"Mezinên malbatê" yên ji tundiya 9 salan re bêdeng man Bêrîvanê qetil kirin!

Bêrîvan Alturk ku di 21’ê Nisanê de ji aliyê Metîn Şengîl ve hat qetilkirin, di tevahiya zewaca ya xwe 9 salan de rastî her cûre tundiyê hatiye, ber bî întiharê ve hat birin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Şirnex - Li navçeya Qileban a Şirnexê Berîvan Alturk (31) 21’ê Nisanê ji aliyê Metîn Şengîl ê ku dev jê berdabû ve bi çek bi giranî birîndar bû. Hate hînbûn ku Bêrîvan Alturk a giran birîndarbûyî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, zarokê wê yê 8 salî jî di encama êrîşê de bi giranî birîndar bûye. Tedawiya zarokê 8 salî ya giran birîndar bûye berdewam dike û hat zanîn ku Berîvan Alturk a 9 sal e zewicî bû di tevahiya zewaca xwe de rastî tûndiyê hatiye û di her pêvajoya ku vê tundiyê ne pêjirandiye bi ‘navbêynkariya mezinên malbatê’ wê car din şandine mala ku lê rastî tundiyê tê. 

Bêrîvan her car bi navbeynkariya malbatan vegeriya malê!

Taybet Uren a xwişka Bêrîvan Alturk ku em li ser mijarê axivîn, diyar kir ku xwişka wê ya 9 sal berê zewicî her tim rastî tundiyê maye. Xwişka Bêrivanê, Taybet Uren da zanîn ku xwişka wê heta 27 roj ducanî bûye ji hêla Metî Şengîl ve bi hincetê, "te çima derî dereng vekir” bi qayişê tundî dît û wiha got: “Kiryar gelek caran bi kêre êrişê xwişka min kir. Xwişka min ji ber tundiya dît xwest întiharê bike. Êdî nizani bû çî bike, di nava bêçaretiyek de bû. Gelek caran birîn nexweşxaneyê. Doktorê nexweşxaneyê bi domdarî agahî dida polîsan, polîsan jî xwişka min hertim danîn malê û radestî malbatê dikirin. Malbat her tim bi xatirê mezinên malbatê xwişka min dubarê rêdikirin ew mala kiryar. Herî dawî 2 sal berê dîsa xwişka min derp kir. Meha Remezanê bû, xwişka min tundî ditîbû û hatibû nexweşxaneyê. Divê demê de ji min re peyama “telefonê polîsê bikin” avetibû. Piştî banga polîsan, xwişka min birin stargeha jinan.”

Li ser Bêrîvanê gef xwariye ku dê malbata wê bikuje!

Taybet Uren da zanîn ku piştî hevberdanê, kiryar bi domdarî xwişka wê û malbata wê bi mirinê tehdît kiriye û dest nîşan kir ku xwişka xwe rojêk jî ji zextan rizgar nebû. Taybet Uren axaftina xwe bi van gotinan da domandin:

"Piştî ku li stargehê ma, me ew anî mala birayên min, 15 rojan li vir ma. Piştrê hat mala bavê xwe. Bêrîvanê got ‘Ger malbata min bikujê jî, li pişt min nesekne jî ez carek din naçim ew malê’. Piştra, me doz vekir û serî li dadgehê da. Tevî vê yekê jî ew mêr çend caran hat deriyê me. Tevî ku biryara durxistinê hebû jî, bi domdarî peyam û dengên gefxwarinê diavêt. Dema ku dadger herî dawî got di mijara hevberdanê de li hevbikin dev ji hev dû berdin, piştra mêr ji xwişka min re got were em bi hevkirî hev berdin biçin gel parêzer. Xwişka min van tiştan ji min re got û çû. Herî dawî hev berdan. Lê tevî vê yekê jî gef û zextên mêr xilas nebû. Ji xwişka min re her tim digot, “Ger tu bi min re lihev ney ezê birayê te, bavê te an jî malbata te bikujim.”

Bêrîvana nehat parastin li nav kolanê hat qetilkirin!

Taybet Uren diyar kir ku roja bûyerê xwişka wê telefona wê kiriye û gotiye "Ezê ji bo kurê xwe herim sûkê tu jî bi min re were” û da zanîn ku ew dema ku bi xwişka xwe re ji bo herê sûkê derket kolanê, kiryar ji texsiyeke spî derketiye pêşberî wan û bi çekê bi pompe êrîşî wan kiriye. Taybet Uren diyar kir ku xwişka wê Bêrîvan ji bo xwe biparezê xwe li pişt xwişka xwe veşartiye û ew jî bi girtina çekê di destê kiryar de berxwe daye û da zanîn ku kiryar ew dehf daye û bi çekê êrîşê xwişka wê kiriye.

"Xemsariya nexweşxaneyê heye”

Taybet Uren diyar kir ku 3 fişêk li xwişka wê ketiye û di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:

"Em çûn nexweşxanê, xwişka min di tevahiya rê de êş kijand. Gelek xwîna wê diçû. Dema em gihîştin tabûr, wan saetekê saet an nîv saetek mudaxele kir. Piştra, bijîşk hat û sersaxî xwest. Li wir, hemşîreyek ji min re got ‘ew xelet mudaxaleyê xwişka te kirin. Xemsariya Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê heye. Ji ber vê yekê xwişka te jiyana xwe ji dest da an jî em dikaribûn xwişka te xilas bikin.”