Li Yemenê sinetkirina zarokên keç
Her çendî Yemen yek ji welatên ku sineta zarokên keç qedexe kiriye û biryara têkoşîna bi wê re ragihandiye jî ev diyarde li gelek welatên wê belav e, vê jî bi parastina namûsa keçikê ve girê didin. Lê ji ber aloziyên siyasî, têkoşîna bi vê yekê re pêk nehat û bi paşketinên ramanî, pêkanîna sinetê ket dewra xwe û mezintir bû.
NÛR SERÎB
Yemen- Li gorî lêkolîna ku Wezerata Tenduristî û Niştecihî bi Buroya Navendî re di 2013’an de kiriye, li gorî rêjeya neteweyî, bi 20 hezar malbatên li Yemenê diyardeya sinetê heye, li parêzgeha Al-Hdîde, Xidir Al-Mût û Al-Mûhra ev diyarde zêde ye ango rêjeya sinetkirinê ji sedî 60 e.
Tê destnîşankirin ku sinet di qonaxa zû de tê kirin ango di navbera hefteya yekem bûyîna keçikê heya salekê.
Li gorî lêkolînan, ji sedî 75 jin dibêjin dive pêşî li sinetkirina jinan were girtin. Lê bi hatina hin kesên baweriya xwe bi wan tînin û aloziya şer û lêkolînên ku nehatine kirin ev rewş belav bûye.
Jina bi navê F. A. ya 49 salî diyar kir ku ew pir bêzar bûye û wiha got: “Min nizanibû pirsgirêk çi ye, heya malbata min israra sineta keça min kir, piştî lêkolînan min ev yek red kir. Ez ê bêzariyê nexim jiyana keça xwe laşê wê aydê wê ye mafê min tune ye desteser bikim.
Nebûna zagona Yemenê
Hikumeta Yemenê ji bo qedexekirina sineta keçan biryarek ji Wezaretê re di 9 Çileya 2001’ê de ragihand ku di biryara 3/1 a ji hêla wezareta Tenduristiyê ve di 2005’an de dibêje "Divê hemû bijîşk û karker di karûbarên tenduristiyê yên taybet û giştî de sinetkirina jinan nekin û ev yek hatiye qedexekirin."
Li ser girîngiya zagonek ku kiryarên sinetê tawan bike wezîrê edaletê Werde Bin Simêt dibêje: “Sinetkirina jinan li yemenê wekî edetek civakî tê pejirandin û rastiya bidawîkirina tewana sineta jinan ne diyarker e. Ji bo vê jî di biryara wezaretê ya sala 2001’ê de ku tenê qedexekirin hatiye ragihandin û cezayê wê diyar nekiriye bûye sedema belavbûna sinetkirinê li seranserî parêzgehên komara Yemenê. Herî zêde di derbeyên siyasî û guhertinên hikûmetê de, bi hebûna olî ku îdia dikin sinetkirinê rewa dibîne, ruxmî dijberiya nêrînan, tenê tiştên ku li ser difikirin zirar û şîdetê li ser jin û zarokan pêk bînin.”
Werde wiha domand: “Projeya zagona mafên zarokan ku di 2014’an hatiye nîqaşkirin, behsa darizandin û cezayên madî yên sinetkirina jinan dike û pêşkêşî komîteya wezaretê hatiye kirin lê tu encam jê derneket. Ji bo vê jî em dewletek ku xwedî rêvebiriyek zagonî be û mafên hemwelatiyan bên parastin daxwaz dikin.”
Gafên tenduristî û derûnî
Der barê metirsiyên tenduristî yên ku bi sinetê re rû didin de Dr Abha Al-Xelalî ev tişt destnîşan kir; "Sinetkirin metirsiyên mezin ji bo jinan bi xwe re tîne. Ji ber ku pişikek ji laşê jinê yê ku xwedî gelek rehikan e û ev devereke pir hestiyar e. Ji ber ku gelek rehikên wê hene xwîn di dema sinetkirinê de jê diçe û dibe ku keçikê bikûje. Her wiha di têkiliyên zayendî û zayîna xwezayî de eziyet û tengasiyan dikşîne, ji hêla derûnî ve jî keçik ji xwe kêm bawer dibe.”
Bijîşka Tenduristiya Gîyanî û Berpirsiyara Navenda Jinan û Zarokan, Dr Încîle Al-Muamerî jî wiha got: “Sinet yek ji mijarên piralî ye. Aliyên wê yên pîskolojîk, civakî û tenduristî zêde ne. Rêbazên wê cuda ne, li gorî herêman diguhere û cureyên wê gelek in lê êş û ziyanên derûnî û laş yek in. Ji ber bandorên wê yên derûnî yên ku her tim kêliyên sinetê tên bîra wê, wê diêşîne, tirs û fikarên bêdawî diafirîne û bi xwe re têkçûna baweriyê tîne. Ev jî ji ber sedema nezanîn û bê daxwaza wê ye.”
Dr Încîle wiha domand: "Di gel êşên ku dibîne, jin ji kêfa jiyana xwe ya zayendî jî bêpar dimîne. Ango teşwîqkirin namîne. Herî zêde bi sinetkirina kûr ve têkildar e, jiyana wê dikeve metirsiya hevberdanê. Li aliyê din dibe sedema nebûna zarokan û ev jî li gel civaka me û bi taybetî civakên li gundan tiştê herî girîng e."
Dr Încîle Al-Muamer axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Em ji bîr nekin ku gelek qanûn û rêgezên navneteweyî vê rewşê qedexe dikin û ceza didin. Gelek welatên Ereban di vî warî de bi ser ketine. Li ser bingeha azadiya kesan û mafên wan, ji bo ku tundiya zayendî kêm bike. Hêviya me ew e ku welatê me bigihîje qonaxa lênihêrîna keçan û derxistina zagoneke ku kiryarên sinetê qedexe dike û ceza dide.”