Mertala parastina jin û ewlehiyê: Asayîşa Jinê
Parastina jin û zarokan, mîsogerkirina ewlehiya civakê û dabînkirina piştevaniya jinan a ji bo Asayîşa Jinê, pêşîniyên wan in. Ev hêz ji her jinek ku bi gef û niheqiyên civakê re maye, bûye mertalek parastinê.

ESMAA MUHEMED
Qamişlo – Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Jinê ku li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wek Asayîş jî tê zanîn, di sala 2013'an de wek înîsiyatîfek biçûk ji hêla çar jinan ve li malek li taxa el-Enteriyê ya Qamişloyê hat damezrandin. Niha jî, veguheriye saziyek ewlehiyê ya bibandor ku bi sedan jinan ji hemû beşên jiyanê pêk tê, parastina civakê peyda dike û roleke girîng di ewlehiya navxweyî, operasyonên leşkerî û hişyarkirinê de dilîze. Ji ber vê yekê, jin di parastina civakê û mîsogerkirina aramiya herêmî de stûnek bingehîn in.
Di nava zêdetirî 12 salan de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Jinê îspat kirine ku jin ne tenê şirîkên têkoşîna civakî û siyasî ne, her wiha hêzek bibandor a ewlehî û parastinê ne ku dikarin bi dijwariyan re rûbirû bimînin û destkeftiyan bidest bixin. Di sala 2014'an de navenda Asayîşa Jinê bû saziyeke serbixwe û navendeke bandorê ji bo jinên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
Ji wê demê ve, karê navendê berfireh bûye û hemû herêman dihewîne, parastinê ji bo jin, zarok û zarokan peyda dike, kampanyayên hişyarkirinê pêk tîne, perwerdehiya îdiyalojî, siyasî û leşkerî pêşkêş dike. Di nav refên wê de pêkhateyên Ereb, Kurd, Suryan û Êzîdî cih digrin. Ev jî modela hevkarî, wekhevî û hêzdarkirinê nîşan dide.
Asayîşa Jinê asoya ewlehiyê ji jinan re vekir
Rêvebera Navenda Asayîşa Jinê ya li kantona Cizîrê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Felak Dawud da zanîn ku jinên ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jinê damezrandine, berpirsyara parastina civakê û xurtkirina rola jinan a di warê ewlehiyê de hilgirtine ser xwe. Felak Dawud wiha li gotinên xwe zêde kir: "Bi zêdebûna pirsgirêkên ewlehî û siyasî yên li herêmê re ev hêz hat avakirin û wek saziyek serbixwe ku îradeya jinan ji bo guhertina hevkêşeyê û erkên parastina civaka xwe temsîl dike. Ew xaniyê biçûk şahidiya destpêkê kir û bûye çavkaniya serbilindiyê ji bo hemû jinan. Raghandina avakirina vê hêzê di dîroka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de kêliyek girîng nîşan da, hebûna jinan wek hêzek bingehîn di xebata ewlehiyê de tekez kir û rê li ber nêzîkatiyek nû ya li ser bingeha wekhevî û hevkariya di avakirina ewlehî û aramiyê de, vekir."
'Asayîşa Jinê bû sembola têkoşîn û îradeya jinan'
Felak Dawud destnîşan kir ku şoreşa Rojava şoreşa jinan e, ji ber ku wan di gelek warên têkoşînê de rolek girîng lîstine û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Bi demê re, hejmareke zêde ya jinan tevlî refên Asayîşa Jinê bûn, ev jî biryardariya wan a beşdarbûna çalak di parastina civakê de nîşan dide. Li ser vê bingehê, jinan karîbûn xwe ava bikin tevî dijwariyên ku pê re rûbirû man jî. Zehmetî ne tenê nebûna çavkaniyan an jî ezmûna sînorkirî bûn, lê şikandina astengiyên civakî û rewşenbîrî yên li pêşiya fikra tevlîbûna jinan di qada ewlehiyê de jî di nav xwe de digirt. Tevî vê jî, Asayîşa Jin bû sembola têkoşîn û îradeyê û îspat kir ku hebûna jinan di qada parastinê de ji bo parastina destkeftiyên şoreşê û misogerkirina ewlehî û aramiyê pêdiviyek stratejîk e."
