Navenda Ragihandinê ya Civakî di çarçoveya projeya kayanî de gera qadê li dar dixe

Navenda Ragihandinê ya Civakî (CMC) gera qadê li bajarê Xezayê ji bo serlêdana hinek ji saziyên sivîl ên parêzgehên navîn, bi beşdariya hejmarek ji parêzvanên mafên jinan di çarçoveya projeya wekheviya zayendî ya civakî de bi navê "kayanî" organîze kir ku xebatên xwe yên sala sêyemîn li pey hev bi hevkariya Rêxistina KARE ya Cîhanî re li Filistînê li herêma Xeza û aliyê rojavayê herêmê pêk tîne.

REFÎF ÎSLÎM
Xeza- Li Filistînê Navenda Ragihandinê ya Civakî (CMC) bi hevkariya rêxistina KARE gera meydanî organîze kir. Ev yek jî ji bo serlêdana saziyên sivîl e, tekildarî vê mijarê rêvebera Navenda Ragihandinê ya Civakî Andaleb Adwan got ku navend bi projeya keyanî hewl dide kapasîteyên ciwanên Filistînê bi pêş bixe û jêhatîbûnên pêwîst ji wan re peyda bike da ku karibin parastina mafên jinan pikin û parêzvaniya pirsgirêkên jinan bikin.
Rêveebera projeyan a li Navenda Ragihandina Civakî Xilod El Swalma got ku ev gera sêyemîn e ji nav gerên ku ji aliyê navenda saziyên navdewletî û herêmî ve tê organîzekirin ku di warê parastina mafên mirovan û mafên jinan de dixebite. Her wiha wê destnîşan kir ku serdana di çarçoveya projeya kayanî de bi beşdarbûna jin û mêrên parêzvanên mafên jinan ku di sala borî de beşdarî projeya kayanî bibûn tê pêkanîn.
Xilod El-Swalma da zanîn ku ev serdan bi armanca naskirina ciwanan bi mekanîzmaya xebata zaziyan re û pêşxistina pîşeyên wan di warê xebatê de ye û di destekdayînê de bi wan nasandina çawaniya xebatan û nîqaş li ser bername û xizmetên ku ji jin, ciwan û kesên kêmendam re tê pêşkêşkirin da ku ji tecrubeyên xwe ezmûn bigrin.
Di çarçoveya projeyê de rêxistina CARE ya navneteweyî li dijî tundiya zayendî disekine
 
Meydanî ya Projeya keyanî Îman Zereb eşkere kir ku riya gera parêzgeha navîn ji Navenda Ragihandinê ya li bajarê Xezayê dest pê dike û ber bi Navenda Tenduristiyê ya Jinan li El-Birîc a girêdayî Komeleya Çand û Ramana Azad ve diçe. Her wiha Îman da zanîn ku beşdar ji aliyê xebatkara civakî Sumeya El-Besûs ve hatine pêşwazîkirin. Beşdaran gera xwe ber bi Komeleya Newa ya çand û hunerê ve li Dêra El-Beleh berdewam kirin. Komele gelek piştgiriyê dide beşa zarokan û şeş navend ji bo wan ava kiriye. 
Di çarçoveya projeya keyanî de, Rêxistina CARE ya navneteweyî li Filistînê, ji roja damezrandina xwe ve, li hemberî tundiya zayendî disekine.
Hêjayî gotinê ye ku Navenda Ragihandina Civakî (CMC) rêxistineke sivîl e, ji sala 2007'an ve hatiye avakirin û hewl dide rola medyayî di mijarên pirsgirêkên civakî de bi pêş bixe.