Nêzîkahiya li keçikên nezewicî

Her civakek xwedî hişmendiyek e, ger mijar jin be her wisa vediguhere hişmendiyeke hişk û bisînor. Di civaka Misrê de keç ger temenê zewacê derbas kiribe û li mala dê û bavê xwe bimîne rojane rastî tundî û hesabxwestinê tên.

NERMÎN TARIQ
Qahîre - Li gorî tevger û çalakiyên keçên misrî di nav malbat û civakê de, rojane gotinên nexweş ji wan re tên gotin. Wek ji wan jî îhey spinster a te temenê zewacê derbas kiriye û nema kes wê dixwaze hwd… hin keçikan serpêhatiyên xwe û êşa ku dibînin ji me re vegotin. 
Şirûq Adil a 31 salî ya ku li taxa rojhilat a Qahîreyê dijî, ji me re wiha got: "Di rojbûna min a 30 saliyê de dema ez vegeriyam malê û diyariyên ku hevalên min anîbûn di destên min de bûn, min dît dayika min digrî û dibêje ger ji te hez bikirana wê zavayek ji te re bianiyana. min got ez zava naxwazim." 
Dayika Şirûqê, ji ber nezewiciye, wê di nav malbatê bê aciz dike. Dibêje ka tu pir kêfxwaş î keçikên mamên te hemû zewicîne û tu wekî barekî mayî di stûyê me de… Ev gotin pir li zora min diçin lewre ez di çavên dayika xwe de wekî barekî me… 
Karmenda bi navê Nede Ebdul Rehîm a 33 salî ku nava hefteyê bigiştî kar dike û li benda roja betlaneyê dimîne, wiha êşa xwe tîne ziman: "Ez ji kar vedigerim hemû karên malê dikim, ji ber dayika min nikare, ev yek min aciz nake lê ez li benda roja betlaneya Înê dimînim ku bêhna xwe vedim lê mixabin xwişkên min tevî zarok û hevjînên xwe tên ji wan re xwarinê çêdikim û derdorê paqij dikim, kes ji wan alîkariya min nake. Dayika min dibêje ev nerazîbûna te hesûdbûn e, ji ber ew zewicî ne, ew bi zarokên xwe re mijûlin û ya te kes nîne, tu mecbûrî xizmeta wan bikî " 
Çîroka Sara Hesen a 34 salî ne kêmtirî ên dinê ye. Sara li taxa Iktoberê li Cîzê dijî, bijîşka jinan e. Ew jî tevî bijîşk e jî ji gotinên sar û nexweş bêpar namîne. tev alîkariya malbatê dike jî wiha dibêje: "Ez bijîşk im û bi karê xwe serbilind im. Beriya heyvekê birayê min ê bê kar rûniştî, bi nave (spinster) bang kir, ji ber ku min alîkariya ku dabûyê ew xilas kiribû, dîsa xwest. Min giliyê wî ji dayika xwe re kir lê mixabin bersiv da û got ku birayê te mafdar e lewre keçên di temenê te de zarokên wan hene û perê te jixwe dawiyê yê birayê te ye, heta tu bijî mecbûr î alîkariya malbatê bikî." 
Mehe Hesen a 35 salî jî ji parka Alqûbê li Qahîreyê dijî. Mehe tevî gotinên nexweş, rastî şîdeta fizîkî jî tê ji hêla bavê xwe ve. Bavê wê jê re dibêje kund ango navê wê nabêje. Mehe dibêje: “Wî pir meraq dikir ku min bi hevalê xwe re bizewicîne, neqebûlkirina min jî rastî lêdan û bi gotinên; kesên di temenê te de ji bilî mêrnebî yan jî ên zewicî te naxwaze, helbet birayên min jî qet alîkariya min qet nakin."  
Tê zanîn di nêrîna hin malbatan de xwendin sedem û benda li beramberî zewaca keçikan e. Çawa ev gotin li ber guhên Yisra Abdil Eezîz a 37 salî ku ji bajarê Nûsra ye li Qahîreye dijî ket, Yisra dibêje   “Rojekê ez ji kar vedigeriyam û hejmarek pirtûk di destên min de bûn, çavdêrê avahiyê ji jina xwe re digot "endezyara spinster" lê min guh neda hemû xizim û cîranên min vê yekê dibêjin. Bavê min jî beriya mirina xwe wiha ji min re got: ‘Beşa endezyariyê ji te re şaşîtiyek mezin bû.’ Di baweriya wî de sedema nezewaca min xwendina min e.”
Tê teqezkirin ku gelek fîlm û rêzefîmên ku jiyana keçikên di vî temenî de hatin weşandin wek "du keçikên misrî" û rêzefîlma "dixwazim bizewicim " hatine weşandin lê mixabin ev her du jî êş û tundiya ku keçên misrî dijîn bi dawî nake. Meryem Litfî ya 36 salî ya ku li taxa Alzeytûniya Qahîreyê dijî, wiha behsa jiyana xwe dike " “Ez dermanfiroş im li nexweşxaneyek mezin, beriya du heyvan di navbera min û jinbira min de şerek qewimî, her în dema tê serdana me, li rêzefîlma ‘dixwazim bizewicim’ temaşe dike, ya ku şanoger Hind Sabirî tê de dilîze.  Ew jî li rola keçek dermanfiroş a dixwaze bizewice temaşe dike wekî çawa bersiv dide keça spinster ango ya mayî bê zewac.
Ev çîrok û serpêkhatî, ji hêla civak û malbatê ve dihêle ku keçik û malbat ji xwe şerm bikin. Wekî malbata Mûne Sabêt a 35 salî wiha behsa dema dergistîbûna xwişka ji wê biçûktir kir: "Beriya şîrîniya xwişka xwe bi rojekê min zanîbû ew ê bizewice, dema min xwest li gustîla wê binêrim qebûl nekir ditirsa ji çavên min. Dema min ev yek red kir dayika min got em ji te şerm dikin. Dema ku hinek pirs dikin dibêjin çima heta niha nezewiciye."
Her wiha Hacar Abdul Salam a 32 salî, ji bavê xwe her dem lêdanê dixwe. Hacar wiha dibêje: “Roja şîraniya keça apê min, em venexwandin şahiyê, bavê min bi awayekî hov li min da û got wê çawa min vexwînin lewer tu wekî belayek di jiyana me de yî" 
Em ji vê nûçeyê û van serpêhateyan ku ji bilî van bi hezaran hene fam dikin ku çiqas asta jin baş be jî xwende bin jî rastî tundî û îşkenceya derûnî tên sedem jî mijara zewacê ye. Gelo em dikarin li gorî zewac an jî ezeb, li nirxên jinan binêrin û cihê wan baş bizanibin. Ev pirs û gelek pirsên din li benda bersivên me ne.