Nêrînên jinên Idlibê ji bo Roja Jinên Cîhanê

Jinên Idlibê nêrînên xwe der barê Roja Jinên Cîhanê de anîn ziman û wiha gotin: "Ev roj bûye sembola sekna jinên Sûriyeyê. Fikra pîrozkirina Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ji bo rêzgirtina ji bedel û destkeftiyên jinan çêbû. Wateya Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê dê mezintir bibe dema ku hemû jinên Sûriyên rizgar bibin."

SUHÊR EL-ÎDLIBÎ
Îdlib – Roja Jinên Cîhanê her sal di nava binpêkirin û zehmetiyên mezin de li ser jinên Sûriyeyê derbas dibe. Jinên li Sûriyeyê bi taybetî jinên li Idlibê, di van 11 salên şer de rastî zilm, neheqî, biçûkxistin, binpêkirin û zehmetiyên mezin tên. Lê tevî vê yekê jî jinên Sûriyeyê li ber xwe didin, hebûn û sekna xwe didomînin. Têkildarî mijarê jinên Idlibê nêrînên xwe der barê vê rojê de ji me re anîn ziman. 
"Roja Jinên Cîhanê bûye sembola sekna jinên Sûriyeyê" 
Rêvebera Rêxistina Mezaya ya Jinan a Idlibê, Xalya El-Rehal a 46 salî diyar kir ku Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bûye sembola sekna jinên Sûriyeyê û wiha pê de çû: "Jin hêvî ne divê her tim bi hêz bin û mafên xwe biparêzin. Hûn çavkaniya aştî û ewlehiyê ne. Jinên Sûriyeyê ji ber encamên şerê li wê derê, ji hemû civaka Sûriyeyê zêdetir bi bandor bûne."
"Fikra pîrozkirina vê rojê ji bo rêzgirtina bedel û destkeftiyên jinan e"
Çalakvana sivîl Ayşa Mitermawî ya 28 salî anî ziman ku jinên Sûriyeyê ne tenê di jiyana rojane de, di heman demê de di warê siyasî, civakî û çandî de jî çalak in û wiha lê zêde kir: "Jinên Sûriyeyê hebûna xwe îsbat kirin. Fikra pîrozkirina Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ji bo rêzgirtina ji bedel û destkeftiyên jinan di warên cuda yên jiyanê de çêbû.
"Jin li hemû qadan şopa xwe dihêlin"
Çalakvana civakê Nadya Zêdan a 31 salî jî da zanîn ku jinên Sûriyeyê bi hêz, îlham û xwedî sebr in, ev yek ji sedemên herî girîng e ji bo sekna wan di şer, pevçûn û binpêkirinên li pey hev de heta niha û wiha domand: "Jin tevî hemû tiştên ku bi wan re rû bi rû dimînin jî li her qadê şopa xwe dihêlin û bêtirs çalakiyên xwe didomînin. Hemû zehmetiyan û desthilatdariyên xeyalperest ên ku wan ditepisînin û liv û tevgera wan dişopînin derbas dikin."
"Dema hemû jinên Sûriyeyê azad bibin dê wateya vê rojê mezintir bibe"
Berpirsyara dosyaya jinan a di tîma Mejd de û berpirsyara yetîmxaneya Beyt El-Êle, Hesna Dehnûn a 48 salî diyar kir ku jinên Sûriyeyê heta niha jî di zindanan de ne, li welatên din penaber in û di kampan de rastî neheqî û çewisandinê tên. Beyt El-Êlî got ku dema axa Sûriyeyê ji şer û pevçûnan rizgar bibe û jinên Sûriyeyê li ser axa xwe bi azadî û aramî bijîn dê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bibe xwedî wateyek pir mezintir û li gorî wateya xwe were pîrozkirin." 
.