Metbexa El-Firdews ji bo malbatên feqîr çavkaniya debarê ye

Xebata di metbexê de xwebexş e û hemû karker jin in, hejmara wan 18 karkerên esasî ne, zêdebarî 9 karkerên ku di dema zehmetiya kar an nebûna yek ji van karkerên bingehîn de kar dikin hene û ew wekî koman hatine dabeşkirin.

RENÎM EHMED

Reqa- Di bin dirûşma "Xwarinê didin", projeya Metbexa El-Firdews ji bo sêwî û belengazên Reqayê hat destpêkirin û ew metbexeke taybet a serbixwe ye ku bi hewldanên şexsî di warê mirovahî de kar dike û di sala 2018'an de hatiye damezrandin.

Di destpêkê de "projeya Metbaxa El-Firdews", saziyeke serbixwe bû ku savar, birinc û rûn pêşkêş dikir lê ji ber şert û mercên zehmet ên jiyanê ev kar veguherî xwarinên pijandî ku destpêkê nêzî 40 malbatan jê sûd digirtin lê îro ev hejmar digihîje bi hezaran.

Her hefte rojên duşem û pêncşemê xwarinên pişandî tên dayîn, di meha Remezanê de jî her roj kar tê kirin. Her wiha ji ber hatina bi hezaran malbatên hewcedar ji derveyî Reqayê, metbexeke yedek ji bo koçberan hatiye vekirin da ku barê li ser metbexê were sivikirin.

“27 kes di metbexê de dixebitin”

Xebata di metbexê de xwebexş e û hemû karker jin in, hejmara wan 18 karkerên esasî ne, zêdebarî 9 karkerên ku di dema zehmetiya kar an nebûna yek ji van karkerên bingehîn de kar dikin hene û ew wekî koman hatine dabeşkirin.

Berdewamiya xebatê girêdayî alîkariya şêniyên Reqa û koçberên di nav wan de ye. Rêvebera Metbexa El-Firdews a alîkariyê, Maha El-Hesen dibêje: "Ez ji sala 2018'an vir ve di metbexê de dixebitim. Em 18 karker in, hemû dilxwaz in. Em serê sibê saet di şeş û nîvan de tên, saet di çarê piştî nîvroyê de jî diçin malê. Xwarina pijandî rojên duşem û pêncşemê tên dayîn lê di meha Remezanê de em her roj di heman saetê de tên û heta pênc û nîvan em venagerin malên xwe.

“Bi hezaran malbat ji metbexê sûdê digrin”

Maha El-Hesen amaje bi wê yekê jî kir ku hejmara malbatên sûdmend gihîştiye nêzîkî 2,000 malbatan û da zanîn ku xwarinên wan curbecur in, bi goşt, fêkî, nan û xurme ne û armanca wan di vê projeyê de ew e ku alîkariya zarokên sêwî, jinebiyan û malbatên feqîr bikin. Ger mîqdar têrê neke pere yan jî madeyên xam didin malbatan.

Ji aliyê din ve Fatima El-Ehmed ku yek ji kesên xwarinê çêdike û bi dilxwazî kar dike ye got: "Du şaxên me yên metbexê hene, yek ji bo koçberan e ya din jî ji bo xelkê Reqayê ye ger hejmar têrê neke, em xwarinên xwe pêşkêş dikin û qebûl nakin ku kes bêyî xwarinê vegere."

Her wiha Zehraa El-Mohammed ku yek ji wan sûdmendan e wiha got: "Ez her roja duşem û pêncşemê têm metbexê û ev sê sal in ez vî karî dikim da ku ji xwe û malbata xwe re xwarinê bibim. Ez dayika şeş keçan û kurekî me û di maleke servekirî de dijîm."