Penaberên Tawirga dixwazin vegerin bajarê xwe

Yekane daxwaza penaberên ji Tewirgayê hatine koçberkirin ew e ku vegerin malên xwe.

HINDIYA Al-ASHEPY

Bingazî - Li Lîbyayê zêdetirî 40 hezar kesên ku di serhildanên 17’ê Sibata 2011’an de koçber bûn, zêdetirî 10 sal in li kamp û zozanên rojhilat û rojava di bin şert û mercên dijwar de têkoşîna jiyanê didin. Welatiyên ku ji bajarê Tewirga yê Lîbyayê koçber bûne ji ber hewaya sar bi taybetî di mehên zivistanê de rastî gelek pirsgirêkan tên.

Hikûmeta berê ya lihevhatina niştimanî vegerandina Tewirganiyên derbider piştî hin danûstandinan di sala 2017’an de pejirandibû, lê ew biryar heta îro nehatiye cîbicîkirin. Li gel hemû hewldanan jî gelê Tewirgayê jiyana xwe li tax û wargehan didomîne. Rêxistinên mafên mirovan û parêzvanên mafên jinan ên navneteweyî li hember vê rewşê bêdengiya xwe diparêzin, lê bi hinceta ku hin caran çalakvan li ser medyaya civakî wêneyên ku rewşa trajîdî ya gelê Tewirga di kampan de nîşan dide parve dikin, çareseriyek ji pirsgirêkê re nayne.

 ‘Hikumetên hatine tu çareserî ji gel re nedîtine’

Salma Ebdulhadî bi sê zarokên xwe behsa jiyana xwe di kampa Bengazî de dike û dibêje: “Tevî kêzik û maran em di malên ji tutiya de dijîn gelek madeyên paqijiyê û dermanan pêwîst nabînin. Ew mal di werza havînê de gelekî germin û di zivistanan de jî serma zêde ye, bê kehrebe û av em dijîn.”

 ‘Edî em ji koçberiyê westiyan’

Salma Ebdulhadî xwest tedbîr ji penaberên Tawirgayê re bên kirin daku vegerin malên xwe yên ku komên çekdar desteserkirine û dibêje: “Hikumetê gelek soz dane, lê bê encamin, em ji koçberiyê westiyan. Piraniya jinên xwedî bawernameyên bilind di kar û pîşeyên cuda de kar dikin dûrî pêşeyên xwe  ne ji ber ku bawernameyên wan ne di destê wan de ne, gelek bijîşkên jin û hemşîreyan hene bermahiyan kom dikin.”

‘Em nikarin vegerin bajarê ku hatiye xerakirin’

Rihla Elî jinek heftê saliye ji 11 salan ve di kampên Bengazî de dijî, dayîka 9 zarokane ji bo debara jiyana xwe ya rojane nan çêdike û difroşe wiha behsa zehmetiyên ku dijî dike: “Bersiva hikumetan beramberî krîza malbatan nîne. Me xwest aliyên pewvendîdar ji me re mal û kapên ku em bikaribin tê de jiyan bikin avabikin ji ber ku em nikarin vegerin bajarê ku bi zorê jê derketine û hîn jî rûxandî ye. Berê demekê ez çûm bajarê Tawirgayê bibînim, lê min nikarî têde jiyan bikim hemû mal rûxandî bûn têde jiyan nabe kehrebe û av jî nîn e.