“Nehêlin astengdariya we bigihîje ruhê we”

Elfe Balî diyar dike ku hevoka "Tiştên ku kesên jêhatî nikaribûn bikirana tu yê bikî" jiyana wê guhertiye pê re jixwebaweriyê afirandiye û ev yek bûye sedem ku tevî astengiyên fizîkî jî bi xebatên xwe bibe jineke serkeftî

ZIRÛR EL-MEŞRIQÎ
Tûnis- Bi rûkenî û bişirîneke tijî hêvî pêşerojeke bedew xêz dike, tevî astengdariyê jî bi israra xwe ve girêdayî ye. Di şert û mercên giran de jî wê xwendina xwe bi serkeftî derbas kir û ji her kesê re bû pêşeng lewre astengdarî li pêş Elfe Balî nebû astengî. Ji bo ku bibe yek ji wan kesên serkeftî û şopa xwe di nava xebatên civakî de bihêle her dem bi vîn û israreke mezin li ber xwe da.
Ew di zaroktiya xwe de bi bîreweriya xwe ji her kesê cudatir bû tevî êş û zehmetiyên ku ji ber astengdariya xwe dikişand jî wê her tim serî hilda û li hemberî hemû pirsgirêkan sekinî. Wê xwe li ser civakeke ku her dem jinan lawaz dibîne ferz kir. Elfe Balî di paymengeha bilind a zanyarî de bijîşk e û li bajarê Sefqas Rêvebera Navenda Pîşeyan e.
Min ji ber rewşa xwe ya tenduristiyê karê ragihandinê ji bo xwe hilbijart
Elfe Balî di sala 1980’yan de ji dayik bû, wê di jiyana xwe de gelek astengî dîtin. Li ser vê yekê dibêje; “Ji ber rewşa min a tenduristiyê, min ji bo xwe qada ragihandinê hilbijart ji ber ku ragihandin hewcehiyeke mezin a fizîkî naxwaze lê belê hewcedariyeke hişmendiyê ye.”
Tevî astengdariya xwe jî ew niha li bajarê Sefqas di paymengeha bilind a zanyarî de berpirsa beşa ragihandinê ye.
Bi bişirîneke bedew Elfe Balî çîroka jiyana xwe û serkeftina xwe vedibêje û wiha didomîne: “Serkeftin encama ked û berxwedanê ye, min pir hewl da kesayeta xwe bi pêş bixim û hemû zehmetiyan derbas bikim. Li pişt serkeftina min malbata min hebû lewre malbateke wisa bû ku zarokên xwe li ser israra pêşketinên ji bo jiyanê mezin dikir û dixwest armancên xwe pêk bîbin.”
Der barê astengiyên ku ji ber astengdariya xwe pê re rû bi rû maye jî wiha dibêje; “Bi rastî ez niha jineke serkeftî me lê gelekî westiyam heta ku gihîştim vê astê. Di dema xwendinê de min ji ber rewşa xwe, di çûnhatinê de gelekî zehmetî dikişand. Bi taybetî dema ku bavê min wefat kir ez bi rastiya jiyanê ya jandar hesiyam. Ji wê demê û şûn ve min xwest di hemû waran de xwe bi pêş bixim.”
Li gorî ku Elfe dibêje wê hêza xwe ji gotina zanyarê fizîkê yê Brîtanî Stefin Hokîng a "Serkeftin çîrokeke westandinê ya domdar e" girtiye.
Nêrîna civakê ya ji kesên astengdar re nayê guhertin
Elfe Balî dibêje ku civak qebûl nake kesên astengdar bi kesên din re eleqedar bin, bi çavekî biçûk li wan dinêrin û wiha axaftina xwe domand; “Ez xwedan kesayeteke bi hêz im, min karibû xwe bi pêş bixista û bi kesên li derdora xwe pêwendiyan çêbikira.”
Elfe Balî diyar dike ku civak piraniya caran beşdariya kesên xwedan hewcedariyên taybet di çalakiyên civakî de red dike lewre texmîn dikin ku kesên astengdar nikarin di çalakiyan de cih bigrin. Ev yek jî meyl û hêza di hundirê gelek kesan de dikuje.
Elfe Balî da zanîn ku nêrîna civakê ya neyînî ji kesên astengdar re her dem wekî xwe ye, nêrîneke li dijî dilovanî û rûmetê ye. Elfe wiha didomîne: "Dema ku ez di sala xwe ya yekem de ketim Koleja Endezyariyê berpirsekî ji min re got ‘tiştê ku kesên jêhatî nikaribûn bikirana tu yê bikî? Ew hevok jib o min bû motîvasyonek bi hêz a lêgerîna zanîn û pêşketinê… Ez îro di heman zanîngehê de bijîşk im.” 
Tevî hemû zehmetiyan jî Elfe Balî bi ser ket û karibû di jiyan û karê xwe de serkeftinan bi dest bixe. Jiyan li gorî Elfe Balî mîna derfetan e ku mirov bi xwe çêdike û bi pêş dixe.
Elfe diyar kir ku tinaz û henek, bandorê li hestên mirovên hewcedar dikin û dibe ku wan carcaran ber bi êrîşkariyê ve jî bibin û bibin sedem ku ji civakê dûr bikevin. Li ser vê nêzîkatiya bêrêz Elfe wiha dibêje; “Kesên astengdar kesên normal in, nêzî wan û dilê wan bibin, bi hezkirin li wan guhdarî bikin belkî hûn êşa wan fam bikin. Xwedan hewcedariyên taybet in, wan kesan roket çêkirine û xwe ji hemû cîhanê re dane îsbatkirin lê li welatê me berovejî vê yekê ew astengdaran biçûk dibînin.”
Ketina nav jiyana siyasî
Elfe Balî li Tûnisê tevî hemû astengiyan bi riya hilbijartinên şaredariyê re di lîsteyek ku ji aliyê astengdaran ve hatibû amadekirin tevli jiyana siyasî bû. Armanca wê parastina mafan bû. Bi rastî me ji her kesê re îsbat kir ku kesên astengdar xwedan hêz û îrade ne.
Der barê tecrubeya xwe ya di hilbijartinan de Elfe Balî wiha dibêje; “Wê tecrubeyê hişt ku ez bawer bikim kesên xwedan hewcedariyên taybet divê li navendên biryardayînê hebin ji ber ku berpirsyar bi hewcedariyên astengdaran nizanin.”
Elfe Balî destnîşan kir ku tecrubeya wê ya siyasî hişt ku ew pêwendiyên siyasî û civakî ava bike û wiha axaftina xwe domand; “Armanca min a bingehîn ew bû ku ez zagonên der barê kesên xwedî hewcedariyên taybet de derbixim û mafên wan misoger bikim.”
Elfe Balî di dawiya axaftina xwe de ji kesên xwedan hewcedariyên taybet re wiha got; “Nehêlin ku astengdariya we bigihîje giyana we. Li ser afrîneriya xwe timî balder bin. Dev hûn dest ji tiştên ku ji wan hez dikin bernedin.”