"Min gelek ji karê xwe hez dikir û pê kêfxweş bûm"

Gelek jinên Kurd bi tevgera azadiyê re derketin derve û tevli kar û xebatên civakî bûn. Yek ji wan jî dayika bi navê Sêwiliye ye. Fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derfet li pêşiya wê vekir ku ji çarçoveya malê derbikeve û li azadiya xwe bigere. Dayika Sewiliyê Yûsêf wiha behsa çîroka xwe dike: "Dema ku me kar dikir wekhevî û hezkirinek di nav gel û civakê de hebû. Ez heya niha ji xebatên ji bo azadiya welat hez dikim."

ŞÊRÎN ELÎ
Şehba- Bi derketina çirûska azadiyê û fikir û ramana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re gelek jin piştî ku bi saslan di bindestiyê de jiyan herikîn qadan û dengê azadiya xwe li kolanan bilind kirin. Bi van fikrên pîroz ku azadiya jinan di nav xwe de dihewîne jinan dikaribûn zincîrên koletiyê biqetînin û dûrî çarçoveya mal û malbatê bijîn. Jinên Kurd bi fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan perwerde dibûn û di nav civakên xwe de belav dikirin da ku civakek bi bingeh û azad dûrî zîhniyetên desthilatdar ava bikin. Sewiliyê Yûsêf jî yek ji van jinan bû ku li azadiya xwe digeriya û xizmeta civaka xwe dikir. Ew xwediya heşt zarokan e, di heman demê de zarokek xwe ji bo azadiya welat daye. Sewiliyê ji navçeya Mabata kantona Efrînê Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ye û 75 salî ye. Ji bo ku em bêhtir dayika Sewiliyê nas bikin em pê re axivîn.
"Min gelek ji karê xwe yê berê hez dikir"
Sewiliyê di destpêka gotinên xwe de qala kar û xebatên xwe di nava civakê de dike û wiha dibêje: "Ez dayika şehîd Zozan Silêman im. Ji biçûkbûna temenê xwe ve min dest bi kar û xebatan kiriye û gelek ji karê xwe hez dikim. Ruxmî ku temenê min biçûk bû jî min karê ji bo azadiya welatê xwe dikir û bi vê re mijûl dibûm. Min karê dilxwazî û komînê dikir piştre me civîn li dar dixist di heman demê de me alîkarî ji gel kom dikir. Wê demê kar gelek xweş û serkeftî bû. Em tevahî Kurd ji hev hez dikin û bi hev re dixwazin şoreşeke serbixwe ava bikin. Hêviya min ew e ku ez beriya jiyana xwe ji dest bidim li welatekî azad bijîm. Dewleta tirk her dixwaze vê hêviya kurdan tune bike lê em wek dayik rê nadin ku xewn û xeyalên xwe pêk bîne. Em her dem ji bo xizmet û alîkariya gelê xwe amade bûn. Şansek min a pir xweş hebû ji ber ku ez sê caran bi Rêberê xwe re rûniştim û min ew bi çavên xwe dît. Min tu carî bawer nedikir ku Rêber Apo li pêşiya çavên min e. Rêber Apo roniya çavên min e û ez bê wî kor im."
"Êdî temenê min bi min re nedibû alîkar"
Sewiliyê di dawiya gotinên xwe de diyar kir ku ew tu carî nedibû asteng li pêşiya zarokên xwe û bi wan re dibû alîkar da ku xewnên xwe pêk bînin xewnên wan jî azadiya welat bû û wiha axivî: "Hevjînê min bi min re dibû alîkar û nedibû bend li pêşiya pêşketinên min. Di heman demê de em nedibûn asteng li pêşiya zarokên xwe bi taybetî keça min a ku di oxira welatê xwe de tevli pakrewanên azadiyê bûye. Hevjînê min dixwest jin kar bikin û tevli xebatan bibin. Şoreşa ku çirûska wî pêket, şoreş û nasnameya me ye em ê jî bedêlên giran ji bo wê bidin da ku em di jiyana xwe de azad û serfiraz bin. Êdî temenê min bi min re nabe alîkar lê ji bo ku weke berê nebe jî bixebitim çi ji min bê xwestin ez bi vî temenê xwe jî amade me pêk bînim."