Li Yemenê perwerde li kolanan didome

Zarokên ku li Yemenê li dibistanên ji ber şerê wêran bûne an jî zirar dîtine nekarîn perwerdeya xwe bidomînin, ji avahiya alternatîf ku bi kar danîn jî bi zorê hatin derxistin

RANIA ABDULLAH

Yemen – Şer piranî bandorê li jin û zarokan dike, di jiyana perwerdehiyê de jî dibin sedema astengiyên cidî. Rewşa şer a ku di sala 2015’an de li Yemenê dest pê kir, li welat bandorên wêranker li ser perwerdehiyê kir, gelek zarok an dev ji xwendina xwe berdan an neçar tên hiştin ku li avahiyên hilweşandî an jî di nav dengê guleyan de perwerdeya xwe bidomînin.

Perwerde li kolanan dewam dike

Xwendekarên Dibistana Salah El-Dîn a li bajarê Taizê ya başûrê rojavayê Yemenê jî di nava dengê wesayît û peyayan de li kolanan perwerdeya xwe digrin. Keça Îlham El-Salahî ya 8 salî jî yek ji van kesê ku vê mexdûriyetê dijî ye. Îlham El-Sslahî, diyar kir ku keça wê li Dibistana Salah El-Dîn dixwîne û wiha got: “Rojekê keça min hat malê û ji min re got ku li kolanê perwerdê dibînin. Ev rewşê min pir matmayî kir. Roja din ez bi keça xwe re çûm û rewşa tê jiyîn, dît. Li kolanê silavê didin alê, paşê dersên xwe dibînin û diçin malê. Ev rewşê min pir êşand. Zarok li kolanan çiqas bi ewle ne... Ez ditirsim ku tiştekî were serê keça min.”

Bi zorê ji otêla ku lê perwerde didîtin, hatin derxistin

Ji mamosteyên dibistanê Îkbal Abdu Seîd jî diyar kir ku ji ber şer dibistan hilweşiyane û piraniya avahiyan veguherandin dibistanên alternatîf. Îkbal Abdu Seîd bi van gotinan tiştên di qada perwerdeyê de dijî vegot: “Avahiya ku beriya şer otêl bû, me weke cihê perwerdeyê ya alternatîf bi kar anî, lê niha ji aliyê xwediyê wê ve bi darê zorê hatin derxistin. Destûr nedan ku em avahiyek alternatîf jî bibînin. Me serî li rayedarên eyaletê da, lê heta niha jî tu bersiv negirt.”

“Divê ji bo zarokan re avahîyên bi ewle bên dabîn kirin”

Nematullah Jarallah li kolana ku xwendekar lê kom dibin ji xwişka xwe ya keç re hevaltî dike. Nematullah Jarallah ku bertekek tund nîşanî derxistina bi zorê ya zarokan ji avahiya ku lê perwerde didîtin da, bi van gotinan bal kişand li ser tiştên tê jiyîn: “Ji ber şer zarok nikarin perwerdeya xwe di derdoreke tendurist de bibînin. Ew ji avahiyên ji xwe peyda kirin jî tên derxistin. Nayê qebûlkirin ku zarok bi zorê ji avahiyê bên derxistin û ev tirs ji wan re bê jiyan kirin. Em wek malbat em pir bi fikar in. Divê rayedarên berpirsiyar ji bo zarokan avahiyên bi ewle ên tendurist dabîn bikin.”

"Tiştên tên serê me pir matmayî bû”

Midûra Dibistana Selahedînê Mona El-Cemaîe wiha got: “Em berî 5 salan gelek hewl da ku zarok di avahiyên alternatîf de perwerdehiya xwe bidomînin. Di 11’ê Îlonê de ji me hat xwestin ku em ji avahiya ku me perwerdehiya xwe lê didomîne derkevin. Piştre em bi zorê ji avahiyê derxistin. Tiştê ku hat serê me pir matmayî bû. Xwendekar zêdeyî hefteyekê ye li kuçeyê perwerdeya xwe didomînin. Ji ber ku Dayik û bavên xwendekaran  ji ber ku nikarin zarokên xwe li dibistanên taybet qeyd bikin, kolanê îmtîhanê didin. Em hewl didin ku zarok perwerdeya xwe temam bikin. Me serî li saziyên rayedar jî da, lê me nekarî encamekê bi dest bixin. Rayedaran jî nehatin rewşa xwendekaran lêkolîn nekirin."

"Malbên me bi fikar in"

Xwendekar Abeer Mervan jî wiha axivî: "Hêviya min bû ku ez sala xwe ya xwendinê bê navber biqedînim, lê ez dibînim ku zehmet e. Kolan ji bo perwerdehiyê cihê guncaw nîne. Malbatên me ji vê rewşê bi fikar in û naxwazin em li kolanan bibînin. Rojên peşiya me îmtîhana min heye û ji ber vê yekê neçar ma ku beşdarî perwerdeyê bibim. Piştî îmtîhanê ez nikarîm li kolanê perwerdehiyê bidomînim."

260 dibistan wêran bûn an jî bi temamî zirar dîtin

Li gorî Ofîsa Perwerdeyê, devera Selah yek ji wan deveran e ku herî zêde ji şer zerar dîtiye û piraniya dibistanên li wê derê yan hatine wêrankirin. Daîreya Perwerdehiyê ji bo xwendekaran avahiyek alternatîf peyda bike dixebite. Li gorî Ofîsa Perwerdeyê, li bajarê Taizê hejmara dibistanên bi temamî wêran bûne û zerar dîtine 260’e. Hat ragihandin ku bi hevkariya saziyên navneteweyî, Buroya Karûbarên Civakî û Xebatê û rayedarên herêmî 160 dibistan hatine restorekirin, 6 dibistan hatine avakirin û 17 dibistan hatine restorekirin.

2 milyon xwendekar nikarin biçin dibistanê

Li gorî rapora UNICEFê, li Yemenê 2 milyon xwendekar ji ber pevçûnan û kêmbûna perwerdeyê ya ji ber pevçûne avabîye bikarin biçin dibistanê. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di navbera 26'ê Adara 2015'an û 28'ê Sibata 2021'an de li dijî avahiyên perwerdehiyê 464 êrîş pêk hatine û piraniya van avahiyan ji bo armancên leşkerî hatine bikaranîn.