'Hebûna jinan di warê leşkerî de xewnek bû lê niha rastiyek e’
Felak Dawud diyar kir ku navendên Asayîşa Jinê li seranserê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bûne û erkên wan ji karên nivîsgehê bigre heya rêvebirina xalên kontrolê û dewriyeyan diguhere. Her wiha li eniyên şer xizmet dikin. Felak wiha dewamî da nirxandinên xwe: "Hebûna jinan di warê leşkerî de xewnek dûr bû, lê niha ew bûye rastiyek zindî. Jin bûne pêşeng, li dijî dijminên xwe çekan hildigirin û piştrast dikin ku ew di şerê azadî û parastina civakê de hevkarên bingehîn in."
Beşdarbûna jinan di parastinê de ji bo mêran cihê fikaran e
Felak Dawud derbarê astengî û zehmetiyên ku Asayîşa Jinê pê re rûbirû bûn de jî got ku asayîş di rojên xwe yên destpêkê de bi zehmetiyan re rûbirû diman û wiha pê de çû: “Bi taybet ji hin malbatên ku hê jî bi zihniyeta kevneşopî ya ku beşdarbûna jinan di karê ewlehiyê de red dikir ve girêdayî bûn. Lê bi demê re bi saya biryardarî û hewldanan, ev zehmetî veguherîn motîvasyonek xurtir û hejmara wan di refên Asayîşê de zêdetir bûn. Jin bi biryardarî û îradeyek erkên xwe pêk tînin, rêbazên çêtirîn ji bo parastina herêmê û xurtkirina ewlehî û aramiyê wek pêşîniyek stratejîk di hişê xwe de digirin. Jinan îspat kir ku ne tenê şirîkên têkoşînê ne, her wiha hêzek sereke ne di xurtkirina bingehên parastina civakê de."
'Ew parêzvanên maf û axa xwe ne'
Felak Dawud xuya kir ku Asayîşa Jinê di girtina serlêdanên endametiyê de bi berpirsyarî û bibaldarî xebata xwe didomîne. Jinên ku dixwazin tevlî Asayîşê bibin, divê temenê wan di navbera 18-38 salî de be. Serlêder ji bo piştrastkirina şiyana wan a birêvebirina daxwazên karê leşkerî muayeneyên berfireh derbas dikin û hemû prosedurên pêwîst têne şopandin. Felak got: "Jinên ku tevlî Hêzên Ewlekariya Hundirîn dibin çavkaniya serbilindî û rûmetê ne, Ji ber ew parêzvanên ax û mafên xwe dikin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin piştgiriyê didin Hêzên Sûriya Demokratîk di nav de kampanyayên ewlehiyê û operasyonên leşkerî. Her wiha roleke girîng di paqijkirina deverên ku ji aliyê şaneyên DAIŞ'ê ve tên tehdîtkirin de dilîzin, bi taybetî jî kampa Holê. Li wir operasyonên ewlehiyê pêk tînin da ku malbatên DAIŞ'ê kontrol bikin û sivîlan ji xetereyên ku gefê li herêmê dixwin, biparêzin."
'Armanc dabînkirina parastinek berfireh e'
Felak Dawud ragihand ku ji bo parastina ewlehî û aramiya derûnî di nav niştecihan de, Asayîşa Jinê ji bo rûbirûbûna hemû hewldanên ku armanc dikin tiryakê û madeyên qedexekirî di nav ciwan û mêran de pêşve bibin, dixebite. Her wiha ji bo kêmkirina bûyerên xwekuştinê jî tevdigerin û wiha li axaftina xwe zêde kir: "Mala Jinê û Kongra Star bi hevrêziya saziyên girêdayî Asayîşa Jinê, civînên hişyariyê bi gel re li dar dixin da ku hişyariya wan zêde bikin û pêşî li beşdarbûna wan di van sûcan de bigirin. Di heman demê de hevrêzî bi hemû rêxistin û saziyên têkildar re, bi armanca dabînkirina parastineke berfireh ji bo hemû deverên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî didome."
Rewşa jinên gundan zehmetir e
Felak Dawud eşakre kir ku tevî hemû hewldanan hê jî Asayîşa Jin bi niştecihên ku xwe dispêrin adet û kevneşopiyên kevnar û zihniyeta otorîter ku jinan bi navê namûsê dikujin, rûbirû dimînin û wiha berdewam kir: "Asayîş serdanên xwe li hemû gundan dike. Bi armanca ku piştgirî û alîkariyê bide jinan û bi riya nîqaş û civînên birêkûpêk hişmendiya wan bilind bike, da ku li dijî hemû cûreyên tundiya li dijî jinan bisekinin. Asayîşa Jinan di heman demê de xwedî nivîsgehek giliyan jî ye ku di çareserkirina pirsgirêkên niştecihan de bi aştiyane, misogerkirina maf û rûmeta wan de pispor e. Bi hevrêziya Mala Jinê re mijûl dibe da ku parastina zagonî û psîkolojîk ji kesên ku rastî gefan tên re peyda bike. Her wiha Asayîşa Jinê parastina jinên gundê Jinwar jî dikin û piştevaniyê ji wan re pêşkêş dikin."
