“Mêr ji bo jinan ji mafên wan bêpar bihêlin şantajê wekî çek bi kar tînin”
Parêzer Zeyneb Ebû Talib teqez kir ku diyardeya "sîtemkirina jinan" di van demên dawî de di gelek têkiliyên giştî de belav bûye û da zanîn ku guhertin demeke dirêj dixwaze heta ku bandorê li nêrîna civakê ya li ser jinan bike.
ASMAA FATHI
Misir- Jin di hemû serdeman de ketine kemînên civakê û bûne nêçîr. Çand û nerîna civakî, di gelek waran de bûye qada îstîsmarkirina mêran. Bi wî rengî hewl dane mafên wan di nava tiştên ku derdora wan a civakî qebûl nake de ji wan bistînin. Ev yek bûye sedem ku gelek kes jiyana xwe ji dest bidin ji bo ku ji zexta baviksalarî ya li ser wan hatiye ferzkirin xilas bibin.
Pergala civakê êdî ne wekî bûyerek derbasbûyî yan awarte ye, bûye armancek organîze û bi rêkûpêk armanc dike ku zirarê bide kesan. Çi bi riya şantajên dîjîtal bi riya malperên curbecur ên tora civakî dibe, çi jî bi riya rastiya gefa eşkerekirina tiştên "veşartî."
Di bedêla heqdestê jinan de îftîra bi tiştên borî tê kirin
Yek ji wan çîrokên bi êş a Salma Adel e. Ew diyar dike ku tu sûcê wê di jiyanê de tunebû, ji bilî ku ew beriya zewaca xwe bi xortekî re têkilî dayne. Wî di dema têkiliya wan de komek wêne ji wê girtibû loma malbata wê ew neçar kir ku bi yekî ku ew naxwaze re bizewice.
Salma Adel li ser wê yekê dibêje: "Piştî zewaca min, kesê ku ez pê re têkildar bûm, vegeriya û bi çend wêneyan şantajê li min kir û hevserê min destwerdan kir û dawî li meseleyê anî. Min digot qey ew xeta jiyanê û xilaskarê krîza min e lê ew bû toqa lanetê. Her dema ku ji ber mayîna wî ya li malê nakokî di navbera me de derdiket, berteka wî dijwartir dibû û serpêhatiya min a bi kesê ku berê pê re têkildar bûm dianî ziman, bi gotinên xirab behsa min dikir. Ez rojekê piştî lêdana wî ji malê derketim û çûm mala malbata xwe. Wê demê ew hat bi min re biaxive, ez ecêbmayî mam. Nizanibûm ku kopyayek ji wêneyên kevin li cem wî hebûn û di bin gefê de, min biryar da ku ez vegerim gel wî û heta razî bûm ku ez meaşê xwe yê mehane bi tevahî bidim wî. Bi şertê ku ew lênihêrîna malê bike. Du zarokên min ji wî hene ku ew jî ji ber tiştên ku hatine serê min di tevahiya jiyana wan de dê bên mehkûmkirin ez naxwazim pêşeroja wan wek ku hat serê min be."
Salma Adel diyar kir ku ew êdî di vê jiyanê de ji bilî mezinkirina du zarokên xwe tiştekî din naxwaze û da zanîn ku qanûn bi wê re ne, eger ragihîne wê li dijî hevserê wê tedbîrên tundiyê bên girtin lê wê nikaribe encamên vê mijarê bigre, bi kêmanî di civaka xwe de.
"Rêjeya bikaranîna şantaja li ser jinan ji bo bêparkirina mafên wan di demên dawî de zêde bûye"
Parêzera Dadgeha Bilind û Encûmena Dewletê Zeyneb Ebû Talib got ku stigma bûye yek ji wan diyardeyên ku di van demên dawî de di gelek têkiliyên giştî û hin caran jî yên marjînal de belav bûye û got: “Jixwe gelek doz ji ofîsa wê re hatine ragihandin ku bi taybetî bi vê qeyranê ve girêdayî ne ji ber ku bandora xwe li ser mexdûran ji aliyekî ve û dengvedana wê di civakê de wekî encama çanda wê ya baviksalarî ji hêla din ve heye.
