Pêkhateyên Hesekê: Dewleta tirk bi çarenûsa bi milyonan mirovan dilîze

Pêkhateyên bajarê Hesekê qutkirina ava stasyona Elok ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve şermezar kirin û dan zanîn ku dewleta tirk bi çarenûsa bi milyonan mirov dilîze her wiha bang li rêxistinên navneteweyî kirin ku destwerdanê bikin û dawî li kiryarên dewleta tirk bînin.

RONÎDA HACÎ
Hesekê- Ji destpêka dagirkirina bajarê Serêkaniyê- Bakur û rojhilatê Sûriyeyê di 9’ê Cotmeha 2019’an de, dewleta tirk ava stasyona Elok li ser şêniyên Kantona Hesekê qut dike. Stasyona Elok ava vexwarinê dide  navenda bajarê Hesekê, navçeyên wê Til Temir, Hol, Şedadê, Erşîa û Mergeda û kampên Erîşa Hol, Waşûkanî û Serêkaniyê û herkîna jiyana mirovan jê ye. Di heman demê de Bajarê Hesekê ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve bi hezaran koçber ji Heleb, Idlib, Şam û Humisê hembêz kiriye û heya niha jî lê dijîn.Hesekê ji bo tevahî gelên Sûriyeyê bûbû navenda ewlehiyê. Der barê vê mijarê de pêkhateyên Hesekê helwesta xwe nîşan dan û nêrînên xwe bi me re parve kirin. 
“Jiyana bi milyonan mirovan di xeterê de ye”
Emîne Ebdulah a ji pêkhateyên Ermen e bal kişand ser krîza qutkirina ava Elok ku dozeke stratejîk e ji ber ew jêdera sereke ya çandinî û jiyana mirovan e û wiha domand: ”Dewleta tirk a dagirker piştî gelek bajarên Sûriyeyê dagir kirin, çekekî din li dijî pêkhateyên herêmê bi kar tîne, ev çek jî qutkirina avê ye. Ev 13 car in dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê ava stasyona Elok li ser Kantona Hesekê qut dikin. Di Hesekê de bi milyonan kes ji tevahî bajarê Sûriyeyê lê dijîn, bi qutkirina avê re jiyana bi milyonan mirovan di xetereke mezin de ye. Di heman demê de bandoreke neyînî li ser xwezayê jî tê kirin. Bi qutkirina stasyona Elok re dixwazin jiyanê li Hesekê biherimînin.”
“Li dijî îradeya gelan lihevkirinek heye”
Emîne got ku dewleta tirk şerekî bi zanebûn li dijî pêkhateyên Hesekê pêk tîne û wiha pêde çû: ”Şerê dawî yê dewleta tirk li dijî gelê bajarê Hesekê dike, şerekî bi zanabûn e û li dijî mirovahiyê ye. Heta di şerên di navbera dewletan de zagon hene lê dewleta tirk bi qutkirina ava li ser zêdetirî milyonek kes, li dijî mirovahiyê sûcên mezin pêk tîne. Li hemberî van kiryaran dewletên qaşo banga mafên mirovan dikin bêdeng mane. Ev jî tê wateya ku di bin maseyan de li dijî îradeya gelan lihevkirinek heye, ji ber ku dewleta tirk nikare bê erêkirina hêzên koalîsyonê gavekî bavêje.”
“Dewleta tirk sûcên li dijî mirovahiyê pêk tîne”
Rena Ado ji Kurdên Êzidî ye, destnîşan kir ser qutkirina avê li ser bajarê Hesekê, berdewama fermana 73’an e û wiha nêrîna xwe anî ziman: ”Dewleta tirk destpêkê bi çekên giran û qedexekirî êrîşî civakan kir bi teybetî Kurdên Êzidî. Mînaka wê jî fermana 73’an a li ser şengalê pêk hat. Îro em weke Kurdên Êzidî li Hesekê dijîn lê qutkirina avê bandorê li ser hemû pêkhateyan dike, bandorê li ser xweza, lawir û hemû jiyanê dike. Lewma em dibînin bi riya qutkirina avê re dixwazin derbeyek li Rêveberiya Xweser bixin. Em wekî pêkhateyên herêmê dibêjin ku Rêveberiya Xweser, hebûna me temsîl dike lê dewleta tirk ewlehî û jiyana me xerab dike.  Em vê siyaseta qirêj qebûl nakin û bang li Rêxistinên Mafê mirovan dikin bi erk û wijdanê xwe rabin û kiryarên dewleta tirk ên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rawestînin. Divê zext lê bikin da pirsgirêka avê li herêmê, çareser bibe.”