Di nava Asayîşê de sîstema Hevserokatiyê
Di nava gotinên xwe de Felak Dawud destnîşan kir ku hebûna jinan bûye hêmanek bingehîn di hemû warên jiyanî de û ji bo xurtkirin û hêzdarkirina vê rolê Felak Dawud wiha got: "Akademiyên taybet ji bo perwerdehiya leşkerî û siyasî hatine damezrandin, di nav de akademiya Şehîd Hêrawan heye, ku tê de endamên nû berî ku mezûn bibin perwerdehiya îdeolojî û siyasî dibînin. Perwerde hemû pêkhateyên Ereb, Suryan, Kurd û Êzidî di nav xwe de dihewîne. Her wiha sîstema hevserokatiyê qada ewlehiyê jî digre nav xwe. Li kantona Cizîrê zêdeyî 50 jin di asta astsubay de û di cihên pêşengtiyê de cih digrin. Ew bi hevserokên mêr re bi hevrêzî dixebitin."
Banga piştgiriyê
Felak Dawud da xuyakirin ku Asayîş bang li hemû jinan dike ku piştgiriyê bidin hêzên wan û rê nedin ku adet û kevneşopiyên kevnar azadiya wan ji bo parastina axa xwe sînordar bikin. Felak wiha dewam kir: "Me soz daye ku em ê li ser rêya şehîdan berdewam bikin û ji bo parastina herêmê bi hemû êrîş û pirsgirêkên ewlehiyê re rûbirû bimînin. Derbarê parastina zarok, jin û zarokan a ji xetereyên têkildarî tiryakê de, Asayîşa Jinê kampanyayên hişyarkirinê dimeşîne, bi hevkariya sazî û rêxistinên jinan belavokan belav dike û bi riya komun, sazî û encumenên herêmî civînan li dar dixe. Di heman demê de hebûna fizîkî ya endaman li hemû deverên girîng ji bo mîsogerkirina ewlehî û parastinê mîsoger dike."
Bicîhanîna zagonan
Asayîşa Jinê beşdarî bicîhanîna zagonan dibe, bi taybetî yên têkildarî mafên jinan û ji bo pêşîgirtina li her binpêkirinek li dijî jinan, wek pirjinî û zewaca di temenê biçûk de, dixebite. Di vê çarçoveyê de, Felak Dawud got: "Em zagonên mafên malbatê diparêzin, di nav de parastina peymanên zewacê ji bo pêşîgirtina li pirjiniyê, parastina keçan ji zewaca zû û mîsogerkirina ku zarokatiya wan ji wan nayê stendin. Ev sazî wek mertalek kar dike ku jinan li her deverê ku ew lê bin diparêze. Parastina wan ji zewicandina zû û binpêkirinên malbatê mîsoger dike, bi vî rengî statu û rûmeta jinan di civakê de zêde dike."
'Ji bo her jinek Asayîşa jinê mertala parastinê ye'
Felak Dawud diyar kir ku Asayîşa Jinan her du salan carekê konferansek berfireh li dar dixe ku hemû yekîneyên Asayîşê tê de ne da ku li ser pêşketinên siyasî û ewlehiyê yên li herêmê nîqaş bikin û zagonên nû yên ku beşdarî parastina ewlehî û aramiya civakê dibin, destnîşan bikin. Felak Dawud got: "Konferans platformek stratejîk e ji bo nirxandina performansê, planan û baştirkirina hevrêziyê di navber şaxên cûda de da ku bicîhanîna erkên wan bibandor mîsoger bikin. Asayîşa Jinê dixwaze bibe hêzek pêşeng, parastinekê peyda bike û hebûnek xurtir di hemû warên ewlehî û civakî de ava bike. Ji bo hemû jin û malbatên ku dengê min dibihîzin, em soz didin we ku em ê erkê xwe bi tevahî bicîh bînin û ewlehiya we dê berpirsiyariya me ya rasterast be. Asayîşa Jinê ji bo her jinekê mertala parastinê ye. Ji bo parastin û piştgiriya tevahî dudilî nebin ku serî li hêzên me bidin."