Nûçegîhana me xelata baştirîn a xebata nivîskî stend
Rojnamevan Nexem Keracê tekez kir ku jinên Filistînî tevî şert û mercên şer jî di medyayê de hebûna xwe ya berdewam didomînin. Nexem bi lêkolîna xwe ya ku di bin şert û mercên dijwar ên mirovî û meydanê de hatiye amadekirin, pileya yekem bi dest xist.
REFÎF ISLÎM
Xeza – Rojnamevan û peyamnêra ajansa me NÛJINHA’yê Nexem Keracê, di pêşbirka rojnamevaniya nivîskî ya herî baş de li ser mekanîzmayên çareserkirina nakokiyên alternatîf ku ji hêla Navenda Pêşveçûna Civakî û Medyayê ve di çarçoveya projeya "Belavkirina Dadmendiyê" de hate organîzekirin, pileya yekem bi dest xist. Armanca projeyê, çareserkirina nakokiyên civakî ya bi rêya diyalog, navbeynkarî û çareseriyên aştiyane ye.
Rojnamevan Nexem Keracê diyar kir ku bidestxistina pileya yekem di pêşbirka ku di çarçoveya vê projeyê de tê lidarxistin, hebûn, pêşbazî û serkeftina rojnamevanên jin ên Filistînî tevî şert û mercên herî dijwar ên li bajarê dorpêçkirî, nîşan dide.
Di nava şer û mercên zehmet de hatiye amadekirin
Nexem diyar kir xebata ku wê pêşkêşî pêşbirkê kiriye di bin şert û mercên mirovî, psîkolojîk û meydanê yên pir dijwar de hatiye amadekirin û ev yek bi rastî jî dijwar bûye. Wê destnîşan kir ku rojnamevan ne tenê li ser cihê bûyerê rapor dike, di heman demê de bi xwe hemû hûrguliyên tijî tirs, fikar û zehmetiyên mezin dijî. Tevî vê yekê, wê got ku ew erkê xwe yê profesyonel pêk tîne, rastiyê radighîne û dengê bêdeng e, wekî rojnamevanek Filistînî li Xezayê ji destpêka şer di Cotmeha 2023’an de vê yekê dike.
Rojnamegerî ne tenê bi ragihandina bûyeran ve sînordar e
Nexem diyar kir ku naveroka lêkolîna ku ew beşdarî wê bûye li ser rêbazên çareserkirina nakokiyên alternatîf û bi taybetî jî li ser rola diyalog û rêbazên aştiyane di sê salên nebûna pergala dadwerî de ye. Nexem tekez kir ku rojnamegerî ne tenê bi ragihandina bûyeran ve sînordar e, di heman demê de di xurtkirina çanda diyalog û têgihîştina civakî de jî rolek dilîze.
Hûrguliyên çîrokê
Li gorî Nexem Keracê, çîrok bi jinekê dest pê dike ku ji başûr vedigere bakurê Zîvala Xezayê û dixwaze li ser erdê ku ji bavê xwe mîras girtiye konê xwe veke. Lê belê, birayên wê rê li ber vê yekê digirin û dibêjin: "Mafê mîrasê ji bo jinan tune ye.” Jin serî li tîmek jinên dilxwaz dide ku li kampan dixebitin û pisporê çareserkirina pirsgirêkan in. Tîm pêşî bi birayan re diaxive lê tê redkirin, piştî vê yekê komîteyek mezintir zextê lê dike.
Ji bo jinan nebûna pergalek rast ya dadweriyê
Nexem Keracê got ku piştî diyalog û nîqaşên dirêj, jinê karî para xwe ya mafdar ji mîratê ku ji hêla bavê wê ve hatibû hiştin bi dest bixe. Ew destnîşan dike ku wê, tevî gefên xwişk û birayên xwe, hem rasterast û hem jî bi navbeynkaran, mafê xwe bi dest xistiye. Ew tekez dike ku ev rewş mînakek e ji bo wê yekê ku bi hezaran jin û keç di nebûna pergalek dadwerî ya rast de bi çi re rû bi rû dimînin.
Nexem her wiha da zanîn ku di karê rojnamegeriyê de têkildarî şîdeta li ser bingeha zayendî gelek nepenî û hesasiyet heye. Çîrokên wiha pir caran dernakevin holê ji ber ku ew wekî "şerm" têne dîtin. Nexem destnîşan kir ku zehmet e ku jin werin razîkirin ku çîrokên xwe vebêjin, ew ji ber tirsa malbat û civakê dudil in û xuyabûna di medyayê de hem ji bo qurbanî û hem jî ji bo rojnamevan cesareteke mezin dixwaze.
Civak rola ku jin heq dike nade wan
Nexem ragihand ku jinên Filistînî kapasîteya xwe ya çareserkirina pirsgirêkan di nakokiyên wiha de nîşan dane û tevî ku civak cihê ku heq dikin nade wan, roleke girîng lîstine. Wê zêde kir ku beşdarbûna jinan di rêveberiya kampan de kêmasiyeke mezin e û ji ber vê yekê, jin nikarin kesekî bibînin ku dengê xwe bighîninê. Nexem pêşniyar kir ku divê di rêveberiya her stargehekê de jinek hebe da ku jin bikaribin pirsgirêkên ku pê re rû bi rû dimînin bînin ziman. Di dawiyê de, ew dibêje ku ev xelat motîvasyonek e ku tevî şer, şert û mercên jiyanê yên dijwar, çîrokên mirovî û rojnamegerî yên bêtir werin hilberandin.