Pêncî salî çu peymangeha Kurdî û niha jî mamoste ye

Hezkirina ziman piştî temenê pêncî salî Leyla Gemo berbi peymangeha Kurdî ve bir, peymangeh bi serkeftî qedand û niha jî mamosteye.

 
Hêlîn Gemo
Heseke - Tê gotin ziman sitûna netewa ne, hebune û pêşeroje. Jina Kurd Leyla Gemo ya ku li taxa Miftiya bajarê Hesekê yê Bakur Rojhilatê Sûrî - Rojava dijî jî bi heman ramanê ji bo pêşketina zimanê xwe tevdigere. Hezkirina zimanê Kurdî di temenê 50 salî de Leyla Gemo berbi peymangeha Kurdî ve dibe. Piştî du sal xwendinê Leyla, mewzun dibe û dibe mamosteya zimanê Kurdî.  
   
Leyla Gemo di sala 1968'an de li gundê Gemo yê girêdayî Kantona Hesekê ji dayik bûye. Di nav malbatek ji nêzve bi siyasetê re eleqedar de mezin dibe. Gemo heya polê şeş bi zimanê Erebî dixwîne û ji ber mercên neçar dev ji dibistanê berdide. Hesreta xwendin û nivîsandinê di dilê wê de ma û bi wê hesretê mezin bû. Herî zêde jî xwendina bi zimanê dayikê yek ji daxwaza sereke ya Leyla Gemo bû. 
Ji hezkirina ziman berê xwe da peymangehê
Di sala 2017’an de Leyla dest bi peymangeha zimanê Kurdî ya li Kantona Hesekê kir. Rêya bi meşaqat ya ku tijî hezkirin, biryardarî ew ber bi serkeftinê ve bir.  Leyla Gemo wiha bahsa wan rojan kir: “Dema şoreşê destpêkir, hesreta min bû ez xwe fêrî zimanê Kurdî bikim. Di zaroktiya xwe de jî min hin tîpên Kurdî xwendin lê min berdewam nekir. Dema ev derfet hat, min gelekî xwest ez zimanê Kurdî bixwînim, hevjînê min beriya min çû peymangeha zimanê Kurdî û pişre di vî temenê xwe yê mezin de ez jî çûm peymangehê…”
Bi israr bû û bi serket
Ji ber di temenek mezin de dest bi peymangehê dike rastî gelek zor û  zehmetiyan tê, lê dîsa jî Leyla Gemo bi israr xwendina xwe berdewam dike. Leyla Gemo wan rojên peymangehê bi van gotina bi bîr tîne:  “Ji ber temenê min mezin bu ez zu zu li ber gotina ne nediketim. Bes ez nevekişiyam. Min da du. Min ji ciwanan û yên di temenê xwe de ji derdora xwe tevan re digot ew derfeta ku hatiye ber we lê miqatebin. Bixwînin, zimanê wê ye. Heval û hogirê min gelekan guh didan nerînên xelkê û digotin em belkî herîn, xilas jî bikin lê em tiştekî bi dest nexin. Ew gotin her tim dihatin gotin. Lê min her tim ji xwe re digot; ne pirsgireke, karê min ji gotinên wiha tune. Armanca min tenê ew bû ku ez fêrî zimanê xwe bibim. Ger rojek civak ji min re bêje te çi kir? Ez ê bejim ez ferî zimanê xwe bûm. Min bi zahmetî du sal peymangeh xwend û ez bi serketim…” 
‘Jin bila bi hêza xwe bawerbin’
Leyla bi serkeftina xwe hişmendiya civakê û ya derdor ku jin wek hebûnek bê hêz dibîne, dişkîne. Bê rawestan li dû xeyal û armancên xwe diçe. Di sala ku mewzun dibe de hevjînê Leyla Gemo jiyana xwe ji dest dide. Leyla Gemo li beranberî hişmendiya civakê ya ku ferzdike jinek tena xwe nikare bijî têkoşînek mezin dide. Biryar dide ku jiyana xwe ya ji wir û şun da bi tena xwe bi rêvebibe. 
Niha li dibistana gundê Xirbe Xezal a ser bi Kantona Hêsekê ye, hefteyê pênç rojan perwerdeya zimanê Kurdî dide zarokên ji pêkhateyên ereb. 
Leyla Gemo ya ku bi hêza jin bawere di dawî de vê peyamê dide hemu jinan: “ Di jiyana min de buyerên gelek zahmet bi serê min de hatin. Ji xwe zarokê min tunebûn û min hevjînê xwe jî wunda kir. Lê ez ne jinekî ku runim û destê xwe bidim ber ruyê xwe bûm û serî ji qedera xwe re bi tewînîm. Min ji xwe re got ez jinek bi hêzim, pêwîste ez jiyana xwe bi serbilindayî derbasbikim. Ez hêvî dikim ji hemû jinan; jin tune ne ku zahmetiyan nabînin. Keyfa min ji wan jinên serbilind re tê.”