekirîba di asteke jor de me dê pêşiya fermanê bigirta. Wê demê jin bê hêz û bê zanabûn mabû ji bo wê nekarî xwe biparêze, niha em di her warî de xwe pererde dikin û bi hêzin.
Bi avabuna TAJÊ re em dikarin bêjin rê li gelek zewacên temenê biçuk, du sê jinî, kuştin, lêdan û xwe kuştinan hatiye girtin. Dema tevahî civak vê yekê dibine eleqeya wan a ji kar û xebatên jinê re zêdetir bûye. Ji bo em civaka xwe bi rêxistin û azad bikin perwerde şerta bingehîne. Ez bang li tevahî jinên Êzidî dikim ku werin cihê xwe di nava kar û xebatên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî de bigirin û ji bo siberojê xwe perwerde bikin.”