Nexweşiya leyşmaniya êrîşê kampên Idlibê dike

Belavbûna nexweşiya leyşmaniya li kampên Idlibê zêde dibe. Ji ber şert û mercên zehmet, bilindbûna pileyên germahiyê, belavbûna kêzikan û nebûna xizmetên bijîjkî, penaber gelek zehmetiyan dikşînin.

 
SOHÊR EL-IDLIBÎ
Idlib- Li kampên Idlibê nexweşiya leyşmaniya her diçe zêdetir dibe. Li gorî daneyên dawî yên ku di Gulana borî de hatin weşandin, zêdetirî 560,000 bûyerên nexweşiya leyşmaniyayê li bakurê Sûriyeyê hatine tomarkirin û hejmara kampên ji bi bandor bûne ji 130 derbas kir ku tê de zêdetirî 28 hezar malbat bi tevahî bi nexweşiya Leyşmaniyayê ketine.
Rama Al-Qadour a 20 salî ya bi nexweşiya leyşmaniyayê ketiye, qet texmîn nekiribû ku xala sor a li ser destê wê bi lez mezin dibe û dibe girêk Leyşmaniya be. Di destpêkê de wê texmîn kiribû ku kermêşê bi destên wê ve daye û wê demek zû rihet bibe lê berevajî her ku çû ew xal mezin bû û êşiya. Dema ku pijîşk rewşa wê dît, teqez kir ku nexweşiya eyşmaniyayê ye. Rêwîtiya wê ya ji bo dermankirinê li navendek bijîjkî ya dûrî cihê wê li kampa Qahê ya li bakurê Idlibê, dest pê kir. Dermankirina wê jî her hefte derziyek e.
“Ava kanalîzasyonê li kolanên kampê belav dibe”
Rama Al-Qadour ji şert û mercên kampê gilî û gazinan dike û dibêje: "Pêşkêşkirina xizmetan gelekî lawaz e û ava kanalîzasyonê li kolanên kampê belav dibe û bêhna pîs derdixe, ev yek jî dibe sedema gelek nexweşiyan.
Ne tenê Rama Al-Qadour êşa vê yekê dikşîne, gelek kesên din jî bi vê nexweşiyê ketine û di encamê de şop û deformasyonên daîmî li gel wan çêbûne. Leyşmaniya, wekî kula Helebê tê naskirin, ew nexweşiyek çerm e ku bêyî haya mirov jê hebe, ji kêzikek qûmê çêdibe û bi taybetî di havînê de, li cihên şil û qirêj zêde dibe.
Leyşmaniyaya vîzîsral dibe sedema mirinê 
Gelek cureyên leyşmaniyayê hene, ya herî xeternak vîzîsral e ku bandorê li hinavên laş dike û nîşaneyên wê bi germahiya bilind û xwîna kêm xwe didin der û dikare bibe sedema mirinê jî. Leyşmaniyaya çermî jî heye ku ew ya herî berbelav e û dibe sedema deformasyonên domdar. Cureya sêyemîn jî Leyşmaniyaya mukozî ye ku bandorê li poz û sinusên paranazal dike û di forma hebên biçûk de ye ku ew jî dibe sedema deformasyonên domdar. 
Bijîşka çermî Shadia Al-Abd-al-Rahman a 40 salî, bang dike ku her kes xwe ji cîhên ku mêşên qûmê çêdibin dûr bixin, tora mêşan bi kar bînin. Divê kincên ku laşê wan hemû digre li xwe bikin û di zûtirîn demê de serî li navenda tenduristiyê bidin. Her wiha beriya ku ev nexweşî mezin bibe û biteqe divê bi lez were dermankirin.
“Nexweş hewce ye 15 an jî 20 derzî li xwe bidin”
Der barê dermanên Leyşmaniyayê de destnîşan dike ku divê derziyên glugantim ji bo dermankirinê di destpêka enfeksiyonê de weriin bikaranîn. Derziyên navmuskulî de jî ew bi temenê birînê, zêdebûna wê û derengiya dermankirina wê re tên bikaranîn. Nexweş di serdema dermankirina xwe de bi hewceyî nêzîkê 15 heya 20 derziyê ne.
“Min digot qey tenê nexweşiyek biçûk a çerm e” 
Dayika zaroka bi navê Heysem El-Manna a Suheyla El-Jamous, pirsgirêka zarokê xwe yê bi Leyşmaniyayê ketiye re rûbirû ye. Ji ber ku kampên Dêr Hesan ji navendên dermankirinê bêpar in, ji bo bikaribe kurê xwe derman bike neçar bû her carê biçe bajarê Idlibê. Suheyla El-Manna wiha dibêje; “Min di destpêkê de hewl da melhem û dezenfektanê li birîna Heysem bidim, min texmîn kir ku ew tenê nexweşiyek biçûk a çerm e lê piştî demekê xuya bû ku ew leyşmaniya ye. Ji ber vê pêwîst bû  berê xwe bidim navendên tenduristiyê.”
Suheyla El-Jamous negirîngdayîna karbidestan bi kampan ku bûye cihê kêzik û mêşan rexne dike û diyar dike ku hr sal belavbûna qirêjî û ava kanalîzasyonê ya vekirî zêde dibe, vê yekê mirovên hejar gelekî westandiye û tengzar kiriye.  
Zêdetirî 28 hezar malbat bi nexweşiya leyşmaniyayê ketine.
Leyşmaniyaya çerm yek ji nexweşiyên enfeksiyonê yên di nav koçberan de herî zêde ye. Li gorî daneyên dawî yên di Gulana borî de hatin weşandin, zêdetirî 560,000 bûyerên nexweşiya leyşmaniyayê li bakurê Sûriyeyê hatine tomarkirin û hejmara kampên ji bi bandorbûyî ji 130 derbas kir ku tê de zêdetirî 28 hezar malbat bi tevahî bi nexweşiya leyşmaniyayê ketine.