Navenda Fînîqiya ji bo pêşxistina karînên zarokan kar dike

Navenda Fînîqiya zarok û ciwanên civakê perwerde dike û karîn û pîşeyên wan bi pêş dixe da ku bikaribin civakeke pêşketî ava bikin

ŞÊRÎN MIHEMED

Qamişlo – Navenda Fînîqiya ya perwerdeyê bi dirûşma “Pîşeyê destan parastina ji hejariyê ye” bingeha karê xwe yê perwerdekirina ciwanan ava kiriye.

Der barê erk û armancên navenda Fînîqiya ku destpêka vê salê li bajarê Qamişlo Bakur Rojhilatê Sûriyeyê hat vekirin, endama navendê û mamosteya dersa Îngilîzî Suaad Omer dibêje: “Navend beşên civakê û ciwanan li herêmê perwerde dike û kêrhatiyên wan bi pêş dixe. Bi wê yekê armanc ew e ku tevli bazara karan bibin.”

‘Divê ciwan ji bo pêkanîna armancên xwe di pêşbirkê de bin’

Suaad Omer destnîşan kir ku ew hewl didin şaxên din ji bo navendê li herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê vekin ji ber ku ciwan bingeha pêşxistina civakan e lewre hewl didin binesaziyeke xurt ji civakê re ava bikin û got: “Divê ciwan ji bo pêkanîna armanc û xewnên xwe di pêşbirkê de bin divê kêrhatin û pîşeyên xwe di hemû waran de bi pêş bixin.”

Her wiha Safa Gawî ya li navenda Fînîqiya ya ku tê de 230 xwendekar hene perwerde dibe, got ku ji destpêka vekirina navendê ve ew tevli perwerdeya wênekêşiyê û zimanê Îngilîzî bûye.

Safa Gawî diyar kir ku bi riya van perwerdeyen wê kêrhatinên xwe bi pêş xistine û got: “Ez bi zanîna xwe ya heyî têr nebûm, piştî derçûna a zanîngehê ji beşa Înglîzî min di gelek pîşeyan de kar kir ji bo xwe bi pêş bixim û xurt bikim. Pêdiviya me hemûyan her dem bi zanîn û pîşeyên nû yên cuda heye. Divê em sûdê ji dema xwe ya vala bibînin. Em hê di destpêka jiyana xwe de ne loma divê em bingehek baş û saxlem ji xwe re ava bikin.”

‘Divê em bi xebatên xwe qalibên civakê bişkînin’

Safa Gawî anî ziman ku hêviya wê ew e ku tevli gelek waran bibe û beşdarî projeyên nû bibe û wiha bi dawî kir: “Ez piştgiriya hemû keçan û beşên ciwan di civakê de dikim ku xwe bi bêş bixin, bi xwe re civakê jî bi pêş bixin. Divê em xwe û kêrhatinên xwe bizanibin ji bo rewşa xwe û civaka xwe bi pêş bixin divê em sûdê ji hemû derfetên ji me re tên pêşkêşkirin bigrin, qalibê ku civakê li ser jinan ferz kiriye bişkînin.”