Ji ber krîza avê li Yemenê jin bi saetan rê diçin

Rêwîtiya avê li Yemenê bûye barekî rojane ku ji hela jinan ve tê hilgirtin. Ew tenduristiya jinan dike xeterê û derfetên wan ên ji bo perwerde, kar û jiyaneke bi ewle sînordar dike.

REHMÊ ŞANZÛR

Yemen – Di navbera rêya dijwar a ku Semîra Elî rojê sê caran ji bo kişandina avê tê de derbas dibe û dibistana Emal Xalid de, lêgerîna avê bû beşek ji berpirsyariyên wê. Piştî vê yekê, êşa jin û keçan li gundewarên Yemenê tê temsîlkirin. Kêmbûna avê ne tenê karê peydakirina malbatên xwe dike bar li ser pişta wan. Her wiha, saetan ji roja wan didize, şopa xwe li ser tenduristî, perwerde û jiyana wan a rojane dihêle.

Her sibeh Semîra Elî ya 33 salî, dest bi rêwîtiya xwe ya rojane dike da ku avê bîne û konteynirek kevneşopî li Yemenê wek "dabba" li ser serê xwe hildigre. Ew ji bo veguheztina avê ya ji kaniyê, ji herêma El-Seyahî ber bi mala xwe ya li gundê El-Meqha'iye ve bikar tîne.

Rojane bi riyên dirêj û westyayî re rûbirû dimînin

Semîra Elî di 10 salên borî de mîna gelek jinên din ên li Yemenê, derbaskirina rê ya ji bo lêgerîna avê fêr bûye. Erdê dijwar dihêle ku mesafeya kurt ji ya ku bi rastî ye, pir dirêjtir xuya bike. Semîra rojê sê caran nêzî kîlometreyek rê diçe û tê, her carê nêzî 20 lître av hildigre, da ku pêdiviyên malbatê peyda bike. Semîra dibêje: “Her roj diçim ser kaniyê. Rê  mirovan diwestîne û dijwar e, lê dîsa jî çareyek din li cem me tune. Ji bilî kişandina avê, karê malê jî tê kirin. Em gelek caran li ber kaniyê di dorê de bi seatan dimînin.”

'Bila projeya avê bighînin gundên me'

Semîra Elî di nav êş û zehmetiyên ku dijî de hêviyên xwe wiha tîne ziman: “Em bi hêvî ne ku projeyek av bighîje gundê me, barê rêwîtiyên rojane yên li gund sivik bike.”

Geryana rojane ya Semîra Elî ya ji bo kişandina avê, rastiya ku jin û keç li gelek deverên gundewarî yên Yemenê pê re rûbirû dimînin, nîşan dide. Ew li wir beşek girîng ji berpirsyariya dabînkirina avê ya ji malbatên xwe re hildigrin.

Perwerde beşek ji bihayê digire

Bandorên krîza avê bi jinên ku berpirsyariya kişandina avê hildigirin re namînin. Ew ji bo keçan jî derbasdar e. Her ku dûrahî û dema ku ji bo gihîştina çavkaniyên avê hewce ye dirêjtir dibe, şansên wan ên çûyîna dibistanê kêmtir dibin. Hin ji wan neçar in ku ji dibistanê derkevin an jî bi tevahî dev ji dibistanê berdin da ku alîkariya malbatên xwe bikin ku avê peyda bikin.

Emal Xalid a 18 salî, yek ji wan keçan e ku dev ji çûyîna dibistanê berdaye û bi kişandina avê û hilgirtina berpirsyariyên malbatê ve mijûl bûye. Emal bi van gotinan behsa zehmetiyên xwe kir: “Ji ber şer, krîza avê di nava civakê de rû da. Vêya jî êş û zehmetiyên me dijwartir kir. Ji bo peydakirina ava ji malbatê re, neçar mam dev ji dibistanê berdim û bi kişandina avê re mijûl bibim. Rewş ji hêla tendrustî û perwerdê ve dijwartir bûye.”

Tenduristiya jinan a di bin barê hilgirtina avê de

Bandora anîna avê bi bêparkirina hin keçan a ji perwerdê, bi dawî nabe. Ew li ser tenduristiya jin û keçên ku neçar in konteynerên avê ji bo mesafeyên dirêj hilgirin û vê yekê rojane dubare bikin jî, derbas dibe. Emal Xalid dibêje: “Hilgirtina avê pir westiyayî ye. Em konteynerê bi hilgirtina mesafeyên dirêj dimeşin û carna em ji ber giranî û rêwîtiya dubare di pişt û laşê xwe de êşê hîs dikin. Em ji kişandina avê westiyayî vedigerin û dûv re dem tune ku em bêhnvedanê bikin. Em bi karên malê û berpirsyariyên xwe berdewam dikin.”

Krîzeke kronîk e

Ev êş di çarçoveya krîzeke avê ya kronîk de li Yemenê tê, ku yek ji welatên herî kêm av ên dinyayê ye. Li gorî daneyên NY’ê, li gorî hezar metrekupî ku ev jî sînorê gerdûnî yê tengasiya avê temsîl dike, para serê kesî ya çavkaniyên avê yên nûjenkirî, salane ji 80 metrekupî derbas nabe.

Zêdetirî 14.5 milyon kes li Yemenê ji ava vexwarinê ya ewle û xizmetên paqijiyê bêpar in. Piraniya wan li deverên gundewarî û yên ku gihîştina wan dijwar e kom dibin. Bandorên kêmbûna avê ne tenê bi malbatan ve sînordar in. Ew li deverên ku bi çavkaniyên avê yên herêmî ve girêdayî ne, dighîjin çandiniyê.

Di navbera şer, xizanî û kêmbûna avê de, lêgerîna avê rojane berdewam dike. Di heman demê de jin û keç di rêza yekem a wan kesan de ne. Barê krîzekê hildigirin ku ne tenê bi avê ve girêdayî ye. Her wiha, bi mafên wan ên dem, tenduristî, perwerde, kar û jiyanek ewletir ve jî girêdayî ye.