Lîda Ehmed: Jinên Afgan ên şerker ji bîr nekin

Endama Piştgiriya Piştevaniya Afganîstanê Lîda Ehmed diyar kir ku jin li kuderê bin bila bibin êşa wan hevpar e

ANYA MOHAMMADÎ

Navenda Nûçeyan- Jinên Afganî ev zêdetirî dehan salan e li dijî tundî û bingehparêziyê re têdikoşin, lê heta îro di têkoşîna xwe de dest ji biryardariya xwe bernadane û çi dibe bila bibe, paşve gav neavêtin. Jinên Afgan ên berxwedêr ên ku ji sala borî ve Talîbanê Afganîstan xist bin kontrola xwe careke din xwe li cîhanê bi bîr xistin, tevî hemû zextan jî di her firsendê de daketin qadan. Pêşî hewl hat dayîn ku ji kar, dibistan, reng û dengên wan bên dûrxistin, lê dîsa jî nesekinîn. Jinên Afganî di her firsendê de bi daxwazên bingehîn ên wekî “kar, nan, azadî” daketin qadan û vê yekê didomînin. Çalakvana mafên jinan û Endama Piştevaniya Hevgirtina Afganistanê Lîda Ehmed bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê peyamên jinên Afganistanê ji ajansa me re ragihand.

"Afganîstan ji bo jinan cihekî xerab e"

Lîda Ehmed anî ziman ku 8'ê Adarê ji bo bîranîna têkoşîna jinan û jinên kedkar ên li dijî hêzên kapîtalîst û emperyal rojeke girîng e û got, "Ev sed sal in li welatên cuda yên cîhanê jin her tim vê rojê pîroz dikin." Lîda Ehmed destnîşan kir ku Afganîstan yek ji wan welatên ku ji bo jinan şert û mercên herî xerab ên jiyanê lê hene, diyar kir ku ew rewşê tenê bi serdema piştî Talîbanê re sînordar nabînin û têkoşîna jinên Afgan ên piralî wiha bilêv kir: "Bi kuklayên ji emperyalîzm û Afganîstanê re hati ferzkirin re têdikoşin.”

“Tundiya li dijî jinê sîstematîk e"

Lîda Ehmed diyar kir ku zextek giran li gel hat kirin û wiha got, "Tundî li Afganîstanê di van çil salên dawî de zêde bûye û gel ji aliyê rejîmên cuda û hêzên cuda yên radîkal û radîkaldincî ên desthilatdar ve rastî zexteke pir giran hatin. Li dijî jinan muameleyên pir xirab pêktinin.” Lîda Ehmed, bilindbûna tawanên ku di van du salên borî de li Afganistanê hatine kirin radîkalizma siyasî tawanbar dike. Dewlet û hikûmetên emperyalîst ên li Afganistanê jî diyar kirin ku wan mafên jinan ên gelekî lawaz winda kirine û dema ku tomar kirine bi wan gotinan diyar kirin ku tundî bi awayekî sîstematîk tê sepandin: “Deriyên dibistanan ji jinan re hatin girtin û jinên kedkar ên li Afganîstanê karên xwe winda kirin. Êrîşên pêşî yên li ser destkeftiyên jinan ev bûn. Talîban ji bo gelê Afgaiîstanê hêzeke naskirî bû û wan baş dizanibû ku serdema herî xirab û tarî ya jiyana jinên Afganî ne jî. Talîbanan bi taybetî di van 6 salên dawî de gelek jin di êrîşên xwekujî de kuşt. Êrîşî dibistanên ku keç lê dixwînin kir, serê keçan jêkir û gelek sûcên bi vî rengî pêkanî.”

"Her ku hêza Talîbanê zêde bû, dijminatiya jinan ji zelaltir bû"

Lîda Ehmed diyar kir ku li gel hemû sûcên Talîbanê jî DYA’ê desthilatdariya welat radestî Talîbanê kir û wiha got: “Her ku hêza Talîbanê li Afganîstanê zêde dibe, dijminatiya jin jî zelaltir dibe.Talîbanê pêşî dest danî ser desthilatdariyê, dibistanên keçan girt, jinan di malê de heps kir, destûr nedan ku bêyî mêr bi wan re derkevin derve, ji jiyana xebatê hatin dûrxistin û hwd. Tesetûr ji bo jinên ku diçûn zanîngehê hat ferzkirin û refên kur û keçan ji hev cuda kirin. Cûdahiya zayendî ya hemû tundî û barbariya li dijî jinê ava kirin.”

“Hewl didin mafê jinan binpê bikin”

Lîda Ehmed diyar kir ku xwezaya Talîbanê neguheriye. Lîda Ehmed anî ziman ku Talîban ji bo ku ji aliyê civaka navneteweyî ve were naskirin hewl dide qanûnên xwe yên li dijî jinan bi awayekî baş pêşkêş bike, li ser “îtîrafên” çalakvanên jin ên ku di televîzyonan de hatin weşandin jî wiha got: "Ev rêbazeke ku Talîban ji rêveberên rejîma Îranê, Komara Îslamî ya Îranê û hikûmetên dîktator ên Afganistan û deverên din ên cîhanê girtiye. Ev jî zordestiya wan e.” Lîda Ehmed da zanîn ku bi van rêbazan hewl didin têkoşîna jinan û daxwazên mafdar ên jinan têk bibin û destnîşan kir ku Talîban bi polîtîkayên çewisandinê û polîtîkayên nazik tundiya li ser jinan bidomîne.

"Yekane rê têkoşîna gerdûnî ye"

Lîda Ehmed anî ziman ku yekane rêya rizgariya jinên Afganî û tevahî gelê Afgan ji vê bêbextiyê têkoşîna gerdûnî ye û banga “li gel şoreşgeran bin” kir. Lîna Ehmed da zanîn ku pêwîstî bi têkoşîn û yekitiya di asta seferberiyê de heye û wiha got: "Ez ji Kurdistanê heta Îranê û Afganîstanê hemû jinên têdikoşin silav dikim. Ji bo hemû jinan yekîtî û hevgirtin girîng e."

“Jinên Afganîstanê ji bîr nekin”

Lîda Ehmed herî dawî ev tişt anî ziman: "Êşeke me ya hevpar heye; li welatên me yên Rojhilata Navîn, Afganîstan, Îran û Kurdistanê em hemû ji dijminekî hevpar têdikoşin. Em dikarin weke jin li dijî pergala serdest a mêr têbikoşin. Li cîhanê hevgirtineke me ya hevpar heye. Divê em derkevin kolanan, protesto bikin û beşdarî bernameyan bibin. Divê em êşa jinan li tu cihên cîhanê ji bîr nekin, bi taybetî jinên Afgan ên ev çil sal in li ber xwe didin. Wan ji bîr nekin û hewl bidin ku bi wan re sempatiyê avabikin.”