Meram El-Hisên konê xwe kiriye navenda hîndekariya jinan

Tevî hemû êş û bandorên derûnî bi windakirina hevjîn û her çar zarokên xwe Meram El-Hisên hewl dide teslîmî rastiya xwe ya trajîk nebe û dest bi însiyatîfek a nehêlana nexwendewariyê ji bo hemû jinên kampê kiriye.

SUHÊR EL-ÎDLİBÎ

Îdlib – Meram El-Hisên a 40 salî ji bajarê Maeret El-Numan e û ji ber operasyonên leşkerî dawiya 2019'an koçberî kampên Til El-Keramê bû. 25'ê Adara 2017'an dema Meram El-Hisên diçe serdana yek ji xizmên xwe, çar zarok û hevjînê wê li mal mabûn. Hê Meram El-Hisên li mala xizmê xwe bû firokên şer mala wan bombebaran kir û hevjîn û zarokên wê hatin qetil kirin. Tevî ku 5 sal bi ser bûyerê re derbas bûye jî hûrguliyên wê karesata ku bandor li tevahiya jiyana wê kir û bû sedema tenêtiya wê, hîn di bîra Meram El-Hisên de ne û qet ji bîr nekir ye. Tevî hemû êş û birînên wê yên derûnî bi windakirina tişta herî bi qîmet a di jiyana xwe de Meram El-Hisên hewl dide teslîmî rastiya xwe ya trajîk nebe. Meram El-Hisên dest bi însiyatîfek a nehêlana nexwendewariyê ji bo hemû jinên kampê kir. Têkildarî mijarê Meram El-Hisên wendakirina malbata xwe bi xemgînî û êş bi bîr anî û ji me re behsa însiyatîfa xwe kir.

"Hîna gotina Menafê minê 5 salî di guhê min de ne"

Meram El-Hisên got ku dema dengê teqînê hat wê dizanî ku deng ji aliyê malê wê ve tê û wiha domand: "Min hewl bi xwe bidim bawerkirin ku deng ne ji aliyê mala min e, tevî ku min pê hîs kir giyanê min hema hema ji laşê min derdikeve jî min hewil dida bi xwe bidim bawerkirin ku tiştek wiha nîne. Bi hêviya ku ez ferdên malbata xwe sax bibînim bi lez û bez çûm mala xwe ya hilweşiyayî, lê tîmên parastina sivîl yek bi yek dest bi derxistina wan kirin û bibûn bedenên bê can. Ez hîn jî gotina kurê xwe yê herî biçûk Menaf ê pênc salî dibihîzim, ‘Mama, dereng nemîne’ ku di navbera min û kurê min ê biçûk de hevoka dawî bû."

"Min konê xwe kir navenda hîndekariya jinan"

Meram Hisên da zanîn ku wê xwest projeyek xebatê ji xwe re peyda bike da ku jinên derdora wê jê sûdê werbigirin û wiha lê zêde kir:"Min dest bi însiyatîfek a nehêlana nexwendewariyê ji bo hemû jinên kampê kir. Ji ber vê yekê min konê xwe kir navendek ji bo hînkirina bingehên nivîsandin û xwendinê ji bo jinên kampê. Min pêdiviyek mezin hîs kir ku jin fêrî xwendin û nivîsandinê bibin, piraniya wan nexwendene û ji bo xwendina peyamên WhatsApp an reklamên ku li kampê têne weşandin zehmetiyan dikşînin, ji ber vê yekê min projeya xwe da destpêkirin da ku alîkariya wan bikim."

Sabrîn El-Hesûn a 30 salî yek ji sûdmendên înîsiyatîfa Meram El-Hisên, got ku înîsiyatîfa Meram El-Hisên alîkariya wê kiriye ku fêrî xwendin û nivîsandinê bibe, ew niha dikare peyv û hevokan bixwîne û binivîse û zarokên xwe hînî hin bingehên xwendinê bike piştî ku şer ew ji mafên wan ên herî bingehîn bêpar kirin.