Mewlude Meral muameleya xerab a li ser girtiyan bire ÎHD’ê

Mewlude Meral diyar kir ku girtiyên li Girtîgeha Amedê dimînin rastî îşkence û muameleyên xerab hatine û li ser wê serî li ÎHD’ê dane û ji bo Wezîrê Dadê daxwazname nivîsîne.

 
Amed – Zêdetirî 100 girtiyên li Girtîgeha Tîpa D a Amedê ku li heman kampusê ne kom bi kom sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 1 û 2 kirin. Hat hînbûn ku eşyayên girtiyan di dema sewqkirinê de nedane wan û girtî rastî muameleyên cuda hatine. Mevlude Meral diyar kir ku kurê wî Mehmet Huseyin Meral ê di Beşa 1’ê ya Girtîgeha Ewlehiya Bilind de 15 roj bi tena serê xwe di hucreyê de tê ragirtin û êşkenceyên di salên 90'î de li girtîgehan hatine kirin dubare bûne. Mevlûde Meral, da zanîn ku dema ew çûn hevditinê birîn li ser rûyê kurê wê û girtiyên din hebûye, li dijî pêkanînên li girtigehan pêktên, ji bo were şandina Wezareta Dadê ji Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê daxwaznameyek amade kir.
"Kamera li qadên taybet ên girtiyan hatin bicihkirin"
Mewlude Meral destnîşan kir ku girtiyên di navbera çar dîwaran de ne li ser îşkenceyê hatine êşkence kirin û wiha domand: “Bi berdewamî îşkence li gortiyan dikin. Ji roja hatine sewqkirin heta niha tiştek nemaye bi serê wan ne anîne. Rêvebiriya girtîgehê ferman dide girtiyan, dibêje ‘Hûn ê bêkêmasî li ber me bisekinin, em çi bêjin hûn ê bikin.’ Ji girtiyan re tiştên wekî 'heke hûn vê bikin hûn ê li vir nefes bigirin' têne gotin. Kamere di tuwalet, hemam û qadên hevpar ên dinê de hatiye bi cihkirin. Ma ev ne şerm e? Ma yên li hindir dimînin ne  mirovin? Li hemberî wan muameleya mirovan nakin. Daxwaza me tenê ev e ku ev zextên li ser zarokên me di demek zûtirîn de dawî bibin. Ew jixwe di girtîgehê de ne û di navbera çar dîwaran de ne. Di hundir de xwarin û avê nadin wan.”
"Silav dayina dayikên din qedexe ye"
Mewlude Merala bilêv kir ku ji ber di dema hevditinê de silav daye dayikên din ew ji hêla cerdevanan ve hate hişyarkirin û gotinê  "qedexe"ye, pêşî li silav dana wê girtiye û wiha pêde çu: "Her roj li girtîgehê sê bi sê girtiyan digirin û li wan dixin. Çima dikin, bersiva wê jî tune ye. Gava ku ez çûm hevditinê, ber çavên kurê min şîn bûn û guhê hevalê wî jî teqiya bû. Dema ku em diçin derve, dayikek din dibêje wan pozê kurê min şikandine. Bi iskenceyê wan anine wê rewşê. Kurê min digot, ‘çavê min tarî dibin, ez nikarim te bibînim.’ Dema ez îro çûm hevditina vekirî, min xwest silav bidim dayikên din ên girtiyan û min slav da. Ji wir, cerdevan qîr li ser min da û got, ‘qedexe, qedexe, slav nedin hev.’ Pêwiste ez silav nedim dayikên girtiyan ên wekî min. Silavên xudê ji qedexe kirine.”
"Bila dawî li îşkencê bînin"
Mewlude Meral banga dawî bûna îşkenceyên tên jiyan kirin kir û wiha got: “ Bi neheqî zarokên me digrin û cezayên salan didin, ew jî ne bese îskenceyan hem li me hem jî li zarokên me dikin. Em hem li mafên xwe û  hem jî mafên zarokên xwe digerin. Em van îşkenceyên ku li wan tên kirin qebûl nakin. Em dixwazin ev tecrîd û zordariya  li ser zarokên me were rakirin.  Di zûtirîn demê de dawî li wê zilme bînin.”