Li Yemenê ku şer lê didome jin bi projeyan jiyana xwe didomînin

Dîna Emîn a ku di bin siya şerê navxweyî yê ku ev 9 sal in li Yemenê dewam dike de ji bo jinan salonek werzîşê vekir û diyar kir ku cihekî wiha ji bo jinan ji pêdiviyek mezin e.

RANÎA ABDULAH

Taîz – Li Yemenê şerê navxweyî 9 sal in bi dijwarî didome. Gelê ku li Yemenê ji bo jiyana rojane têdikoşin, dixwazin aştî were, pevçûn bi dawî bibin û aramî pêk were. Jiyana jinên di bin bandora zexta civakî û şerê baviksalarî de roj bi roj dijwartir dibe. Li welatê ku hama bêje jiyana civakî lê nemayê, jinan ji bo di jiyanê de xwe li ser lingan bigrin prpjeyan pêş dixin.

Jina ciwan Dîna Emîn a ji bajarê Taizê li başûrê rojavayê Yemenê yek ji van jinan e. Bi salona werzîşê ya ku ava kir, ji bo jinan cihekî ku hem jiyanek bi tendurist bijîn û hem jî civakîbûnê ava bikin cih avakir.

Dîna Emîn got ku ev qadeke civakî ji bo me yên di bin siya şer de dijîn gelekî girîng e û got, "Ev bajar di bin dorpêçê de ye û pêwîstî bi projeyên wiha heye."

‘Pêwîstiya me bi qadên taybet heye’

Dîna Amîn diyar kir ku divê qadên taybet ji bo jinan hebe û wiha berdevam kir: “Weke şexs pêwîstiyê min heye ku ez biçim cîhekî. Ya ezê biçûma parkekî yan jî biçûma kafeyekî lê min xwe li van deran rehet hîs nedikir ji ber vê yekê fikra herî guncav kulûba werzîşê bû. Ya dûyem jî zexta derûnî te dikşîne aliyê wezîşê. Ya sêyem jî hemû proje neteê ji bo jinan hatiye pêşxistin min kulûba werzîşê girîng dît.”

‘Di nav zehmetiyan de gelek tişt îlhamê didin me’

Dîna Amîn da zanîn ku orf û edetên civakî li ser jinan tên ferzkirin û wiha dewam kir: “Ez li hember van astengiyan bêdeng nebûm. Li Yemena ku di nav şer de ye kulûba werzîşê ya jinan çalakiyek neasayî ye. Em civakek girtî de ne, ji ber vê yekê zehmetiyên ku em herî zêde pê re rû bir û man ev bû. Ez bawer im ku di nav ewqas zehmetiyan de gelek tişt heye ku îlham bide mirovan. Ev fikir zehmet bû ji ber ku ez jin bûm û hinek hişyarî li min hat kirin. Lê li hember hemû zextan hêja bû ku ez fedakariyek bikim.

‘Em tirsên xwe bidin aliyek û astengiyan derbas bikin’

Dîna Amîn, anî ziman ku dema pereyê ku ji bo vekirina kulûba werzîşê têrê nekiriye zêrên xwe firotiye û pere ji malbata xwe deyn kiriye û wiha got: “Ji ber kêmbûna nirxên pereyê riyalê ya li hember dovûzan ku min kom kiribû têra vekirina salonê nekir. Divê jinên Yemenê tirsên xwe dînin aliyekê û astengiyan derbas bikin.”