Meysem Arkûş: Jinên Urdunî di karên sendîkayen de tune ne

Endama komîteya rêvebirina karên senîdekaya bijîjşkan Dr. Meysem Arkûş got ku nûnertiya jinan di meclisên sendîkayên pîşekarî de li Urdunê kêm e.

SERA EL-DEMÛR

Urdun - Derbarê rola jinan a di meclisên sendîkayî de endama komîteya rêvebirina karên sendîkaya bijîjşkan Dr. Meysem Arkûş ji ajansa me re axivî û got: “Tevî hemî daneyên ku rola jinan a berfireh di pîşeyên bijîjşkî de tekez dikin lê dîsa rola xwe sînordarkirî ye û hema bêje tune ye”. Dr Meysem Arkûş da zanîn ku ji dema damezrandina sendîkayên pîşeyî de tu jin negihiştin posta serkirdeyê di encûmena sendîkaya bijîjşkan de û got: “Em dikarin bêjin ku Dr. Salwa Hebîb Xûrî dibe yekem jina sendîkavan li Urdunê ji ber ku ew ji sazkarên ramana hebûna sendîkayê ye her wiha endama komîteya rêvebir e.”

“Nêrîna nizm a li ser jinan tê guhertin”

Meysem Arkûş di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku tevî marjînalkirina rola jinê ya sendîkayî lê ramana serdest derbarê ku jin ji karê sendîkayî re ne guncew e êdî ber bi wendabûnê ve diçe piştî ku mînakên zindî ji jinên hilbijêr di encûmanên sendîkayên pîşeyî de derketine holê ji dermansaz û bijîjşkan, yanî êdî  hebûna jinan di hundir encûmenên giştî de tiştekî maqûl e.

Meysem Arkûş her wiha bal kişand ser nêrîna nizm ku vê dawiyê li ser rola jinan di sendîkeyên pîşeyî de serdest bûye ku êdî hêdî hêdî tê guhertin heta ku vexwendina jinan bû yek ji daxwazên komîteyên giştî ji bo namzediya sendîkayê. Ev yek jî nîşan dide ku ezmûn pîvanek jêhatiye ji ber ku ew ne li ser bingeha zayendê yeê lê belê bi pîvanên hişkbûn û domdariyê ve girêdayî ye.

Meysem Arkûş banga xurtkirina rola jinan a di meclisên sendîkeyên pîşeyî de kir da ku jin di postên seroketiyê de beşdar bibin û bal kişand ku divê kar ji bo xurtkirina îmaja jinê wek beşdariyek rasteqîn û ne li gorî pîvanek koteyî, bê kirin.

Meysam Akroş destnîşan kir ku sedema nebûna jinan a ji encûmenên serkirdayetiyê di sendîkayên pîşeyî de ew e ku fêrî hebûna wan nebûne û wiha got: “Tevî ku lêkolînên zanistî li ser beşdariya jinan di jiyana kar de nîşan didin ku ev yek berhem, cudahî û afrîneriya wan zêde dike, nemaze ku encamên giştî yên lêkolînan dibêjin ku beşdarbûna jinan di proseya biryardanê de têgeha duristiyê geştir dike û rêjeya gendeliyê kêm dike. Ji ber ku ew bi xwezaya jinan û dilsoziya wan di karê wan ve girêdayî ye.”

“Jin gelek erkan bi hev re dikin”

Derbarê  zêdebûna erkên jinan a di çarçoveya kar, malbat û jîngeha civakî de, Meysam Akroş tekez kir ku jin dikarin rewşên xwe biguncînin û got: “Dijwarî û şert û merc rê li ber peydakirina cihekî têr ji bo afirîneriyê û cihêkariyê di warê karê wê yê pratîkî de vedike, çi di sendîkayên pîşeyî de, çi di postên serokatî û îdarî û di warên din de.”

Meysam Akroş behsa wê yekê kir ku jin di cewherê xwe de dikarin di heman demê de bi zêdetir ji yek alî re mijûl bibin û dikare çend erkan bike û ev yek ji baweriya wê bi rola wê ya bi pêwîstiya xêzkirina îmajeke erênî ya cidiyeta jinan û cidiyeta hebûna wan di beşên cihê yên ku xizmetê dikin de derdikeve.

Her wiha Meysamê bal kişand ser rola civakê ya neyînî ku jinê di pozîsyonên biryardayînê de red dike û got: “Lê belê, ev wêne di civaka Urdunê de ji ber pêşveçûn û vekirîbûna civakê bi sînor bûye ku êdî mêr jinê qebûl dike ji ber ku ew bi awayekî sîstematîk dixebite û jêhatîbûn û berhemdariya xwe ya cuda destine.”

Di çarçoveya biranşên bijîjşkî yên ku jin di warê bijîşkî de dike, Meysam Akroş got ku jinên Urdunî karîbûn di hemû biranşên bijîşkî de derbas bibin û di hemû biranşan de serkeftin û afirîneriya xwe nîşan dane.

Têkildarî tevkariya jinan a ji bo tiba edlî, Meysam Akroş destnîşan kir ku bijîşka dadwerî li gorî ku ji aliyê bijîjkan ve hatiye naskirin, qada xebatê ye ku rûbirûbûna dozên destdirêjî, destavêtina zayendî û şîdeta nav malê hêsan dike,ji ber ku yên ku rastî tacîz an destdirêjiyê hatine bi rihetî dikarin bi wan ew  biaxivin.