Minbic 7 sal e azad e: Ez kêfxweşî û êşa zarokên xwe bi hev re hîs dikim

Munfiye El-Abdullah a ku kur, bûk û neviyê wê yê ji dayîk nebûyî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin qetilkirin, di salvegera 7'an a rizgarkirina Minbicê ji destê çeteyên DAÎŞ’ê de dibêje: “Ez hem kêfxweşiyê hem jî êşa zarokên xwe hîs dikim.”

SÎLVA EL-ÎBRAHÎM

Minbic – Bajarê Minbicê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê di sala 2014’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû dagirkirin. Di encama pêngava operasyona rizgarkirina Minbicê û gundên wê de ku Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di 1’ê Hezîrana 2016’an de li ser daxwaza gelê herêmê hatibû destpêkirin, Minbic ji çeteyên DAIŞ’ê di 15’ê Tebaxa 2016’an de hate paqijkirin û rizgarkirin.

Munfiye El-Abdullah a ji gundê Cab Mahzûm ê Minbicê ku şahidi dagirkirin û rizgarina Minbicê bû, kur, bûk û neviyê wê hê ji dayîk nebûyî wê demê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatin qetilkirin, bi gotina ‘Di canê me de tirs ava kir’ û wiha behsa wê demê kir: “Piştî çeteyên DAIŞ'ê Minbic dagir kirin, bi hinceta belavkirina Îslamê hewl dan piştgiriyê kom bikin. Her kesî dît ku di demeke kin de ne wisa bû. Pratîk û rêbazên wan rastî derxist holê. Di canê me de tirs û xof bi cih kirine û gelek qedexe danîne ser me. Yên ku qebûl nekirin jî qetil kirin.”

'Wek ku em di xewnekê de bûn, ditirsiyan ku şiyar bibin'

Munfiye El-Abdullah hestên xwe yên dema bihîstina destpêkirina pêngava rizgarkirina Minbicê ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve wiha anî ziman: “Wek ku em di xewnê de bin, em ditirsiyan ku şiyar bibin. Bajarê me dê ji nû ve zindî bibûya. Mîna zayinek nû ye. Seet derdora 04:00’ê sibehê bû. Birayê min got gumana çalakiya li gund heye. Hema wê demê çeteyên DAIŞ’ê ketin nava mala me. Dema ez ji xew rabûm, ez ji dengên ji derve matmayî mam. Çekek mezin danîbûn ber derî. Di hundurê malê de veşartin. 

Ez bezîm ketim mutfaxê û yekî nêzîkî min bû û li min  qêriya û ez xistim hundurê malê de. Dema ez diçûm odeya xwe, min dengê lingên birayê xwe bihîst ku nêzîkî pencerê bû û wî pirsî ka kî li hundur e, ji ber vê yekê min jê re got ku paşde gav bavêje û kes nema. Piştre pê hesiya ku di malê de çete hene. Yek ji wan hilkişiya ser banê malê, xwest her kes teslîm bibe û gefa kuştinê li wan xwar. Guleyek berda, xwest min bikuje. Kurê min hat ku me xilas bike, lê çeteyan ew kuştin. Hevjîna kurê min ku dû canî bû çek hilgirt, lê ew jî kuştin. Endamên Meclîsa Leşkerî hatin û pevçûn heta berbangê berdewam kir. Çete ji gund hatin derxistin. Min cenazeyê kurê xwe û hevjîna wî yên bi xwîn dîtin. Kesê ku alîkarî bikira tune bû. Piştî demekê komek kes hatin û alîkariya min kirin. Me ew defin kirin.”

Munfiye El-Abdullah  derbarê salvegera rizgarkirina Minbicê de wiha got: “Helbet em di salvegera rizgarkirina bajarê xwe de pir kêfxweş in, lê êşa zarokên me berdewam e. Em hêvî dikin ku çeteyên DAIŞ’ê di demeke herî nêz de bên darizandin. Divê ji ber sûcên xwe yên li dijî gelê herêmê pêkanîne hesab bê pirsîn.”