Mafê rojnamegerên jin tê binpêkirin

Rojnamegerên jin ên Tunisî destnîşan kirin ku ew rastî binpêkirinan mafan tên, lê li gel vê jî xebatên xwe didomînin.

ZOUHOUR MECHERGUI

Tûnis – 10’ê Kanûnê Roja Cîhanî ya Mafên Mirovan e û jinên rojnamegerên Tûnisî tevî astengiyên ku li pêşiya wan di rizgariya civakan de ne, hewl didin nirxên aştiyê û rêzgirtina li prensîbên mafên mirovan û jinan belav bikin.

Li ser beşdarbûna rojnamegerên jin di belavkirina nirxên mafên mirovan û aştiyê de û pabendbûna welat bi cîbicîkirina rêkeftinên navdewletî yên ku ji aliyê Tûnisê ve hatine encamdan, rojnamegera Tûnisî Emîra Mihemed wiha got: “Ragihandin di têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û bilindkirina hişyariya der barê wan de xwedî roleke sereke ye û cihê pêwîst dide jinên ku hatine çewisandin jib o helwestên xwe diyar bikin, dengê xwe bidin bihîstin û wan teşwîq bikin ku şîdeta li ser wan tê kirin eşkere bikin. Tevlibûna rojnamegerên jin bi riya têkoşîna parastina mafên jinan, pêşxistina rewşa wan û belavkirina nirxên navneteweyî, ji bo redkirina her cure şîdet û cudakariya li dijî jinan û piştgiriya mafên wan e.”

‘Civak qebûl nake ku jin bi cesaret fikrên xwe bînin ziman’

Emîra Mihemed diyar kir ku rojnamegerên jin bi riya malperên dijîtal rastî şîdet û îftirayê tên û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Civaka me qebûl nake ku jin bi cesaret fikrên xwe yên siyasî bînin ziman. Jin di medyaya dîjîtal de rastî êrîşan tên, bi taybetî jî ger helwesta xwe yan jî şîroveyên xwe, mîna yên din, li ser bûyerekê bînin ziman. Sendîkaya Neteweyî ya Rojnamegerên Tûnisê êrîşên ku di van demên dawî de li ser bingeha zayendî li dijî rojnamegerên jin hatine tomarkirin ragihand. Ez bang li rojnamegerên jin dikim ku der barê şîdeta heyî de sendîkaya xwe agahdar bikin û bêdengiyê bişkînin. Divê rojnamegerên jin di warê ragihandin û parastina mafên xwe yên redkirina tundî û cudakariyê de ji jinên din re bibin mînak.”

‘Jin ji gelek mafên xwe mehrûm in’

Rojnamevan Emîma Heyderî da zanîn ku divê rojnamegerên jin tundiya li ser xwe qebûl nekin û wiha pê de çû: “Divê rojnamegerên jin bi cesaret bin û tundiya ku li wan tê kirin eşere bikin. Şêweyên şîdetê b,ş pêş ketine û guherîne, ev yek hewce dike ku jin zêdetir hewldanên xwe bikin yek û stratejiyên ku li gorî rastiya jinên Tûnisê ya îro ye ji bo têkoşîna li dijî tundiyê pêş bixin. Em vê Roja Cîhanî ya Mafên Mirovan pîroz dikin lê tevî qanûn û destkeftiyên ku bi saya têkoşîna tevgera femînîst hatine bidestxistin jî gelek jin hê jî ji gelek mafên xwe mehrûm in. Cihê mixabiniyê ye ku her meh 4 jin jiyana xwe ji dest didin. Piştî ku jin ji hilbijartinan hatin dûrxistin û mafên wan guherîn û heta têkçûn, rewş xirabtir bû.

‘Bi saya rojnamegerên jin di warê tundiya di nava civakê her diçe nîqaş zêde dibin’

Rojnameger Seher Dehman eşkere kir ku diyardeya berbelav a tundiya li ser jinan ku di medyayê de tê nîqaşkirin û civaka sivîl li dijî wê disekine û têdikoşe, ev zîhniyet bi zanebûn wê zêde dike û wiha anî ziman: “Nifşek rojnamegerên jin ên ku bi maf û azadiyan re eleqedar dibin, nifşek têkoşerên li dijî şîdetê hene ku li hemberî rejîmên baviksalarî yên ku dixwazin hemû destkeftiyên femînîst bişkînin, bi israr in. Ji bo rêjeya tundiya li ser jinan divê hejmarên rast bên eşkerekirin. Ez bang li rojnamegerên jin dikim ku balê bikşînin ser vê diyardeyê. Ji ber ku rêjeya tundiya li ser jinan zêde bûye, ne pêkan e ku Roja Cîhanî ya Mafên Mirovan were pîrozkirin.”