Navnîşana piştgiriyê: Komeleya Jinan Rosa

Li Amedê jin li dijî şîdetê li Komeleya Jinan a Rosayê tên ba hev. Li bajarê ku saziyên jinan bi destên dewletê hatin girtin komele biçûk e lê ji bo jinan tê wateya piştgiriyeke mezin.

PINAR URAL
 
Amed - Li Amedê di salên dawiyê de ji ber Biryarnameyên di Hukmê Zagonên OHAL’ê de û qeyimên ku hatine tayinkirin, gelek saziyên jinan hatin girtin. Çawa ku cihên jinan lê bêhnê digirt yek bi yek hatin xirabkirin, saziyên ku dema jiyana wan di xeterê de bû ji bo wan alîkarî dikirin jî yek bi yek ji destên wan hatin girtin.  
Li Amedê, saziyên jinan ên hatine girtin, veguherandine Navendên Piştgriya Malbatê. Di rewşeke wiha de Komeleya Jinan Rosa, bi hemû bêderfetiyan dixebite û dixwaze nîşanî jinan bide ku bi têkoşînê cîhanek din mumkun e. Ji bo komeleya ku di nava salek de bûye navnîşana jinan, ne tenê ji Amedê, ji Merdîn, Wan, Şirnex, Êlih û Sêrtê jî serlêdan çêdibin.
“Em rojek jî nikaribûn bisekinin”
Seroka Komeleya Jinan Rosayê Adalet Kaya, diyar kir ku komeleyê navê xwe ji Rosa Luxemburg girtiye, ji aliyê gerdûnê ve ew ji têkoşîna jinan îlham digrin, di 29’ê kanûna 2018’an de bi parêzvanên mafên jinan ên xwediyên pîşeyên cur be cur biryarek wiha dane. Kaya, dibêje “Rojek jî em nikaribûn bisekinin” û balê dikşîne ku her roja diçe serlêdanên ji bo komeleyê zêdetir dibin. 
“Em ji bo guherîna zîhniyetê derketin rê”
Komeleyê di xebatên xwe de hem piştgiriya hiqûqî û psîkolojîk da jinan hem jî pêşengiya “Tora Têkoşîna bi Şîdetê” re kir. Adalet Kaya, diyar dike ku bi avêtina qeyiman a şaredariyan re cihên serîlêdanê û hemû saziyên civakî yên sivîl hatine girtin û tê xwestin ku jin tenê li cihên taybet werin hepskirin. Kaya dide zanîn ku ji ber ji civakê gelek daxwaz zêde bûne, wan biryara vekirina komeleyê daye û wiha behsa wê pêvajoyê dike: 
“Hem şîdeta mêran hem jî ya dewletê bi her awayî bandorê li ser jinan çêdike. Mixabin, jin li cihê kar jî li malê jî li kolanê, li malê û li her derê rastî şîdetê tên. Gelek mêr nizanin ku şîdetê dikin, an jî ji ber ku şîdet di nava civakê de bi cih bûye, hatiye pejirandin, ziman û helwesteke bi şîdetê dagirtî heye, jin jî nizanin ku tişta dibînin û dijîn şîdet e. Lewre nikarin pênaseya şîdetê bikin, ji ber ji bêsînoriya şîdetê agahdar nîn in, wisa bêdeng û bê bertek in. Ji ber vê yekê ji bo em di civakê de ji aliyê cudahî û zîhniyetê de veguherînê çêbikin me ev komele ava kir. Armanca me ew e ku em xwe bigihînin jinên li tax û malan, bidin zanîn ku şîdet bêsînor e, gelek cureyên wê hene û zêdetir jî li dijî jinan pêk tê. Em dixwazin bi mêran re jî veguherîna zîhniyetê çêbikin. Komele çawa vebû, ji ber ku saziyên jinan bi KHK’ê û hatina qeyiman yek bi yek hatibûn girtin, gelek kesan serlêdana şîdetê kirin. Lewre saziyek ku jin biçinê û serlêdan bikin nemaye li Amedê. 
Şîdeta li bajar roj bi roj derdikeve holê 
Adalet Kaya, diyar dike ku derfetên wan kêm in, ji ber wê yekê carna bêçare dimînin. Kaya dibêje ku piştî “Tora Têkoşîna bi Şîdetê” re ava bûye, wan zûtir dikaribûn bersivê bidin serlêdanan û balê dikşîne ku bi vê xebatê nexşeriya şîdetê ya li bajar derketiye holê. 
Kaya wiha didomîne: “Bi vê xebatê nexşeriya şîdetê ya bajar derdikeve holê. Lewre em bi hev re li ser daneyan dixebitin. Di meha temûzê de me rapora xwe ya yekemîn deklare kir. Encam her çiqas moralê mirov xirab bikin jî pêdiviya civakê û saziyan bi vê xebatê hebû. Ji bo em pêşiya xwe bibînin, birînên xwe yên kûr derman bikin, diviyabû me her tiştî bidîta û vegota. Xebatên me ji hemû beşên civakê bersivên erênî digre. Em dibînin ku bawerî me bi çêbûye û jin bi baweriyek mezin tên ba me. Ev yek jî têkiliya me zêdetir dike û em vê yekê girîng dibînin lewre azadiya jinan û têkoşîna wan tenê bi têkilî, piştgirî û rêxistinbûyînê mumkun e. Heta niha bi du meşên mezin ên jinan û çalakiyên ku hemû bajar xistin bin bandora xwe; me bertekek ji bo bidawîbûna kuştina jinan, nîşan da. Li Amedê di navbera mehên hezîran û temûzê de li pey hev 4 jin hatin kuştin û dema em li van 20 salên dawî mêze dikin, dibînin ku ev rewşeke nû ye. Ji ber vê yekê diviyabû me di cavakê de hişyariyek çêbikira û me hefteyek, bi rengên reş û mor, bi çalakiya bêdeng a sivîl, me dengê xwe bi cîhanê da bihîstin.”
Civaknas Rûken Erguneş Ozdemîr /Damezrînera Komeleya Jinan Rosayê 
 
