"Pergala mêr a desthildar dixwaze têkoşîna jinan asteng bike"

Berdevka Xweser a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Emanî Ehmed El-Xerbî teqez kir ku êrîşên dewleta tirk li ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û qetilkirina endama wê Denîz Poyraz senaryoya qetilkirina Hevrîn Xelef dubare dike.

GULISTAN HUSSEYÎN HAMID
Hesekê-Dewleta tirk êrîş, kiryar û hedefgirtina jinan li her çar parçeyên Kurdistanê berdewam dike. Bi hedefgirtina jinên pêşeng û azadîxwaz dixwaze civakê lawaz û tune bike. Piştî vekişandina dewleta tirk ji peymana Stenbolê ya ji bo parastina jinan, bi rengekî hovane jin li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê tên binçavkirin û hedefgirtin. Di 17’ê Hezîranê de dewleta tirk êrîşî avahiya HDP’ê ya li Îzmîrê kir, agir bi avahiyê xist û di encamê de xebatkara bi navê Denîz Poyraz dîl hat girtin û paşê ew qetil kirin. Der barê mijarê de Berdevka Partiya Sûriyeya Pêşerojê Emanî  Ehmed El-Xerbî nerazîbûna xwe ji vê bûyerê re nîşan da û ji me re axivî.
"Dewleta tirk vîna gelan binpê dike"
Emanî  Ehmed El-Xerbî diyar kir ku êrîşên li ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û qetilkirina endama wê Denîz Poyraz têkoşîna jinan hedef digre û wiha pêl da axftina xwe: "Di dîroka dewleta tirk a faşîst de ev ne cara yekê ye ku jin tên qetilkirin. Siyaseta AKP'ê û MHP'ê ji destpêkê ve xwe li ser tunekirin û qirkirina gelan ava kiriye. Dewleta tirk bi hedefgirtina jinan dixwaze tirsek di nava civakê de ava bike û îradeya jinan bişkîne. Bi taybetî nêzikatiya AKP'ê li hemberî HDP`ê ku bi girtin û binçavkirina siyasetmedarên HDP`ê zindanên xwe dagirtine. Kesên ku bi dengê gel hatin hilbijartin tên hedefgirtin, ev jî tê wateya ku dewleta tirk vîna gelan binpê dike."
"Jinên ku li dijî desthildariyê serî hildidin tên hedefgirtin"
Emanî  Ehmed El-Xerbî da zanîn ku êrîşên li ser avahiya HDP’ê û qetilkirina Denîz Poyraz senaryoya şehadeta Sekretêra Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef dubare bû û wiha axaftina xwe domand: "Dewleta tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê bi dagirkirina Serêkaniyê, aşiqa aşîtiyê Hevrîn kirin hedef. Di 17'ê Hezîranê de êrîşî avahiya HDP’ê kirin û endama HDP’ê Denîz qetil kirin. Dewleta tirk jinên pêşeng dike hedef. Her çiqas têkoşîn û îradeya jinan mezin dibe, hêrs û kîna mêrên di pergala desthilatdar de zêde dibe. Jinên ku li dijî desthilatdariyê serî hildidin gavên ber bi azadî ve davêjin tên hedefgirtin. Hişmendiya desthilatdar bi dehan jinên siyasetmedar û pêşeng kir hedefa xwe. Mîna Sara, Hevrîn, Zehra , Denîz û bi hezaran jinên têkoşer û berxwedêr."
"Bi hedefgirtina jinan xwestin pêngava wan vala derxin"
Emanî  Ehmed El-Xerbî bal kişand ser girîngiya pêngava 'Bes e ji qirkirina jinan re û wiha bi lêv kir: "Em wekî Partiya Sûriyeya Pêşerojê cihê xwe di pêngava 'Bes e ji qirkirina jinan de digrin. Piştî ragihandina vê pengavê hêrs û kîna mêrê di pergala desthildar de zêdetir bû. Her wiha di vê heyvê de li Hesekê 2 jinên ciwan hatin qetilkirin û herî dawî jî xebatkara HDP'ê Denîz Poyraz hat qetilkirin. Ev tê wateya ku dixwazin pêngava me bi bin bikeve û yekitiya jinan a ku li tevahî cîhanê hatiye avakirin tune bikin. Dema yekitî hebe îrade heye, tu kes nikare li hemberî îradeya jina azad bisekine. Bi qetilkirina Denîzê îradeya jinan naşkê, berovajî hêrs û kîna me li dijî kujeran bilindtir dibe. Em ê îro bi hezaran jin bibin şopdarên xeta Denîz û li hemberî pergala mêr a desthilatdar serî rakin û li ber xwe bidin."