Navnîşana durî şidetê Gundê Jinwar

Endama Rêveberiya Gundê Jinwar Rûken Rojda têkildarî avakirina gundê Jinwar ê weke yekemîn gund ê bû bersîva hemû cureyên tundiya li ser jinan got: “Gundê jinwar yek ji berhemê têkoşîn û berxwedana jinan e. Jiyana jinan di Jinwar de despêkir, jinên ku nikarin rehet xwe pênase bikin dikarin werin gundê Jinwar bijîn, xwe bînin ziman û kesayeta xwe xurt bikin. Jinwar gundê perwerde û hînbûna îradeyê ye, her wiha modêla biçûk a Netewa Demokratîk e."

Endama Rêveberiya Gundê Jinwar Rûken Rojda têkildarî avakirina gundê Jinwar ê weke yekemîn gund ê bû bersîva hemû cureyên tundiya li ser jinan got: “Gundê jinwar yek ji berhemê têkoşîn û berxwedana jinan e. Jiyana jinan di Jinwar de despêkir,  jinên ku nikarin rehet xwe pênase bikin dikarin werin gundê Jinwar bijîn, xwe bînin ziman û kesayeta xwe xurt bikin. Jinwar gundê perwerde û hînbûna îradeyê ye, her wiha modêla biçûk a Netewa Demokratîk e."
 ROJ HOZAN
Qamişlo- Yek ji destkeftiyên keda jin di nava qada şoreşa Rojava de gundê Jinware ku di 25'ê Mijdara 2018'an de hatiye vekirin. Gundê Jinwar li Başûrê bajarê Dirbêsiyê yê Kantona Hesekê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin. Beriya gund were avakirin li ser projeye ku gundek taybet ji bo jinan hebe gelek lêkolîn hatin kirin. Di sala 2017'an de projeya wê hat erêkirin û ji aliyê tevahî jinan ve dest bi avakirina gund hat kirin. Gundê Jinwar taybetmendiyeke wê ya cuda ewe ku şêniyên gund tenê jinin. Ev gund bi keda jin, nêrîn û pêşniyara wê hat pêşxistin. Di nava salên şoreşê de piştî ku derfetên mezin ketin destê jinê êdî pêwîstbû ku jin û zarokên rastî tundiyê tên Jinwar bibe warê wan.
Avakirina Jinwar bersîve herî guncaw ya tundiyê ye
Dema mirov derbasî Jinwar dibe, xemla jin û xweşkbûna jiyana bi keda jinê hatî çêkirin tê dîtin. Li aliyekî sîstema avakirina malên ku ji kelpîcên ax li gor demsalên  serma û germê hatiye lêkirin, li aliyê din jiyana komînal û tama kedê ya ku êdî jin ji bo xwe dike heye. Di nava Jinwar de her der xwezaye, mirov dikarê bêje bûhişta jinan ya li ser rûyê erdê ye. Li Jinwar jinan erd bi xwe çandina û jê pêdîviyên xwe peyda dikin, her wiha sewalan xwedî dikin, nan çêdikin û li pêşiya malên xwe jinan kulîlk çandine ku deruniya mirovan rehet dike. Li Jinwar mirov civata jinan, îrade û hêza wê dibîne, carekê li hember zîhniyeta serwer a jin piçûk dixistin û careke din li hember mexdûriyeta jiyanê ya jin ji keda wê bê par dihişt. Avakirina Jinwar bersîve herî guncaw ya tundiyê ye. Di jinwar de şêwra jinan heye, jin li hevdu kom dibin û biryara xwe bi xwe didin û di nava kêliyên jiyanê de kêfxweş û bextewar dibin. Ger mirov bixwaze ked, jiyana komînal, hêz, hebûn, xweza û pêşengtiyê pênase bike bila berê xwe bide gundê Jinwar.
Di derbarê gundê Jinwar û jiyana ku jin lê jiyan dikin de Endama Rêveberiya gundê Jinwar Rûken Rojda ji ajansa mere axivî.