“Komeleya me bû çirûskek ronî. Rewşek ku her kes bi pirsgirêkên xwe re mijûl dibû çêbûbû, kes nikaribû were ba hev. Di rewşeke wiha de kes tiştên dihatin serê wî/ê bi analîzên civakî yan jî polîtîk, civaknasî şîrove nedikir, wekî ku tişteke şexsî be tenê ew lê rast hatibe didît û fam dikir. Ji ber wê jî zehmet bû bihatana ba hev, birînên hev derman bikin, tabloya giştî analîz bikin. Sedema bingehîn a vekirina komeleyê ev bû ku em cihekî piştgiriyê ava bikin. Jixwe me çawa ava kir, gelek serlêdan çêbûn. Bi hevalên dilxwaz ên li komeleyê re me dest bi kar kir. Bi serlêdanek re em di warê çareseriyê de zêdetir bi organîzeyî xebitîn. Wê demê “Tora Şîdetê” ket dewrê. Her sazî berpirsyariya xwe bi cih tîne, bi vê yekê em zêdetir bi organîze karê xwe dikin. Sedema zêdebûna kuştina jinan, polîtîkayên heyî ne. Yan jî ji ber nebûna polîtîkayên di vî warî de ye. Li Tirkiye yan jî li tevahiya cîhanê rewşa bêbawerî, krîzên heyî, pergala antî temokratîk û rewşa neçareseriyê, kaos, desthilatdariya muhafezekar xwedî dike. Îro hem li cîhanê hem jî li Tirkiyeyê, deme em li pergala siyasî û civakî mêze dikin encam ev e. Em dikarin vê bibêjin; vegera ji vê yekê tune ye. Ev organîzmayeke zindî ye û civak, laboratuarên ku desthilatdarî encamên dixwazin ji wan bigrin nîn in. Em kobay nîn in.”