Navenda Şêwirmendiya Jinê di 2 salan de gihîşt bi sedan jinan

Navenda Şêwirmendiya Jinan a Dayika Taybet ku di bin banê Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Silopiyayê ya HDP'ê de hat vekirin, bû stargeha jinên li navçeyê.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Şirnex-Şaredariya Silopiyayê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku yek ji wan şaredariyan e qeyûm lê nehatiye tayînkirin, bi xebatên xwe yên der barê jinan de teqdîra jinên navçeyê girt. Şaredariya ku piştî hilbijartinan Midûriyeta Jinan a bi tayînkirina qeyûman hatibû betalkirin, ji nû ve aktîf kir, di bin banê Serokatiyê de di Tîrmeha 2020’an de li Taxa Cûdî Navenda Şêwirmendiya Jinê ya Dayika Taybet vekir.

Rêveberiya AKP-MHP’ê ji sala 2016’an ve li bajar û navçeyên Kurdistanê şaredariyên gel hedef girtin. AKP’a ku hilbijartina gel nas nake, hema bibejê hemû şaredariyan bi destên qeymeqam girtin. Yên ku destpêke hatin hedefgirtin jî saziyên jinan bûn. Qeyûman destpêkê saziyên jinan girtin. Jinên ku têdikoşin jî ji aliyê darazê ve hewl hat dayîn bi girtinan bên tepisandin. Ji 11’ê Îlona 2016’an ve heta niha li 86 şaredariyên DBP’ê qeyûm hatin tayînkirin, 34 hevşaredarên jin hatin girtin. Xebatên 52 saziyên jinan ên li bajaran hatin rawestandin û malên stargehê jî hatin girtin. Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan a ku weke gava yekem a şaredariyan, xwe digihîjîne jinan, hat betalkirin. Mînak; "Silav Xeta Tundiyê" ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat qutkirin. Cihên ayîde midûriyetên jinan ên ku li Cizîr û Silopiyayê hatin girtin, ji serokên şaxên jinan ên AKP'ê re hatin veqetandin an jî kirin kursên Quran û dirûtinê. Derfetên gelek saziyên ku hatin girtin, dewrê KADEM’a ku keça Tayîp Erdogan Sumeyye Erdogan Alîkara Serokomar e û dewrê komeleyên nêzî hikûmetê hatin kirin.

50 kesan serlêdanên tundiyê kirin

Li gel van hemû tiştên hatin jiyîn, li Şirnexê vebûna Navenda Şêwirmendiya Jinê ya Dayika Taybet weke şanseke mezin tê dîtin. Di navendê de jinên derûnînas û civaknas dixebitin, jinan di çarçoveya xebatên tundiya li ser jinan de, fêrbûna madeyên hişbir û hişmendî bilindkirine yên li taxan pêk tinîn de, gihîştin bi sedan jinan. Navenda ku heta niha 50 serlêdanên tundiyê girtiye, bi berfirehkirina xebatên xwe armanc dike bigihîje zêdetir jinan.

Ji bo jinan piştgiriya derûnî û hiqûqî tê dayîn

Seroka Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Silopiyayê Derûnînas Nergîz Ant ku em der barê mijarê de pê re axivîn, diyar kir ku ji roja navenda şêwirmendiyê vekirine ve heta niha jinan ji bilî tundiyê gelek pirsgirêkên ku dijîn bi wan re parve kirine. Nêrgiz Ant, diyar kir ku ew piştgiriya hiqûqî û derûnî didinjinên serî li wan didin, da zanîn ku pirsgirêka herî mezin a jinên navçeyê qeyrana aborî û tundiya mêran e.

“Jin dikarin bi dilekî rehet serî li me bidin”

Nêrgiz Ant der barê mijarê de wiha got: “Pirsgirêka herî mezin a jinên tên navendê ew e ku karek wan tune ye û der barê debara xwe de fikaran dijîn.Ya rastî ji rewşa tundiyê bêzar bûne û jin bi gotina 'Çi dibe bila bibe ez dixwazim xilas bibim’ nêzî vê rewşê dibin. Em di têkoşîna li dijî tundiyê de bi qasî ku ji destên me tê hewl didin alîkariyê bidin jinan. Piştî ku me ev navend vekir, em dibînin ku jin bi hêsanî tên navendê û pirsgirêkên xwe bi rehetî parve dikin.”

