"Perwerde gelan ji qirkirinê diparêze"

Perwede wekî av û hewayê ye û her kesê ku ji bo xwe wê esas negire dê rastî pirsgirêkan û tundiyê were. Di projeya Neteweya Demokratîk de perwerde weke destpêka her tiştî tê dîtin.

SÎLVA ÎBRAHÎM

Minbic - Di projeya neteweya demokratîk de perwerde di serî de ye. Rêvebera Akademiya Civaka Demokratîk a Minbicê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Amara Berkel li ser perwerdeyê got ku projeya Neteweya Demokratîk ji bo pêşvebirina rastiyên civakê ye. Wekî ku Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan dibêje; “Perwerdekirin û dîsa perwerdekirin" perwerdeyê weke stûneke bingehîn dibîne. Jî Her wiha Sokrat û Lenîn li ser perwerdeyê gelek tişt gotine. Sokrat  dibêje "xwe nas bike" Lenîn dibêje "perwerde riya naskirina mirov û dîrokê ye."

"Perwede di jiyana me de xwedî girîngiyeke mezin e hişmendiya civakê bi pêş dixe"

Rêvebera Civaka Demokratîk Amara Berkel diyar kir ku girîngiya projeya perwerdekirinê ji bo Neteweya Demokratî girîngiya perwerdekirina civakê ye û wiha got: "Civaka ku perwedeyê ji xwe re esas negire wê rastî helandin û tunekirinê bê û gotina Rêber Abdullah Ocalan a "Perwede weke av, hewa û xwarinê ye" vê rastiyê nîşan dide. Ji ber ku perwerdekirin di jiyana me de xwedî girîngiyeke mezin e û hişmendiya civakê zêde dike da ku bigihîje wekheviya zayendî, avakirina civakeke bi rêkûpêk, exlaqî, demokaratîk, ekolojîk .

"Perwerdeya çewt hişt ku civak cudahiyê qebûl neke”

Amara Berkel behsa encamên serîlêdanên perwerdeyê kir, çi perwedeya rast, çi ya şaş kir û got ku pêkanîna perwerdeyê girîngiyeke mezin e û wih lê zêde kir: “Ji ber ku civak hê jî di bin banora perwerdeya çewt de ye. Wekî bandora perdewerdekirina desthiladariyê û dewleta ku  civakê li gorî zîhniyeta xwe ya desthilatdar bi rê ve dibe û yekreng, yek ol û yek çandê qebûl dike. Bêyî ku cudahiyê qebûl bike weke perwedeyeke şaş tê dîtin ku civakê li dibistanê digirt û bandoreke mezin li ser wan dikir. Di encamê de gelek adetên derveyî li ser civakê mezhebperestî û cudahiya di navbera çandan de derdiketin û civak dikare bi perwerdeya rast ji perwerdeya çewt rizgar bibe. Ya ku vedigere perwerdeya ferdî û perwerdeya civakê ji ber ku her du ji hev nayên veqetandin. Civak çiqas were perwerdekirin, ewqas rê li ber azadî, pêşketinê vedibe. Ji ber vê yekê jî roleke mezin a perwerdeyê di rêvebirina civakan de heye  li ser esasê wê nifşên nû tên avakirin."

"Neteweya Demokartîk perwerdeyê ji xwe re kiriye bingeh"

Amara Berkel amaje bi wê yekê kir ku rêbazên Projeya Neteweya Demokratîk di rêvebirina civakan de dişopîne rast in û wiha pêde çû: "Projeya Neteweya Demokratîk projeyek serkeftî ye ji ber ku perwerdeyê ji xwe re kiriye bingeh. Ji ber vê helwestê gelek kesayetî bûne xwedî hêz ku civakê bi rê ve dibin. Mirov çiqas xwe perwerde bike ewqas dikare civakekê ber bi pêşerojeke geş ve bibe. Ji ber ku Sûriye bi dewlemendiya xwe ya di warê çanda gelan de cihêreng e. Perwerdekirina li gorî perspektîfa neteweya demokratîk riya parastina vê cihêrengî û mîrateya çandî ye. Berevajî ya ku dewlet dike civakê di çarçoveya perwerdeyeke qalib de bi rê ve dibe.

 

 "Projeya neteweya demokratîk çanda gelan bi cihêrengî û qebûlkirinê parastiye"

Amara Berkel bal kişand ku perwerde deryayek e, di qalib û sînoran de nabe û wih dirêjî da gotinên xwe: "Bikaranîna vê cure perwerdeyê bûye sedema yekbûna çandên gelek gelan. Di heman demê de projeya neteweya demokratîk çanda gel di cihêrengiya xwe de di nav qebûlkirina her kesê de ji hev re û hişmendî azadî û serxwebûna civakê misoger dike. Ji ber ku bi perwerdeyê em di dîrokê de kûrtir dibin, rastiya dewletan vedikolin û bi vê hişmendiyê, bi qirkirin û dagirkeriyê re rû bi rû dimînin. Ger hişmendî kêm bibe wê civak rastî tunekirinê were û Kurd nimûneyeke ku xwe nîşan didin. Di dema desthilatdariya rejîmê de siyasetên kêfî li dijî wan dihatin meşandin, dixwestin çanda wan bihelînin lê bi perwerdekirinê dikaribûn xwe biparêzin."

 "Divê her kes di jiyana xwe ya rojane de perwerdeyê esas bigire "

Amara Berkel got ku şîdet li ser jinan tê kirin û di vî warî de girîngiya perwerdeyê di jiyana wan de zêdetir e, wiha domand: "Jin di gelek şeran de hebûne, di dîrokê de rastî neheqî û tundiyê hatine lewma ji bilî perwerdeyê tu rê li pêşiya wan nemaye ku dev ji van dijwariyan berdin. Em wekî akademî hewl didin civaka xwe bigihîjînin asta herî bilind a hişyarî û geşbûnê. Ji bo ku bikaribe xwe ji hemû şer û qirkirinê biparêze û hîn bêhtir bi rêxistin bibe divê di navbera jin û mêr de de wekheviya zayendî pêk were û jiyana hevbeş pêk bê. Ji bo vê jî ya sereke ew e ku her kes di jiyana xwe ya rojane de perwerdeyê esas bigre."