Mayîna di navbera tunebûn û şerekî bêdawî de

Nûr Ebû Riyala ya ji Filistînê, çîrokeke jiyanê ya bi windayan dagirtî vedibêje. Di şer de hevjîn û pênc zarokên xwe winda kiriye. Nûr Riyala bi du zarokên xwe yên mayî re hem ji bo dermankirinê hem jî li hemberô barên giran ên jiyanê têdikoşe.

NEXEM KERACÊ

Filistîn – Di konek de, Cûd Ebû Riyala ya 10 salî li kêleka dayîka xwe Nûr rûniştiye. Li ser rûyê wê şopên şewatê û birîn hene. Li aliyekî di tevgerê de zoriyê dikşîne û karên rojane yên wekî hilgirtina avê dike, li aliyê din jî hewl dide li hemberî zordariyên ku rastî wan tê bisekine. Ev hemû di demeke ku hê jî êşa windakirina pênc xwişk û birayên xwe û bavê xwe dijî de di qewimîne. Cûd ku bi xwe jî birîndar bûye, li gel dayîka xwe ya birîndar û birayê xwe yê biçûk, bêyî dermankirina bijîşkî ya lezgînku pêwîstî pê heye, ji bo jiyanê têdikoşe.

Di êrîşan de bavê wê û 5 xwişk û birayên wê mirin 

Cûd Ebû Riyala, kêliya ku jiyana wê heta dawiyê hat guhertin bi bîr tîne, bi dengekî bi tirs dema fuzeya Îsraîlê li mala wan ketiye wiha vedibêje: “Em li cem birayên min rûniştibûn, ji nişka ve fuzeyek li lê ket. Min xwe di bin kavilan de dît. Nizanibûm çi hatiye serê birayên min. Piştre min dengê kesekî ku nêzî cihê lê bûm dimeşiya bihîst û piştî kevir hatin rakirin ez rakirim nexweşxaneyê.”

Cûd Ebû Riyala da zanîn ku li wir hîn bûye pênc xwişk û birayên wê di êrîşê de mirine, tenê dayîk û birayê wê yê biçûk sax mane. Bavê wê dema hewl dida ji mala malbatê bireve, di êrîşa Îsraîlê ya li ser taxa Şêx Ridwan de, ji aliyê sekvanek Îsraîlî ve hatibû kuştin.

Windahiyên ku dubare dibin

Nûr Ebû Riyala jiyana xwe ya li Xezayê ya beriya şer, rojên ku wê bi hevjîn û zarokên xwe re di mala xwe de derbas kiribûn tîne bîra xwe. Diyar dike ku rojên beriya êrîşên Îsraîlê ew neçar kirin ku ji cihekî birevin cihekî din... Diyar dike ku di Mijdara 2023’an de, dema ku malbat li xaniyek li taxa Şêx Ridwan diman, hêzên Îsraîlê ber bi herêmê ve çûne û dibêje ku bi şev, bi balafirên bê mirov û sekvanan nêzî xanî bûne û wiha dibêje: “Em li qata çaremîn bûn em daketin qata yekem. Mûcîzeyek bû ku her kes bi ewlehî dakeve xwarê. Lê hevjînê min dema dadiket xwarê ji aliyê sekvanek ve hat di 22’ê Kanûna 2023’an de hat gulebarankirin û di cih de mir.”

Nûr dide zanîn ku zarok di nava tirsek mezin de dijiyan, ev yek bûye sedem ku bi lêgerîna ewlehiyê di navbera mala xwe û mala dê û bavê xwe de biçe û bê û wiha domand: “Zarokên min xwe ewle hîs nedikirin. Pêwîstiya wan bi kesek ku wan teselî bike û hembêz bike hebû. Ji ber tirsê min ew birin cem dê û bavê xwe. Di dawiyê de, ez vegeriyam mala xwe. Lê bele aramiya ku lê digeriyan zêde bedewam nekir.”

Fuzeyek di bin kavilan de

Di 18’ê Mijdara 2024’an de, mala ku malbat lê dima rasterast hat hedefgirtin. Nûr Ebû Riyala û zarokên wê yên di hundir de birîndar bûn. Nûr, keça wê Cûd û kurê wê yê pênc salî Mihemed birîndar bûn her wiha pênc zarokên wê yên din jî mirin.

Nûr Ebû Riyala wan kêliyan wiha tîne ziman: “Nêzî çar saetan ez ji ser hişê xwe çûm. Dema şiyar bûm, her tişt weke xewnek xuya dikir. Min her dem dipirsî, ‘Çi qewimî? Zarokên min li ku ne?’ Wan ji min re gotin ew baş in lê min fam kir ku şehîd bûne. Ez piştrast bûm û min dixwest rastiyê bizanibim.”

Ji bo meşê pêdivî bi kopal heye

Teqîna ku çêbû di rûyê Cûd de şewatên mayînde hiştin, dayîka wê, Nûr ji ser û lingê xwe birîndar bû, hestiyên wê şikestin û her wiha di bedena wê de şewat hebû. Divê Nûr emeliyat bibe lê ji ber hilweşîna xizmetên tenduristiyê niha ev mudaxele çênabe.

Nûr Ebû Riyala dibêje ku birînên wê tevgera wê bi giranî sînordar kirine û niha ji bo meşê pêdivî bi kopal heye. Keça wê ji ber bandorên şewitê û birînên ji ber wê hîn jî tedawiyê dibîne. Kurê wê, Mihemed pêwîst e her dem bi rêkûpêk di kontrola bijîşkan de be.

Malbat ji pêdiviyên bingehîn jî bêpar in

Windahiyên ku malbatê jiyane, tenê bi windakirina can û birînên fîzîkî sînordar nîn e; di encama êrîşan de, malbat ji pêdiviyên herî bingehîn ên ji bo debara jiyanê jî bêpar maye. Ji ber ku zarok birîndar in, pêwîtiya malbatê bi lezgîn bi xwarin, cil, derman û melhemên curbecur û alavên bijîşkî ji bo dermankirina şewatê heye.

Nûr Ebû Riyala behsa pêdiviyên berdewam ên lênêrîna bijîşkî û zehmetiyên jiyana di konan de dike û diyar dike ku êdî nayê tehemulkirin dike û dibêje: “Kes tune ye alîkariya me ya hilgirtina barê jiyanê bike. Ji ber birînên xwe, ez nikarim bîdonên avê tijî bikim an jî hilgirim. Keça min nikare bi tena serê xwe bike û kurê min Mihemed jî hê pir biçûk e.”

Birînên ku nayên veşartin

Cûd Ebû Riyal a biçûk dema behsa xwişk û birayên xwe yên winda dike, rûyê xwe bi destên xwe vedişêre. Daxwaza xwe bi çend peyvan wiha tîne ziman: “Ez dixwazim xwişk û birayên min vegerin, ez dixwazim bavê min jî vegere.” Di dawiyê de digrî û daxwaza wê ya di navbera windahiyek bêveger û dermankirina bijîşkî ya lezgîn a ku pêwîstiya wê pê heye asê dimîne.

Nûr Ebû Riyala bang li rêxistinên mirovî, saziyên tenduristiyê û kesên ku dikarin alîkariyê pêşkêş bikin dike û daxwaz ji wan dike ku ji bo wê û herdu zarokên wê yên mane lênêrîna bijîşkî peyda bikin. Divê ew bi xwe emeliyat bibe, Cûd û Mihemed hê jî pêwîstî bi lênêrîna bijîşkî ya domdar in.