“Jinwar modêla biçûk ya Netewa Demokratîke”
Rûken avakirina Gundê Jinwar li tevahî jinan pîroz kir û  got: “Bi keda hezaran jinên têkoşer me karîb em bighêjin van rojên ber bi azadiyê ve. Em weke jinên Suriyê û bi taybet jinên Bakurê û Rojhilatê Suriyeyê di rewşên pir zehmet re derbas bûn û rû bi rûyên şer, tundî û tujiyê hatin. Ji mere pir bi wate bû ku di rojeke weke 25’ê Mijdarê Roja têkoşîna li dijî tundiyê gundek ji bo jinan bê avakirin. Jiyana jinan di Jinwar de despêkir û hemû destkeftiyên ku di gund de hatine bi destxistin her sal em diyarî hemû jinan dikin. Gundê Jinwar yek ji berhemê têkoşîn û berxwedana jinane. Em di sedala 21’an de dijîn û weke Rêber Apo pênase kiriye ev sedsala şoreş û vîna jinê ye.  Gundê Jinwar bi avakirina xwe re bala gelek jinan kişand û girêdaneke pir xurt jêre çêbû. Jin di nava civakê de nikarîbû fikir û îradeya xwe azad bîne ziman û dema proje ji bo pêşketina civaka xwe pêşkêş dikir rastî gelek astengiyan hat, gundê Jinwar bersîva vê yekê bû. Jinên ku nikarin rehet xwe pênase bikin dikarin werin gundê Jinwar jiyan bikin, xwe bînin ziman û kesayeta xwe xurt bikin. Jinwar gundê perwerde û hînbûna îradeyê ye, her wiha modêla biçûk ya Netewa Demokratîke.  Sîstema jiyana jin ya komînal di gund de rê dide vê yekê. Di gundê Jinwar de Meclisa Jin, Meclisa Zarokan, Meclisa Dayikên Şêwermend heye û pirsgirêkên jinan bi hevdu re çareser dikin. Jin bernameyên xwe yên rojane pilan dikin û girêdana xwe bi axê re jî qayîm dike, jin pir rehet dikare vegere cewherê xwe û bi hemû zindiyan re eleqedar bibe. Di heman demê de zarokên gund jî li ser vê bingehê mezin dibin.”
“Pêwîste jin berî her tiştî dîroka xwe binase”
Rûken bal kişand li ser girîngiya naskirina jinê di dîrokê de û wiha dom kir: “Pêwîste jin berî her tiştî dîroka xwe nas bike û nav de jî esasên avakirinê hîn bibe weke dema çandiyê û rola xwe ya pêşengtiya jiyanê binase. Dema jin dîroka xwe têbighêje wê siyaseta tunekirinê ya li ser hebûn û îradeya wê dihate meşandin baş fam bike, em îro li wê jina pêşeng digerin. Ji bo em vê zîhniyeta baviksalarî ser xwe bişkînin, pêwîste em ji jintiya xwe hez bikin û bi zanistê têkoşîna xwe bidomînin da ku hevjiyaneke azad û demokrat em bidin avakirin. Di encamê de jiyan ji herdu zayenda tê avakirin û herdu hevdu temam dikin, bi vê rihê berpirsyartiyê divê em tevbigerin. Bi jina zane têkoşîna xwe berdewam dike.”
“Jin bi xwesteka xwe hatine gund û lê dijîn”
Rûken bi bîr xist ku şêniyên di gundê Jinwar de dijîn û xwestekên ku ji bo wê têkoşîn dikin û dibêje: “Jinên îro di gundê Jinwar de jiyan dikin pêkhateyên Kurd û Erebin, her wiha deriyê gund ji bo tevahî jinan vekiriye. Ya din me cihek di gund de ji bo Jinên Enternasyonal veqetandiye, ji ber jin ji hemû welatên derve tên serdana me dikin û lêkolîn xwe di hundirê gund de dikin. Ev jin dixwazin sîstem û jiyana di gund de bi jinên welatê xwe re jî parve bikin. Hemû jin bi xwesteka xwe hatine gund û lê dijîn. Dema mirov dikeve nava pirsan de mirov dibîne hemû cureyên zilim û zordariyê di bin nave urf û adetên civakî li ser jinan hatiye meşandin û mafê wê hatiye binpêkirin. Lêgerînên jinan cihê rêzdariyê ye, eşqa jina ji jiyanê re pir zêde ye û her mohra xwe li wê jiyana ku berde ked dide dixe. Jin pêwîstiyên xwe yên jiyanî dûrî serweriyê peyda dike û wisa di nava rehetiyê de dijîn. Dibe gundê Jinwar ne gundê yekemîn be ji ber gundê yekemîn yê jinan li Afrîqayê hatiye avakirin, lê li ser asta Rojhilata Navîn gundê Jinwar ê yekemîne. Dema jin ne heqî û zilim qebûl nedikir cihekî berê xwe bideyê ji ber zîhniyeta civakê nebû, lê îro cihê wê, gund û ware wê heye. Pir caran malbata jin wê qebûl nedikir û li mala hevjîn jî zilim didît tu cihê wê nebû ku biçitê û wê koletî qebûl dikir. Jin êdî niha ne mecbûre koletî û tundiyê qebûl bike.”
“Jin bi yekîtî û kombûna xwe dikare kesayeta jina demokrat ava bike”
Rûken daxwaz ji jinan kir ku xwedî li keda xwe derkevin û koletiyê ser xwe qebûl nekin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Peyama me ji hemû jinan re em li kuderê bibin bila bibin pêwîste em têkoşîna xwe ya avakirina jiyaneke azad, demokrat û wekhev têde edalet hebe, dewam bikin. Jin bi yekîtî û kombûna xwe dikare kesayeta jina demokrat ava bike û ji civakê re bibe pêşeng.”