Nêrînên Jinên Yemenê ji bo Roja Jinên Cîhanê

Jinên Yemenê nêrînên xwe der barê Roja Jinên Cîhanê de anîn ziman û wiha gotin: "8'ê Adarê weke roja tevgera femînîst a jinên têkoşer li hemû cîhanê ye. 8'ê Adarê wekî roja rêzgirtina jinan e.

RANİYA ABDULLAH

Yemen – Jinên Yemenê tevî zehmetiyên ku zêdetirî 7 salan e di şer de dijîn, xwe îspat kirine û qayîm li hember şert û mercanê pêre rû bi rû mane sekninîne. Di 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de, cîhan destkeftiyên jinan di civaka xwe de pîroz dike, derfetek ji bo daxwaza mafên jinan ên siyasî, aborî, civakî û rawestana li hember pirsgirêkan û zehmetiyên dijîn avadikin. Têkildarî mijarê ajansa me nêrînên hejmarek jinên yemenî der barê 8'ê Adarê de girt.

"8’ê Adarê encama têkoşîna jinan e"

Endama Meclisa Baroya Yemenê Rexda El-Meqtirî da zanîn ku ew 8'ê Adarê weke roja tevgera femînîst a jinên têkoşer li hemû cîhanê dihesibîne û wiha domand: "Ev roj sembola têkoşîna jinan a ji destpêka tevgera neteweyî ya van jinan heta roja me ya îro ye. Di salên derbasbûyî de jinên Yemenî karîn xwe îspat bikin, di 8'ê Adarê de çalakiyan li dar bixin û daxwaza mafê xwe bikin mîna hemû jinên cîhanê. Bibîranîna 8'ê Adarê her sal sembolek e û şahidiyek e ku jinan bi giştî di qadên têkoşîna femînîst de çi kirine."

"8’ê Adarê roja bihêzkirina piştevaniya jinane"

Rojnamevan Edîba El-Serawî jî anî ziman ku hin jinên Yemenê hene hîn bi wateya 8'ê Adarê nizanin û wiha axivî: "Jina Yemenî li welatekî ye ku jin tê de hema hema dihele, neheqî lê tê kirin û dibe ku bi fîşekên şer bê qetilkirin, rastî îşkence û revandinê tê û ji birçîna jî dimirin. Ji ber vê yekê hin jinên Yemenê hene ku wateya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê nizanin."

"8’ê Adarê cih da nêrîna jinan"

Çalakvana civakî Nûra El-Nûman got ku 8'ê Adarê cih da jinan û rola wan di avakirina civakê de di warên cuda de bi hêz kir û wiha pê de çû: "Jin di warê aborî de dikarin bibin xwedî hêz. Jin di hemû xebatên civakê de cih digirin. Di van salên dawî de, me dît ku gelek jinan di xebatên civakî û siyasî de cihê xwe girtine. Her wiha sazî, kom û însiyatîfên femînîst ku ji bo cîbicîkirina projeyên civakî û mirovahî dixebitin, hatine avakirin. Ev yek îsbat dike ku jin di civakê de stûnek bingehîn in.

"Roja rêzgirtina hebûn û nêrîna jinane"

Rêvebera Bernameyê di Rêxistina IYSO de Mirsîlya El-Esalî jî eşkere kir ku 8'ê Adarê ji bo wê rojeke pîroz e û ev tişt lê zêde kir: "8'ê Adarê wekî roja rêzgirtina jinan e. Di vê rojê de, ez heq dikim ku serkeftinên xwe û daxwazên xwe pîroz bikim, çi li ser asta kesane, malbatî an karsaziyê be. Lê mixabin çalakiyên ji bo rêzgirtina jinan têra pîrozkirina hewldan û mîtîngên têkoşîna wan nayên kirin. Tenê hin nivîs li ser medyaya civakî ji bo eşkerekirina vê rojê û girîngiya wê ji bo jinan tê belav kirin û ev tenê ji bo jinan ne bese. Pêwîst e ev roj li Yemenê were pîrozkirin, ji ber ku ew tevgerek cîhanî ji bo jinan tê hesibandin, ku hişyariyê bilind kir, bal kişand ser mafên jinan û bi lez û bez hewcedariya wekheviya wan bi mêran re pejirand. Di heman demê de 8'ê Adarê wekî sembola têkoşîna femînîst jî tê dîtin."