Navenda Hêvî ji zarokên astengdar re buye Hêvî

Navenda Hêvî ku taybet ji bo zarokên Down Sendrum, Otizim û astengdar yên mexmurê hatiye vekirin ji bo pêşketina zarokan bûye hêviyek mezin.

 
HÊVÎDAR TALÎ
Musil - Li her deverên cîhanê hêjmara zarokên astengdar her ku diçe zêde dibe. Ev jimare li wargeha penaberan a Mexura ser bi bajarê Musil ê mirov dikare bêje ji sedan 10 zarokên astengdar hene. Ji ber bê derfetiya di nava penaberiyê de lê nêrina van zarokan ji aliyê malbatan ve gelek zahmet bûye. Ji bo vê yekê her çendî li Mexmurê defet nebû ku ji bo zarokên astengdar cihek were avakirin, komek ciwanên ku beşê Derunzanî qedadîn bi alikariya qomiteya Tendirustiya Wargehê di sala 2018’an de dibistanek biçûk bi navê Navenda Hêvî ji bo zarokên astengdar hat vekirin. Êdî ev zarok jî ji ber cihek yên wan yên taybet heye bi kelecan û bi hêviyek mezin berê xwe dan vê dibîstanê.
Di derbarê avbûn û pêşketinên zarokên astengdar, Down Sendrumu û Otizim de Rêvebera Navenda Hêvî Xurbet Tunç ji ajansa me re axîvî û diyar kir ku armanca wan ewe ku ew zarok bi tena serê xwe bikarin di nava civakê de pêwîstiyên xwe yên rojane pêkbînin. 
“Hewildanên me ewe ku ji nebesiyên heyî re bibîn bersiv”  
Rêvebera Navenda Hêvî Xurbet Tunç di destpêka axaftina xwe da diyarkirin ku wan ji bo zarokên astegdar bi xwe bikarin xwe rêve bibin wan perwerde dikin û wiha behsa avakirina vê navenda kir û got: “Navenda Hêvî di 20’ê Tebaxa sala 2018’an de ji aliyê qomiteya Tendirustî û hinek xwendevanên beşê Derunzanî ve hatiye avakirin. Her çendî ku ve derneg jî mabe, hewildanên me ewe ku em ji nebesiyên ku heyîn re bibin bersîv. Çawa ku ev zarokane di nava civak û li derdor weke kêm tên hesibandin yan ji bi çavê dîn lê tên meyze kirin hewildanên me ewe ku em van zarokan bi civakê bidin qezenç kirin. Da ew jî bibinin ku ger zarok di perwerdeyek baş re derbaz bibe, wê bi kare xwe di nava civak û derdor de bibine û bikare jiyana xwe ya asayî bi domîne û bi karin xwe bi rêve bibin û wek zarokên din wê bi karin pêdiviyên xwe yên rojane pêk bînin.”
“Ger di perwerdê de navber were dayîn kêbûn çêdibe”
Xurbetê di axaftina xwe de bal kişand li ser ditina perwerdeya zarokên astengdar û wiha dom kir: “Bi giştî navê 35 zarokan li vêderê qeyd kirî heye. Hinek ji ber rewşa şewba Korona, hinek ji ber bê xemiya malbatan bi awayek rêk û pêk nayê rêkirina ji bo Navendê. Hinek rojan tên, hinek rojan nayê ev ji debe sedem ku siqetbûn di perwerdê de rû bide. Ger di perwerdê de navber were dayîn dibe sedem ku ew tiştên ku zarok girtin ji bîr bikin. Herwiha divê bi gîştî bi rêk û pêk beyî ku navber were dayîn ev zarok wein perwerde kirin. Tiştên ku li vê derê, mal û derdor dibinin her wiha li mal dubare bikin.”
“Hefteyê pênç rojan em zarokan perwerde dikin”
Xurbetê da diyarkirin ku ew sê curên zarokan yên astengdar, Down Sendrumu û Otizim perwerde dikin wiha behsa şêweyê perwerdê kir: “Bi giştî li Navenda Hêvî sê curên xwendevanan hene. Zarokê astengdar, Otizim û Down Sendrumu em li vê derê perwerde dikin. Perwerdeya me di nava hefteyê de 5 roj em perwerde dibinin tenê rojên şemî û Înê navbere weke din rojên dinê herdû danan zarok tên perwerda xwe dibinin.” 
“Perwerdeya me qademe qedeme tê dayin”
Rêvebera Navenda Hêvî Xurbet Tunç di dawiya axaftina xwe de behsa pêşketinên ku piştî perwerdê bi van zarokan re çêbûye yek jê naskirina lawirane û wiha anî ziman: “Yek ji cihên herî pîroz tê ditin yek jî ev Navende armanca me ewe ku em van zarokan bi civakê bidin qazanç kirin, bikarin xwe bi rêve bibe û bikarin pêwîstiyên xwe yên rojane û yên jiyanî bi tena serê xwe pêk binin. bê guman zarok li vêderê pêşdikevin ev pêşketinane ji li ber çavanin perwerdeya me qademe qedeme tê dayin. Cudahiya di navbera rengan de hêdî êdî ferq dike, lawiran nas dikin û dewr û berê xwe nas dikin, her wiha kêm jî be xwendin û nivîsandinê fêr dibin, xwandin û nivisandin em nişanî wan didin tib destxwet, xizik kêşandin evane hemû di nava perwerdeya me de cihê xwe digre.”