Nexweşiyên dermatolojîk li kampên Idlibê belav dibin

Belavbûna nexweşiyên çerm di nav penaberan de li kampên ku nêzî çopan hatine avakirin û torên kanalîzasyonê li wan hene, zêde bûne.

 
SOOHÊR EL-IDLIBÎ
Idlib- Li kampên bakurê Sûriyeyê, nexweşiyên çerm ên curbecur bi awayekî berfireh belav dibin, nemaze li kampên qelebalix, ên ku paqijî û lênihêrîna tenduristiyê li wan kêm e.
Belavbûna qirêjiyê li nêzî kampan, nebûna ava vexwarinê, hebûna kanalên kanalîzasyonê yên vekirî, ji faktorên herî zêde ne ku bûne sedema belavbûna nexweşiyên çerm ên metirsîdar di nava koçberan de, bi taybetî kategoriya zarokan.
Heysem El-Dahdûh ê 12 salî ku xurîna çerm li tevahî bedena wî belav bûye, bi şev nikare ji ber razê, heta şerm dike ku ji konê derkeve ji ber xurîna zêde. 
Nikare kurê xwe bibe bijîjkek pispor
Heysem dibêje ku zêdetirî mehek e ji nexweşiyê êşê dikşîne bêyî ku tu derman bi dest bixe. Lê dayika wî, Selam El-Xetîb, a 38 salî, vê yekê rewa dike û dibêje ku rewşa wan a aborî ya zehmet nehişt ku kurê xwe bibe doktorekî pispor, ji ber xercên zêde yên muayene, test hewce dikin. Selam diyar dike ku ew bajarokê xwe Kansafra, li başûrê Idlibê, beriya sê salan koçber bûne.
Selam El-Xetîb wiha domand: "Hevserê min kêm caran karekî peyda dike lewre ez bi Heysem re çûm saziya tendirustiyê ya belaş li kampê lê wan dermanên bi bandor an guncaw ji rewşa wî re nedan, ji ber nebûna pisporan, vê yekê jî bû sedem ku kurê min heta niha êşê bikşîne.” 
Keça 8 salî ya bi navê Bara El-Selîm di heyama du mehan de cara duyemîn bi nexweşiya xurînê ketiye lê çareseriyek ji bo bidawîkirina pirsgirêkê û dermankirina êşa zarok bi vê nexweşiyê nehatiye dîtin . Vê yekê hişt ku zarok dûrî lîstokan bikeve û jiyana xwe bi awayekî normal nejî. 
Ji bo nexweşiyên çerm çareserî û dermanên mayînde tune ne
Dayika wê, Selam El-Bakrî a 40 salî dibêje ku keça wê êşê dikşîne û dide zanîn ku berê ji malbatê 5 kesên din jî pê ketibûn û ji deh rojan zêdetir domiyaye.  Selam got ku mirov vê neweşiyê  bi lez ji hev digrin lewre hejmareke zêde ji zarokên li kampê pê ketine û wiha domand: "Em der barê vê nexweşiyê de tiştek nizanin loma jî nikarin tiştek bikin, ev nexweşiyek çermî ya viral e, li gorî ku dermansazê yekane yê li kampê ji me re rave kir û hin melhemên çerm dan me. Ev yek jî tenê xurîn û êş hinekî kêm bike.”
Ew bi xemgînî berdewam dike: "Nexweşiyên rojane bûne beşek ji jiyana me. Şert û mercên ku em li vir dijîn, ne tu mercên jiyanî ne. Nizanim heta kengê em dikarin di vê hawirdora bi bêhn de li ber xwe bidin.”
Ji ber ku zarok her dem bi hev re ne nexweşî zêdetir belav dibe
Bijîşik Safaa Al-Allûş a 41 salî, pispora dermatolojiyê ye, di wê baweriyê de ye ku dijwariya veqetandina zarokên bi nexweşiyên çerm ji zarokên din ên saxlem ew e ku belavbûna enfeksiyonê di hundirê kampan de zêde dike. Enfeksiyonên ku herî zêde li kampan belav dibin laşmaniya, xurîn û hin nexweşiyên çerm ên din in.
Wê di berdewamiya axaftina xwe de got: "Nebûna paqijiyê û nekarîna penaberan ji bo kirîna malzemeyên buha yên paqijiyê ji ber xirabûna rewşa wan a aborî, bi vî awayî bûye sedema belavbûna pirsgirêkê û kêmbûna xizmetguzarî û hişyariyê. Ez rojane bi dehan haletên nexweşiyên çerm werdigirim û piraniya birîndaran ji zarokên ku li kampên Idlibê dimînin pêk tê. Ev yek jî dide xuyakirin ku şert û mercên kampan û nebûna xizmetguzariyan di wan de, pirsgirêkê aloztir kiriye ku niha tevgerek zû ji berpirsyaran hewce dike.”
“Divê saziyên têkildarî pirsgirêka nexweşiyên çerm cidî bigrin”
Wê bang li hemû rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên bijîşkî kir ku pirsgirêka nexweşiyên çerm li kampan cidî bigrin û ji bo kêmkirina wan bi zêdekirina îmkanên lênêrînê û xizmetguzariyê û dayîna dermanên dermanî yên belaş bixebitin. Nêzî milyonek û heftsed hezar penaber li deverên curbecur ên Sûriyeyê dijîn di nav de zêdetirî 1,400 kampên li bakurê Idlibê, di nav de bi sedan kampên bêserûber ên ku kêmî pêdiviyên jiyanê ne. Ev jî sedema sereke ya belavbûna nexweşî, epîdemî û enfeksiyonên çerm ên ku pir caran xeternak in û ne hêsan têne dermankirin tê hesibandin.