“Semînerên li ser tundî û fêrbûna madeyên hişbir tên dayîn”

Nêrgiz Ant diyar kir ku ji bilî tundiya heyî, li ser fêrbûna madeyên hişbir ku li navçeyê bûye pirsgirêkeke mezin jî semîneran didin û wiha got: “Dîsa wek navend di mijara hişmendiya jinan de xebatên me yên cidî çêdibin. Em li gelek taxan xebat û semîneran li ser mijarên îhmal û êrîşa zayendî ya li ser jin û zarokan eleqedar dike, didin. Piştre bi malbatan re li dijî madayên hişbir ku di van demên dawî de bi awayê cidî zêde bûne dixebitin. Em plan dikin van xebatan li her taxê bikin. Xebata me bi vî awayî didome."

“Divê ji bo jinan qadên alternatîf bên avakirin”

Nêrgiz Ant, bal kişand ku jin ji stargehên ku çûne li wan bi cih bûne, derdikevin û ji nû ve serî li wan didin da zanîn ku pêwîst e di vê wateyê de ji bo jinên rastî tundiyê tên qadên jiyanê yên alternatîf bên afirandin. Nêrgiz Ant bi van gotinan fikarên xwe yên der barê mijare de anî ziman: “Em jinan dişînin cihên têkildar lê piştre der barê wan de agahî nagirin. Bi gelemperî pêvajoya piştî vê me bi fikar dike. Em der barê rewşa jinan de bi fikar in. Jin piştî stargehan ji nû ve tên û serî li me didin. Diyar dikin ku nikarin li wir bisekinin. Divê alternatîfek din an jî xebatên başkirinê werin meşandin. Di warê hiqûqî de kêmasiyên cidî hene."

Jin dixwazin xebat zêditir bin”

Nêrgiz Ant, diyar kir ku ji ber jinên navçeyê di nava hev de ne û di nava têkiliyan de ne, di her xebatên xwe de xew digihîjînin zêdetirî 100 jinan û destnîşan kir ku jin ji bo xebat zêde bibin serî li wan dixin. Nergiz Ant di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “50 jin tê wê wateyê ku her jinek dikare ewqas jinan bi xwe re bîne. Gelê Silopiyayê gelekî pir di nava hev de ye ji ber vê yekê dema gihandina kesek ji me re pir girîng e, em dikarin bi hêsanî di carek de xwe bigihîjînin 40-50 jinan. Em dikarin berhema xebatên xwe bigrin. Em dibînin ku jinên tên cem me di pêvajoya pêş de zêdetir dibin xwedî hişmendî.”

“Yên ku jinan herî baş fêm dike jin in

Nergiz Ant herî dawî bang kir ku divê serokatiyên jinan li şaredariyan bên zêdekirin û wiha axivî: “Gelek sûdên navendên jinan ji bo jinên li herêmê dijîn hene. Jin bi xebatên ku tên kirin re ji hin tiştan û mafên xwe agahdar dibin. Di warê hiqûqî û derûnî de piştgirî digrin. Ya ku jinan herî baş fêm dike jin e. Ji ber vê yekê di sazî û şaredariyan de hebûna polîtîkayên jinan pir bi nirx û girîng e.”

Dayika Taybet kî ye?

Taybet Înan di 19'ê Kanûna 2015'an de li Silopiyayê ku qedexeya derketina derve lê hebû, ji aliyê sekvanan ve hat qetilkirin. Bi saetan birîndar ma û li ber çavên hevser û zarokên xwe jiyana xwe ji dest da. Tiyê wê Yusuf Înan ê ku xwest cenaze bigre jî bi guleyan hat qetilkirin. Cenazeyê Taybet Înan bi temamî 7 rojan li erdê ma. Ji her kesên bi alên spî diçûn rastî guleyan hatin û hevserê wê jî ji milê xwe birîndar bû. Nehiştin hevser û zarokên wê tevli merasîma cenazeyê wê yê ku piştî 23 roj hat definkirin bibin. Cenaze bi bêdengî hat definkirin. Tevî dema derbasbûyî jî der barê bûyerê de tu pêşketin çênebû. Li dû Taybet Înan gotinên wê yên; “Dema li erdê me pir dicemidim û tî bûme” ku me ji hevjînê wê bihîst û gotinên kurê wê Mehmed Înan ên; “Tu kes ji me nikaribû raza, me digot di seh werin, çûk xwe li ser deynin. Ew li wir raza, em jî 150 metre dûrî wê mirin...Dewletê çi êş hebû bi me da kişandin, 7 rojan bi me êşeke mezin da kişandin.” man.