‘Me qefesan şikand’

Newal El-Micwel yek ji wan jinan e dema çeteyên DAIŞ’ê êriş bir ser Çiyayê Kizwan jiyaye û qala tûndî û dagirkeriya DAIŞ’ê dike. Newal El-Micwel a niha di xebatên tendirûstiyê de cih digire dibêje: “Me qefesan şikand.”

SORGUL ŞÊXO

Hesekê – Dibe li ser vê axê çîrokên hevpar yên jinan û şervanan hebin, lê her jinek xwedî serpêhatiyek cûda ye ku bi êşên xwe re jiyan kirin û têkoşîn kirin heta gihan asta serkeftinê. Şoreşa Jinê a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşeke wiha ye ku tijî mînakên berxwedanê ne, dem bi dem pêwîstî pê heye em vê berxwedanê ronî bikin. Jinên Çiyayê Kizwan ê ku beriya 9 salan ji aliyê şervanên YPJ/YPG ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin, hêjaye ku serpêhatiyên wan werin guhdarkirin û nivîsandin.  

Newal El-Micwel ji gundê Cefer ya ku dikeve rojavayî Çiyayê Kizwan e, nêzî 4 sal in di Navenda Tenduristî a li bajarokê Xera a Çiyayê Kizwan ku ji aliyê Desteya Tenduristiyê a Kantona Cizîrê ve di sala 2020’an de hatiye vekirin, dixebite. Newal El-Micwel ji ajansa me re behsa serpêhatiya xwe kir.

‘Jin herî zêde ji mafê xwe yê dîtina xizmeta tendirûstiyê bêpar mabû’

Newal El-Micwel bi gotina ku rewşa wê 'trajîk' bû dest bi vegotina binpêkirinên çeteyên DAIŞ’ê li dijî jin û civaka Çiyayê Kizwan di salên 2014-2015’an de kir û got: “Azadiya min  hatibû asteng kirin di warê piskilojî, kesayetî û aborî de ez tune bûbûm wekî karekterekê li min hatibû. Ji be rêriş û binpêkirina êşa herî zêde para jinan bû. Derketian derveyî malê, çûyîna bazarê, dibistanê û hwd. ev hemû ji jinê re qedexe bûn, jinê ne dikarî bi awayek azad nefes bigre. Jin herî zêde ji mafê xwe yê dîtina xizmeta tendirûstiyê bêpar mabû. Nedihêlan jin li nexweşxaneyan an jî li kilînîkan zaroka xwe biwelidînin, ew neçarî welidandina li mal dikirin. Mînakên vê yekê jî hene carekê jinek êşa zarokanînê dikişand, lê bendên kontrolê yên çeteyan rê nedan ku ew biçin nexweşxaneyên Til Temirê, piştî du rojan ji êş û xwînrijandinê dayikê jiyana xwe ji dest da.”

‘Jinan di nava zext û tirsê de jiyan dikirin’

Newal El-Micwel da zanîn ku azadiya jinan di dema DAIŞ’ê de di nava çar dîwaran de sînordar bû û wiha dom kir: “Em ketibûn rewşeke wiha de ji ber tirsa dabûn avakirin û îşkenceya dikirin, li kuderê me wan dîtiba û çi di nav destê me de heba me dest ji her tiştî berdida û bi lez bazdidan hundir û derî li xwe kilît dikir. Rojekê dema hevjînê min di ber mal re derbas dibe, erebeya çeteyan pêl mayinekê dike û diteqe, hevjînê min sûcdar kirin ku wî ev çalakî li dijî wan pêkaniye. Hewldan wî bibin bikujin, lê min helwest nîşan da û çarçefa xwe ya reş ji ser rû û porê xwe rakir û bertek nîşan da. Li gor wan dîtina rû û porê jinê guneh bû. Paşê wan hevjînê min bir lê ez bêdeng û bêhelwest nemam, ev bû sedem ku çete biryara qetikirina hevjînê min betal bikin û sûcê wî sivik bikin. Bifikirin ku jinan di bin zexteke çawa de jiyan dikir. Kenekî bi dengê bilind û ji dil bêyî ku tirsekê bijî an jî stranek û dengbêjiyekê di şevbirkekê bêje li jinan hesret bû. Civakbûyîn di wan du salan de nebû. Mal û gundên me ji bo me jinan girtîgehên servekirî bûn û em dîlên sûcên nekirî bûn."

Ji jineke mexdûra tundiya derûnî ber bi perwerdekara hişyariya tenduristî ve

Newal El-Micwel da zanîn ku îşkence û tundiya derûnî ji jinan û ya fêzîkî ji mêran re bû, ji ber wê îşkenceya derûnî bû sedema bandorên neyinî li ser tenduristiya derûniya jinan bike û got: “Kêliyên rizgarkirina ji vê îşkenceyê û zexta du salan, ji mere wekî kêliyên zayîneke nû bû. Êdî dem hatibû ku jin careke din bikene, bigere kêfxweşiya xwe bi awayekî azad bîne ziman û hestên xwe bi ziman û dengê xwe îfade bike. Yek ji wan jinan ez im, ji bilî hestên rizgarkirinê û vegera jiyana xwe ya normal, mi karî di Navenda Tenduristiyê de cihê xwe bigrim. Êdî em têdighêjin û ji bo jin û civaka xwe pêşinyar, semîner û perwerdeyan pêşkêş dikin. Me rûyê din yê jiyanê dît û naskir. Ji ber ku ez yek ji mexdûrên îşkence û tundiya derûnî bûm, min xwest di beşê hişyariya tenduristî de cih bigrim û bikarim derûniya xwe û hemû jinan baş bikim, wê tirsê veguherînim hêzê, da ku jinên din jî bikarin ji bo jiyanê û mafê xwe têbikoşin.”

‘Li gorî berê rewşa jinan û derûniya wan gelek baş bûye’

Newal El-Micwel xebatên ku ji bo jin û civakê tên pêşkêşkirin bibîrxist û wiha got: “Ji bo başkirin û hişyariya tenduristî û derûniya ku bandorê li jin û civakê dikin, em dewreyên perwerdeyan li ser cûreyên nexweşiyan, bandorên wê, rê û rêbazên xweparastinê didin. Em serdana malan dikin, li gel jinên komînan derbarê bandora nexweşî, zewaca temenê biçûk û pirzewaciyê li ser derûniya jinan wan hişyar dikin. Tişta ku me jiyan kiriye, em naxwazin cardin kesek din jiyan bike. Ji ber wê vî alî de em pir bi tedbîr tevdigerin, ya girîng saxlemiya derûniya jin û civakê ye. Li gorî berê niha rewşa jinan û derûniya wan gelek baş bûye, ev di awayê rêvebirina wê ya komîn, meclis û saziyan de bêtir xwe dide der. Ger îro em rewşa jinên Çiyayê Kizwan rast bidin pênasekirin wê wiha be kevokên di qefesê de girtî bûn piştî dem hat û em rizgar bûn, qefes şikandin û firiyan û her difirin.”