Malperên tora civakî parvekirina bûyerên şerê li Xezayê red dikin

Ji bo bomberana ku bi hefteyan e ji aliyê Israîlê ve li ser Xezayê didome gelek kesên alîgirên gelê Filistînê li ser torên medyaya civakî ji bo piştgiriy niştecihên Xezayê û nîşandana rûyê Israîlê nûçe û dîmenên şer diweşînin.

REFÎF ÎSLIM
Xeza-Niştecihên Xezayê û alîgirên wan ên li her devera cîhanê, malperên tora civakî (Instagram-Facebok-Twitter) bi kar tînin da ku êrîşa hovane ya li ser Xezayê û hedefgirtina malên sivîl, saziyên tenduristiyê, navendên çandî û erdên çandiniyê raxin ber çavan.
Lê rêveberiya van malperan nexwest ku li ser tiştên li Xezayê diqewimin biaxive, ji ber vê yekê wan bi her awayî şerê Filistînê kir, destpêkê ew post nehatin parvekirn, dûre hesabê gelek kesên çalakvan hatin girtin. Jixwe postên ku li ser malperên tora civakî dihatin parvekirn hemû vîdyo û wêneyên kuştinê yên dagirkeriya Îsraîl pêk dianî nîşan didan.
Wêne û bûyeran parve dike
Mase EL-Bihtêtî ya 24 salî dibêje; “Êrîşa li ser Xezayê ne wekî ku dagirkeriya Israîlê dibêje ye, ew rewşeke qirkirinê ye ku li ser serê niştecihan di seatên dereng ên şevê de pêk tê. Tevahî bûyerên ku bi nûçe, wêne û vîdyoyan tên belavkirin hemû rast in. 
Mase EL-Bihtêtî diyar dike ku ew ne ya tekane ye ku van wêneyan parve dike lê belê bi dehan malperên Erebî hene ku piştgiriya wê dikin.
Wê bi riya ajansa me bang li hemû parêzvanên doza Filistînê yên li seranserê cîhanê kir ku têkevin depoya sepanê û malperên danûstendinê bi yek stêrkê binirxînin, bibînin ka çawa azadiya raman û derbirînê teng dikin.
Tevî salên dirêj e jê derketiye jî bêriya Xezayê dike
Li aliyê din Henîn Fayiz a 19 salî anî ziman ku ji ber ew û hin hevalan karibûn bi awayekî berfireh wêneyên bûyeran belav bikin û hem nîşan bidin hem jî bêjin ku Xeza di bin bombebaranê de ye. Henîn Feyiz dibêje ku tevî bûye ewqas sal ji Xezayê derketiye jî heta niha bêriya bajarê xwe Xezaya bedew dike lê ew bajarê wê yê xweş û şirîn ji ber dagirekeriya Îsraîl veguheriye xirabeyek û bûye komeke ax.
 Henîn Fayiz diyar dike ku ew bi riya malperên tora civakî hewl dide sûcên dagirkeriya Israîlê eşkere bike ku çawa malên welatiyan hildiweşînin û wan koçber dikin.
Parvekirina wêneyên şehîdan, xwîn, sûçên dagirkeriyê yên lêdan û binçavkirinê wekî dîmenên hestiyar ji wan malperan re tên hesibandin. Ew jî wekî hevalên xwe peyvan kîte dike da ku hesabê wê neyê girtin.
Henîn Fayiz hewl dide ku bi hevalên biyanî re jî têkiliyan çêbike û wan nas bike da ku wan bi doza Filistînê hişyar bike û dengê gelê Filistînê bigihîne her kesê.
Vîdyoya ku şandibû jê birin
Ayaa Êkî ya 22 salî jî got ku heya niha hesabê wê rastî tu gefan nehetiye, difikire ku sedema wê yekê jî ew e hê nû bûyerên şer ên li ser Xezayê belav dike û dibêje; “Min di parvekirinê de girîngî da du tiştên tenê, yek Xezaya di bin bombebaranê de bû ya duyem jî xilaskirina Şêx Cerah bû.”
Ayaa Êkî wiha axaftina xwe domand; “Ez li malperên ku piştgiriya Israîlê dikirin geriyam û bi riya vîdyoyeke ku Xeza tê bombebarankirin min ji wan re koment kir, min hew dît ku wan ew posta xwe jêbirine.” Ji ber vê yekê ew li her kesê şîret dike ku di komên girtî de postayên xwe belav nekin ji ber ku nagihîje her kesê divê bi awayekî giştî be da ku her kes qîrîna gelê Filistînê bibihîse.
Ji bo boykotkirina rûpelên Israîlê kampanya dan destpêkirin 
Hêjayî gotinê ye ku pêşengên medyaya civakî vê dawiyê kampanyayek rêxistinkirî ji bo boykotkirina rûpelên Israîlê, wekî koordînator û gelek rûpelên din, dane destpêkirin.
Navenda Ragihandinê ya Filistînê Çileya borî, bi beşdariya Komîteya Piştgiriya Rojnamegerên Filistînî, bi hejmarek rojnamevan, çalakvan û saziyên ragihandinê yên Filistînî re kampanyayek da destpêkirin da ku weşana li ser malperên tora civakî ya Facebook û Twitter baykot bikin, di xwepêşandanekê de li dijî siyaseta şerkirina naveroka Filistînê, piştî sînordarkirina berfireh a gihîştina weşanên rûpelên medyayê û tevnên nûçeyan, bi rêjeya ku ji % 50 zêde bû.
Rêveberiya Facebook û Twitter tewanên xwe yên teşwîqkirina li ser tundiyê û girtina gelek hesabên Filistînê naşopînin.
Vê yekê kir ku sefîrê dewleta Filistînê yê Londonê Husam Zomlot gilî li ser navê dewleta Filistînê bike da kêmasiyên pargîdneyê ji berpisyariyên xwe yên exlaqî û qanûnî bîne ser ziman.