Pencereya girtiyê ku bi salan e di hucreya yek kesî de ye jî girtin!

Bi pêvajoya pandemiyê re zêdebûna binpêkirinên mafên girtiyan jî zêde bûn û ev yek veguherî tecrîdê. Xizmên girtiyan bertekên xwe yên li hemberî vê rewşa tê jiyîn didomînin. Girtiyê bi navê Abdulkadîr Yilmaz ê bi salan di hucreya yek kesî de tê girtin û derûniya wî xirab bûye, ji bo dengê wî neyê bihîstin pencereya hucreya ku lê dimîne jî hat girtin her wiha tevî ku nexweş e jî nayê dermankirin.

MEDÎNE MAMEDOGLU 
Amed – Li girtîgehên Tirkiyeyê zehmetiyên ku girtî dijîn roj bi roj zêde dibin. Di girtîgehên ku bi binpêkirina mafan ji rojevê dernakevin, di pêvajoya dawî de gelek girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest didin. Mafê jiyanê yê girtiyan ku ji ber binpêkirina mafên xwe nikarin baş bên dermankirin roj bi roj kêmtir dibe. Girtiyê nexweş Abdulkadîr Yilmaz ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Edîrneyê tê girtin yek ji girtiyên nexweş e, nayê dermankirin.
Di bin tecrîdê de tê girtin
Abdulkadîr Yilmaz ê ku di sala 2008'an de hat girtin û 6 caran cezayê muebeta giran lê hat birîn, ji roja hat girtin û vir ve di hucreya yek kesî de tê girtin. Nexweşiyên Abdulkadîr Yilmaz ê ku di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de jiyana xwe didomîne, roj bi roj zêde dibin. Xwişka wî Habîbe Yilmaz ji bo girtî Abdulkadîr Yilmaz ê ku têr xwarina wî nayê dayîn û cama hucreya wî ji aliyê gardiyanan ve hatiye girtin, bang li parêzer û parêzvanên mafên mirovan kir.
"Hevsengiya xwe ya derûnî winda kir" 
Habîbe Yilmaz dibêje ku birayê wê li girtîgehê bi her cure zextan re rû bi rû dimîne, diyar kir ku Abdulkadîr Yilmaz ji ber bi salan di yek hucreyê de ye û bi kesî re neaxiviye hevsengiya xwe ya derûnî winda kiriye. Habîbe Yilmaz dibêje ku ji bo dengê wî neçe girtiyên din, ji bo bi kesek re neaxivê penceraya wî girtine û têkiliya wî ya bi derve re hatiye qutkirin, wiha got: “Cezayê muebetê girt. Bi salan di hucreya yek kesî de tê girtin. Nexweş dikeve, wî nabin nexweşxaneyê. Dema bi me re diaxive êdî tiştên normal nabêje. Her tim behsa xeyalên olî dike. Dema wî ji ber vê rewşê dibin nexweşxaneyê, dibêjin tiştekî wî tune ye. Em dixwazin parêzer li ser vê rewşê bisekinin û wî ziyaret bikin.”
“Bila ev zext û zilm bi dawî bibin”
Habîbe Yilmaz bal kişand ku birayê wê beriya bikeve girtîgehê gelekî bi tendurist bû û destnîşan kir ku pirsgirêkên wî yên tenduristiyê di girtîgehê re dest pê kirine. Habîbe Yilmaz anî ziman ku dema mirovek ji her tiştî were dûrxistin tê tecrîdkirin, wiha got: “Êdî em nizanin çi bikin. Ji ber ku ew ji me pir dûr e, em nikarin her dem biçin gel wî. Ji ber ku em nikarin ji nêz ve wî bişopînin, em giraniya rewşa wî baş nizanin. Ne tenê ew em dixwazin, hemû girtiyên nexweş demildest bên tehliyekirin. Ev rewş êdî nayê qebûlkirin. Bi vî awayî hem li me hem jî li wan îşkence dikin. Bila ev zext û zilm bi dawî bibin.”