Zeyneb Ebû Talib bal kişand ku hin mêr serî li kampanyaya îftirayê didin û kiryarên xwe ji jinên xwe re vedibêjin ger ew nexwazin zewacê berdewam bikin dê zewaca "ragir" bibe, yan jî wekî "mala weqfê" ku nikare bêyî wî bizewice yan jî berdewam bike ji ber bêexlaqiya wê ya piştî kampanyaya qirêj."
Zeyneb Ebû Talib yek ji wan çîrokên nebaş vegot ku mêrekî hevjîna xwe reş kir da jiyana xwe bi wî re bidomîne. Piştî ku bi wê re navdar bû, dema jê pirsî li ser bandora qebûlkirina berdewamiya bi wê re û nêrîna civakê ya li ser wê. Piştî ku hevjîna xwe stigmat kir û ew bi xiyanetê tawanbar kir, eşkere kir û got ku ew ê ji derdorên xwe re wekî mexdûr û zilamek dilovan xuya bike û ji bo parastina pêşeroja zarokên xwe û berdewamiya malbata xwe dê wê efû bike.
Îstîsmarkirina valahiyên qanûnê
Zeyneb Ebû Talib got ku "îbahet" û cezayê kêm yek ji girîngtirîn valahiyên zagonî ne û teqez kir ku gelek mêr ji van valahiyan sûd digirin da ku jinan ji mafên wan bêpar bikin. Her wiha bal kişand ser bûyerên vê dawiyê ku tê de birayekî dîmenê xwişka xwe tazî kişandiye ku gefan lê bixwe da ku wê ji mîrasê bêpar bike û ew jî dest ji mafên xwe berde. Di heman demê de wêneyê hevjîna xwe di rewşek ne munasib de kişand da ku wê neçar bike dest ji mafên xwe berde di dema daxwaza wê ya hevberdanê de.
Zeyneb Ebû Talib teqez kir ku pêwîst e guhertineke zagonî were kirin da ku dayîna cezayên sivik ango bi navê "îbahet" tê binavkirin sînordar bike. Her wiha ji bo ku nebe hincet ji bo alîkariya sûcdar di dûrketina ji ceza de dadmendî hewce dike ku cezayê ji jinan re wekhev be. Di sûcê zînayê de, cezayê mêr ji yê jinan cudatir e, her çend qanûnên Îslamê di vê mijarê de qet ferq û cudahî nexistibin navbera jin û mêran jî divê ev xalên cudaxwaz ji nû ve bên liberçavgirtin.
Bandora guhertina çandê ji zagonan bihêztir e
Gelek jin neçar dimînin tiştê ku naxwazin bikin û tiştê ku wan biryar daye rawestînin berdewam dikin. Tenê ji tirsa wan awirên tund ên ku dê wek tîrên di civakê de li wan bên xistin ger ku mijar bibe heqaret.
Zeyneb Ebû Talib destnîşan kir ku muwekîla wê ji hevserê xwe di nav gel de, piştî îftirakirina wê, hevokek pir xirab a wiha bihîstiye: "Jiyana bi min re ji şermê birehmtir e." Li vir ew ê venegere gel wî ji ber ku ew dixwaze lê ji bo ku wê ji stemkirin û awirên derdorê biparêze. Piştî ku wî kampanyayek sîstematîk a îftirayê li dijî wê da destpêkirin ku tê de ji aliyê exlaqî ve wê sûcdar kir.
Zeyneb Ebû Talib amaje bi wê yekê kir ku guhertin dê demek dirêj bigre heta ku bandorê li nêrîna civakê ya li ser jinan bike ku her dem wê dûr dixin û ev mijar pêwîstî bi karkirina nifşên ciwan bi riya bernameyên xwendinê yên dibistana seretayî û her wiha di asta malbatê de heye.