Nivîskarên Xezeyê ên karantîna vegerandine berhemdariyê

Nivîskar û wêjevanên Xezayê pêvajoya karantina û coronayê vegerandine dema xebatên nivîsê û berhemên giring derxistine.

 
REFÎD ESLÎM 
Xeza - Dema ku mirov behsa vîrusa corona û karantîna ku bandora wê hatî ferz kirin dike, hema dikeve rewşa aciziyê ya demek dirêj li malê mayînê. Wêjevanên Xezayê ev rewş vegerandine xebatên nivîsê û qet dem nedîtine aciz bibin. Wêjevan û nivîskarên Xezayê yên ev rewş vegerandine hilberînên çîrok û romanan ji ajansa me re nirxandin kirin. 
Dema coronayê vegerandina xebatên wêjeyê
Nivîskar û rojnamevan Hediye Şemûn diyar kir ku karantîna li malê derfetek da wê ku bêtir edebiyata Erebî û cîhanî bixwîne û bişopîne. Her wiha derfet çêbû ku ew nivîsên berê li benda demek valebû li ber çavan re derbas bike lê vegeriya. Hediye destnîşan kir ku xeteriya pêketina bi vîrusa Corona, her dem bi wê û malbata wê re bû lê wê hewl da vîrosê ji bîr bike û dema xwe bi xwendin û nivîsê derbas bike.
Hediya Şemûn bilêv kir ku weke nivîskarek vîrusa Corona hişyarî da wê, ku di civaka xwe de li ser mijarên berfirehtir ên wek pirsgirêkên sektora tenduristiyê û bêdengiya piraniya ciwan û jinan bandor dike bisekine. Di berdewamiya axaftina xwe de got ku ew hewl dide van mijaran di nivîsên edebî de belge bike, da ku ji cîhana derve re bibêje mirovên Xezeyê xwedan xewin û daxwaz in û dikarin rastiya tarî veguherînin motîvasyon û hêviyê. 
"Keça Deryayê"
Hediye Şemûn diyar dike ku pirgirêkên zehmetir ên dibin sedema êşkişandina nivîskarên Xezeyê hene, yek ji wan jî "dagirkirina Israîl" ye. Hediye a xwediyê tecrubeya nivîskariya 20 salane bibîr xist ku wê di dibistana amadeyî de dest bi nivîsandinê kiriye. Xebata xwe ya yekem dema ku hîn li zanîngehê xwendekar bû weşand. Hediye bilêv kir ku salên despêkê wê komek çîrok ewşandine, hinek ji wan jî, "Keça Deryayê", "Tiliyên Giyanê min beriya min in" û "Li ser Deriyê Bêdengiyê" ne. Di dema coronayê de jî çend roman nivîsiye, ji bo dema bê jî li ser çîrokên koçberiyê dixebite.
“Di dema coronayê de bi şêwazek nû li wêjeyê  vegeriyam”
Nivîskar Xede El Qesa jî di dema Coronayê de xwediyê tecrûbeyên cûda bû, diyar kir ku di destpêka karantînê de wê dev ji nivîsandinê berda û tu karê nû nekir. Paşê bi şêwaz û hewesek nû vegeriya nivîskariyê. Li ser dozên girêdayî jinê û jiyana civakî û mijarên din ên ku jinên ciwan piştî zewacê pêre ru bi ru dimîne xebitî. 
"Rêça Mirin û Rizgarkirinê"
Xede El Qesas bibîrxist ku wê gelek çîrokên weke "Deriyê Kampê", "Rêça Mirin û Rizgarkirinê", "Qehwexaneya Hêviya Bêhêvî" û "Kuştina Bîrê" nivîsandine, komek çîrokên hevpar jî bi gelek nivîskrên ciwan re, di bin çavdêriya Komeleya Çand û Ramana Azad a Xezeyê de nivîsîne. Niha jî amadekariya çapkirina pirtûka xwe ya yekem di bin siya Corona de a bi navê "Bajarê Girî" dike.
“Bê wêje nikarim bijîm”
Nivîskar Şiroq Dixmeş jî çawan dest bi karê nivîskarî û wêjeyê kiriye nirxandin kir û da zanîn ku wê yekemîn nivîsa wêjeyî peqşanek hunandî di forma helbestê de li ser Qudisê bûye. Şiroq piştevaniya nivîskarên jin jî erênî dît û bilêv kir ku herî zêde di demên despêkê de nivîskar Buşra Ebû Şerar alîkariya wê kiriye.
Şiroq Dixmeş hin sernavên xebatên xwe yên wêjeyî yên bi navê "bi dengek daketî", "di nav destên wê de balgî", "bi şev digere" û "min laşê xwe dît" bi bîrxist û destnîşan kir ji deveyî van bi dehan berhemên wê hene û bê xebata wêjeyê nikare bijî.
Şiroq Dexmeş, da zanîn ku wan weke nivîskar qeyîrana corona yê jî vegerandine derfetên hêzkirina xebatên wêjeyê û komek çîrokên nû nivîsandiye. Herî dawî jî amadekariya senaryoyek şanoyê ya ji romana nivîskar Buşra Ebû Şerar a bi navê “heyîva di nîvro de” dike.