Li Yemena ku şer didome mirina sewalan zêde dibe

Mirina sewalan li Yemenê, li gor hinekan ji ber guherîna hewayê ye, li gor hinekan jî çavkaniya xwe ji şertên şer digre. Jinên cotkar ji bo tedawiya sewalên xwe beytar nabînin, ji bo berpirsyartiyê bang li ofîsa çandiniyê kirin.

RANÎA ABDULLAH

Yemen- Li Yemenê li gel şerê ku di 2015’an de derketî, di gelek sewalan de nexweşiyên şewbê zêde bûye, bi taybet mirovên li beşên çolwar dijîn xwe nikarin bigînin beytaran. Der barê mijarê de jinên cotkar ên Yemenê nirxandin kirin, xwestin ku erkdar erkê xwe bi cih bînin.

‘Nayê zanîn ka sewal çima dimirin’

Nabîha Ahmed Saeed ku li gundê Al- Sayyahi ya li çolwara bajarê Taiz yê li başûrê Yemenê dijî diyar kir ku ji ber kêmaniya beytaran ji bo sewalên wan ên çavkaniya jiyanê, nikarin sewalên xwe tedawî bikin û wiha got: “Em rû bi rûyê mirinên sewalan in. Sewalên me nexweşin û em nikarin wana ji mirinê rizgar bikin. Em nizanin çima sewalên me nexweş dibin û dimirin. Em weke cotkar dixwazin ofîsa çandiniyê mudaxeleyî mijarê bike û ji bo pirsgirêkan çareserî bibînin. Me gelek caran bang kir, lê belê me tu bersîvek ne girt.”

Nabîha Ahmed Saeed xwes ku rayedar ji bo sewalên wan ên çavkaniya jiyanê ne çareserî bibînin û wiha got: “Em li bendêne rayedar mudaxele bike. Li Yemenê êdî ji ber beytar jiyana sewalan tune dihesibînin, qada ku lê dixebitin dîqat nakin, ev jî dibe sedema mirina lawiran û xirabûna ekosîstemê.”

topbaran bi bandor in

Dalîa Muhammad ya ji herêma Al-Sayyahî bal kişand şerê ku berdewam dike û tehrîbata ku ji ber bombeya ava bûye û ev tişt got: “Cotkar bi taybet ji ber topbaranên ku berdewam dike tengasiyan dijin û ji sedî 95’ê civakê bi çandiniyê ve mijûl dibin. Ji ber bê eleqeya hikumetê rêjeya perwerdê gelek lewaze. Bi vebûna dibîstanan re, gelê herêmê berê xwe dane veberhênana sewalvanî, berhemdana çandiniyê. Lê belê ji ber şer û dorpêçkirina bajar re nirxê tov, gubre zêde bû. Li herêmê ev zêdeyî 10 salane ji ber nebûna beytar û cotkar rû bi rûyî gelek tengasiyan in. Li vê derê cotkar bi berhemên sewalan ên weke peynir û nivîşk ve girêdayîne, lê belê mixabin rêjeyek mezin ya mirina lawiran heye. Mirov bi tecrûbeya xwe ya di qada tibî de ji bo tedawîkirina sewalan dixebitin, lê belê dermanên ku didin fêde nake.”

‘Ofîsa çandiniyê erkê xwe bi cih nayne’

Dalîa Muhammed bal kişand ku ofîsa çandiniyê erkê xwe bi cih nayne û got: “Ofîsa çandiniyê divê bi taybet ji bo pêkanîna projeyên stratîk yên mirovên li beşên çolwar dijîn û ji bo ji sazî û hebûnên din sûd bigrin divê bixebitin. Bi giranî komxebatên perwerdeyê ku der barê çandinî û sewalvaniyê de tên pêkanîn di çareseriya pirsgirêkên cotkaran de wê bi fêde be. Ji ber vê divê saziyên ku di qada sewalvanî û çandiniyê de dixebitin, biçin qadên çolwar, pêwîstiyên gelê çolwar binirxînin ji bo avakirina projeyan gavên cidî bi avêjin. Divê der barê jin û zarokan komxebatên perwerdê li darbixin. Divê di mijara wê çawa çareserî ji nexweşiyên sewalan bibînin de agahî bidin cotkaran.”   

 ‘Der barê tedawiya sewalan de em ne xwedî ceribandinin’

Fatîma Ahmed a cotkar destnîşan kir ku li Yemenê beytar nîne û got: “Di mijara tedawiya sewalan de em ne xwedî ceribandinên pêwîstin. Ji ber vê divê otorîteyên kontrolker di mijara beytaran de lêkolîn bikin û li hemû herêmên çolwar ji bo klînîkên beytar bikevin meryetê.”