Mevat El-Azza: Divê jin li dijî destdirêjiyê bêdeng nemînin

Rojnamegera Filistînî Mervat El-Azza piştî erîşa zayendî li dijî wê hat kirin ruxmê hemû zextan jî bêdeng nema destdirêjiya lê hat kirin eşkere kir, ji bo ku kiryar bê cezakirin têdikoşe.

RAFIF ESLEEM

Xeza- Rojnamegera Filistînî Mervat El-Azza guh neda gefên civakê lê xwarin. Li dijî erîşa zayendî ya ku lê hat kirin bêdeng nema kiryaran eşkere kir.

Rojnameger Mervat El-Azza dema ku qezayeke trafîkê derbas kir û wê rakirin nexweşxaneyek taybet a bajarê Bêt Lehim, li wê derê rastî destdirêjiya xebatkarê X-Ray hat. Tevî hemû gefên lê hatin xwarin bêdeng nema û bûyerê eşkere kir. Wê li ser medyaya dîjîtal bi vîdyoyek bûyera ku qewimî eşkere kir û ji aliyên pêwendîdar xwest tola wê û bi dehan jinên din were girtin.

Gef lê hat xwarin

Bi armanca bêdengkirina Mervat El-Azza, Dozgeriya Giştî ya Filistînê ew şandin nexweşxaneya pirsgirêkên derûnî li bajarê Bêt Lehim ji bo ku bibêjin ji ber nexweşiya wê ya derûnî ev rewş derektiye holê.  Kesên ji malbata sûcdar gef li Mervat El-Azza xwarin ku giliyê xwe paşve vekişîne û dîmenên belav kirine rake. Her wiha gelek kesan şîroveyên neyînî der barê bûyerê de nivîsandin.

Wezareta Tendrûstiyê komîteyek lêkolînê ava kir û ji Mervat xwestin bê nexweşxaneyê bêyî parêzerê wê lê dema berpirsê komîteyê li gorî pîşeya xwe kar nekir, wê biryar da ji wê derê derkeve bi xwe daxwaza mafê xwe yê ku li dadgehê bi dest nexistiye bike.

Rojnameger Mervat El-Azza ya tiştên ku jiyaye qal kir anî ziman ku jin dema rastî êrişa zayendî tên divê bêdeng nemînin û ji bo aşkere kirina vê rewşê ruxmê her tiştê jî têbikoşin.

Li nexweşxaneyê bi erîşa zayendî re rûbûrû ma

Mervat El-Azza wiha behsa bûyera ku qewimiye kir: "Piştî şikestina destê min ê çepê pêwîst bû ku 6 birxuyan bixin da ku were ser hev. Piştre ez şandim odeya rontgenê da ku bibînin ger şikandin li cihên din hene yan na û li wir bûyer pêk hat. Ji destpêkê ve ez ji pirsên xebatkarê rontgenê aciz bûm. Her car ji min dipirsî digot ‘tu bi tenê hatî yan kesek bi te re heye’. Piştî ku min bersiv da got ez bi tenê hatime, rewşa min nebaş bû wî jî destê xwe avêt bedena min, min got dibe ku ev karê wî be, şikandinên bedena min tesbît dike lê di dawiyê de min dît ku erîşa zayendî li min dike. Bi qîrîna min re, ji cihê bûyerê reviya, dûre hemû xebatkar li ser qîrîna min hatin."

Di medyaya dîjîtal de bûyerê eşkere kir

Mervat El-Azza axaftina xwe wiha domand: “Ew nexweşxane dikeve gundekî dûr û tunebûna desthilatdariyê û zagonên pêwîst bûn sedem ku sûcdar sûcê xwe bi azadî bike. Dive jin hişyar bin. Dema pêwîst giliyê xwe di cih de bikin û bûyera xwe vebêjin mafên xwe bigrin. Min gilî kir û li ser medyaya dîjîtal vîdyoyeke xwe weşand bûyerê eşkere kir ji bo ji hemû jinên rastî êrîşên bi vî rengî tên re bibe mînak.”

‘Gelek aliyên femînîst û civaka sîvîl pişgirî dan min’

Mervat El-Azza di berdewamiya nirxandina xwe de got: “Piştgiriyek feminist a mezin min dît ji ber ku pêdiviya jinan bi dengekî wisa hebû êşên xwe ji ber nêrîna civakê veneşêrin. Her wiha gelek saziyên navdewletî û civaka sivîl pêwendî bi min re  danîn ji bo piştgiriya xwe pêşkêş bikin.”