Navenda Geşe ji bo parastin û perwerdekirina jinên Helepçe ye

Navenda Geşe nêzî salekê ye li herêma Helepçe ji bo parastin û xwe perwerdekirina jinên Helepçe hatiye avakirin. Ji derveyî rêxistinan gelek jinên din tên navenda Geşe kar dikin daku di aliyê aboriyê de azad bibe û bi xwe jiyana xwe dabîn bike.

MÊHRÎBAN SELAM KAKAYÎ
Helepçe - Rêxistina Xelk ji bo Geşepêdanê rêxistinek ne hikumiye û di sala 2004’an de avabûye. Ev rêxistine ji aliyê fermangeha rêxistina nehikumî ve belgeya fermiyetê wergirtiye, weke kesayetek manevî û serbixwe kar li bajar û bajarokên herêma Kurdistanê dide meşandin. Navenda Geşe jî weke beşek vê rêxistinê nêzî salekêye li herêma Helepçe dest bi kar kiriye û ji bo gelek jinan di aliyê bi destxistina aborî û xwe parastinê de perwerde dike. Berpirsa navenda Geşe ya Helepçe Haje Ehmed di derbarê karê navendê û perwerdekirina jinan de ji ajansa me re axivî.
Haje Ehmed di derbarê xebata Navenda Geşe de ev agahî da: “Navenda Geşe nêzî salekê ye li Helepçe dest bi xebatê kiriye. Ev navende girêdayî Navenda Xelk ya ji bo geşedanan PDO ye ku bi xwe rêxistinek serbixweye. Aramnaca navendê ji ewe ku jin bi xwe bikarin jiyana xwe dabin bikin. Ofisa sereke li bajarê Silêmaniyê ye mebesta avakirina vê navendê li Helepçe, di çarçoveya pirojeye unfo deye û ev navend li bajarê Silêmanî, Helepçe, Ranya, Kelar û Celewle kar dide meşandin.”
“Li naveda Geşe jin tên perwerdekirin”
Haja da diyarkirin ku ew li hemberî hemû zehmetiyan jinan perwerde dikin û wiha dom kir: “Armanca me ewe ku em alîkariya jinên rastî pirsgirêkên civakî û tundiya derunî tên bikin. Li vê navendê deruzanên me hene û bê beramber alikariya derunî û yasayî pêşkêşî jinan dikin. Cardin beşê perwerdekirina jinan jî heye ku bi xwe bikare di aliyê aborî de azad bibe û debara jiyana xwe bi xwe dabîn bike. Ger di nava malekê de jî be ji bo bikare xwe û malabata xwe bi rêve bibe.”
Hişyariya yasayî beşek din ji xebatên navenda Geşe ye
Beşek din ya navenda Geşe heye ku li wêderê semîner û runiştinên li gel jinan heye. Di aliyê yasayî û derunî de yekser mijaran bi hemwelatî, kesên berpirsyar yên Helepçe û dewrûberê wê re parve dikin Heja wiha behsa giringiya beşê din yê navendê dike: “Beşek taybet ya me li vê navendê heye ew kesên ku rastî tunditujiyê hatine ji aliyê dozger ve tê parastin. Beşa sereke ya navenda me cihên me yên cûda yên weke dirunxane, şirînî, karê dest û çend cihên din hene ku jin bikarin di cihekê de kar bikin û bikarin jiyana xwe dabîn bikin. Me dem ji wan re diyar kirine. Herî dawî jî pênc kes di hemû aliyan de kar dikin, yan ji bo online alikariya wan dikin da ku bibin xwedî kar. Jinên Helepçe bi rêya vê navendê karîne kar bikin. Dema em jinan dibînin kar dikin, em weke navenda Geşe ji ber em alikariya jinan dikin gelek keyfxweş dibin.”