Mala xwe veguherand baxçeyê gulan

Behiye Kerîm a li gundê Gamêş Tepeyê sînorê Seyîdsadiq dijî mala xwe veguherandiye baxçeyê gulan.

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ

Helepçe - Behiye Kerîm li gundê Gamêş Tepeyê sînorê Seyîdsadi ê Başûrê Kurdistanê dijî û bi eslê xwe xelkê Germiyane ye, mala xwe veguherandiya baxçeyê gulan. Behiye Kerîm ku bi awayekî gelek xweşik di qutiyên gelek xweşik de gulên xwe çandine, baxçeyê mala wê ji aliyê gundiyan ve gelek tê ecibandin û her roj gundî û xelkên ku ji deverên cuda tên serdana vî baxçeyê xweşik dikin.

Behiye Kerîm piştî ku hevjînê wê di şerê Iraq û Îranê de tê girtin bi tenê dimîne, ji bo dahata malbata xwe dest bi karê dirûtinê dike û ji ber nexweşiya xwe dest ji kar berdide û gelek ji gulan hez dike. Ji ber hezkirina xwe ya li hemberî gulan bi keda destên xwe mala xwe vediguherîne baxçeyê gulan.

‘Ez gelek ji tiştên çandî hez dikim’

Di nava baxçeyê Behiye Kerîm de gelek berhemên kevnar ên çandî, weke meşk, tenûr, semawer û eledîn û çend parçeyên din ên çandî hene. Behiye Kerîm der barê baxçeyê xwe de wiha dibêje: “Ez gelek dixwazin tiştên kevin bimînin. Ji ber ku di van salên dawî de ji ber teknolojiyê xelkê çanda xwe ji bîr kiriye û beşek ji xelkê nizanin ev berheman ji bo çi tên bikaranîn. Ji ber wê min di baxçeyê mala xwe de daniye da ku hemû kes pirs bikin. Ez ji wan re dibêjim çima hatiye bikarinîn.”

‘Hemû diyariyan li baxçeyê xwe bi cih dikim’

Behiye Kerîm da zanîn ku gelek diyarî jê re tên û wan diyariyan di baxçeyê xwe de bi cih dike û rengek cuda dide baxçe û got: “Hemû kes gelek kêfxweş dibin dema kesek bi destên tije tê serdana min ez gelek kêfxweş dibim dema kesek diyariyek ji bo mîn tîne, ez jî wan diyariyan li baxçeyê xwe bi cih dikim.” 

Behiye Kerîm der barê bicihkirina berhemên xwe de wiha got: “Ji bo danîna her berhemê ez destpêkê difikirim û piştre malzemeyan kom dikim, dest bi çêkirina wan dikim. Daxwaza min ji bo jinan ew e ku bixebitin. Ji bo jinan jî gelek xweş e ku berhemên destên xwe ango ji bo tiştên hez dikin bixebitin.”