Nûr Gewrê ya 7 salî li ser malpera xwe çîrokên Kurdî zindî dihêle

Nûr Gewrê ya 7 salî ji bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hewl dide bi riya malperek li ser medyaya dîjîtal bi gotina çîrok, mamikan û gotinên pêşiyan zimanê xwe yê Kurdî zindî bike. Nûr daxwaz dike ku her mirov zimanê xwe biparêze.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo- Hebûna mirovan bi nasnameyê diyar dibe, ev nasname jî bi ziman misoger dibe. Li Rojavayê Kurdistanê şoreşa ziman her li dem pêş bû, gelek ked ji bo wê hat dayîn. 12’ê Sibatê jî weke Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî tê naskirin. Di nava 10 salan de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkoşîna parastina zimanê her pêkhateyê hat meşandin. Êdî her netewe bi zimanê xwe yê zikmakî dixwîne, hîn dibe û dihizire. Mirovên ku qet hînî zimanê xwe yê dayikê nebûbûn ji ber sîstema desthilatdar li Sûriyeyê, niha hîn bûne û didin hînkirin.

Nûr Gewrê zarokeke 7 salî ye ji Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Piştî salên dirêj ku bi çewisandinê derbas bûn, Nûr çavên xwe bi Kurdîtiyê di nava şoreşa Rojavayê Kurdistanê de vekir. Niha bi zimanê Kurdî di refa yekê de dixwîne.

Hezkirina Nûr û malbata wê ji zimanê Kurdî re

Nûr keçeke zîrek, hişvekirî ye û pir ji çîrokên Kurdî hez dike li gorî ku malbata wê dibêje, ji ber vê yekê rûpeleke wê li ser medyaya civakî vekirin, da ku bi çîrok û metelokan zimanê xwe biparêze û sûdê bide mirovan, ew di vê der barê de dibêje: “Malbata min ji zimanê Kurdî hez dike loma ez fêrî zimanê Kurdî kirim. Gelek caran li ser medyaya dîjîtal li stranên Kurdî yên kevnar guhdarî dikim, pir caran ji dapîra xwe jî fêr dibim.”

Çîrok, mamik û agahiyên li ser ziman parve dike

Nûr Gewrê bi riya malpera xwe agahiyên li ser ziman, dîroka Kurdistanê, mamik û gotinên pêşiyan jî parve dike, dide zanîn ku ji demeke nêz ve aktîf bûye di rûpela medyaya dîjîtal de, tevî vê yekê derdor jê kêfxweş in û got: “Hevalên min ji min dixwazin ez çîrokan bibêjim, mamosteyên min jî kêfxweş bûn dema vê xebata min bihîstin.”

‘Daxwaza min parastina zimanê dayikê ye’

Nûr Gewrê di dawiya axaftina xwe de ev yek got: “Dixwazim di pêşerojê de bibim bijîşkeke serkeftî. Ez bi hêvî me ku zarok û malbat bi zimanê dayikê biaxivin û bi pêş bixin.”