Li Xezayê kampanyaya bi navê "Tassurati" ya hişyariya penceşêra pêsîrê hat destpêkirin

Rêvebera navenda "Dunia" Nafth Maslamanî got ku navê kampanyayê ji bo sembolîzma bedew a wêneyê jinan di bin hashtag "Tassurati" de derket. Wê xwest ku wêneyê derûnî yê jinan bi riya muayeneyên domdar ku ewlekariya wan ji nexweşî yan enfeksiyona di qonaxên destpêkê de îsbat dike nîşan bide.

REFÎF ÎSLÎM
Xeza- Navenda Pisporî ya Onkolojiya Jinan, di çarçoveya kampanyaya hişyarkirinê ya beriya 6 salan, bi hevkariya 10 welatên Ereb di bin çavdêriya hejmareke mezin ji saziyên xwecihî, bazirganî û perwerdeyê de, ji bo hişyariya ji penceşêra pêsîrê bi navê "Tassurati" dabû destpêkirin. Ev kampanya ji bo ku bigihîje hejmara herî zêde ya jinan û teşwîqkirina wan ji bo lidarxistina muayeneyên demkî yên ku ji destpêka wê ve nexweşî û dermankirina wê hêsan dike hatibû destpêkirin.
Di 1’ê Cotmehê de, Navenda Dunia daxuyaniyek weşand û da diyarkirin ku kampanya li ser astek cîhanî di çarçoveya kampanyaya welatên Ereb de ku ji sala 2016 an ve dest bi kar kiriye, hat cîbicîkirin. Piştî ku ji destpêka wê ve di sala 2011’an de bi awayekî herêmî hat meşandin niha gihîştiye qonaxeke cîhanî.
“Bi hişyariya zû ya xwe bi xwe muyanekirinê penceşêr zû dikare were tesbîtkirin”
Rêvebera navenda "Dunia" Nafth Maslamanî got ku navê kampanyayê ji bo sembolîzma bedew a wêneyê jinan di bin hashtag "Tassurati" de derket. Wê xwest ku wêneyê derûnî yê jinan bi riya muayeneyên domdar ku ewlekariya wê ji nexweşî yan enfeksiyona wê di qonaxên destpêkê de îsbat dike. Beriya ku li bedenê belav bibe, destnîşan bike û amaje kir ku nêzî 2,000 jin tenê ji bankariya Rojava beşdarî kampanyayê bûne, ji bilî jinên ku ji parêzgeh û welatên din beşdar bûne.
Nafth Maslamanî balê dikşîne ku navend xizmetên xwe bi awayekî tam ji jinan re pêşkêş dike, ji hişmendiya wan a zû ya xwe bi muayene bikin, mamografî û muayeneyên rontgenê ango ultrasyonê bigre heya biopsiya ku itîmad dide ser girtina girêkên ji pêsîran da ku ji pêketinê piştrast bin. Wê teqez kir ku tesbîtkirina zû ya nexweşiyê alîkariya serkeftina dermankirinê dike, nemaze dema ku girêyek biçûktir be û nexweşî li deverên berfireh belav nebûne. 
Xwarina nebaş dibin sedema çêbûna nexweşiyên giran”
Her wiha diyar kir ku xalên herî girîng ên ew hewl dide di dema kampanyayê de balê bikşîne ser sîstema xwarina ji jinan re ye ku dibe sedem penceşêra pêsîrê bi wan re çêbibe. Wekî xwarinên amade, goştê konserveyê û xwarinên sorkirî û wiha domand: "Divê ev xwarin bi sebze, fêkî û hevsengkirina sîstema xwarinê werin guhestin. Tê zanîn ku bi giştî kêmkirina rûn û spora hefteyê sê caran ji bo nîv saetê jî pêşî li nexweşiyên girêkan digre.
Her wiha da zanîn ku ampanya jinên di bin çil salî de jî digre nav xwe û her wiha wan teşwîq dike ku hay ji tenduristiya xwe hebin û xwe muayene bikin ger ku guhertinê di xwe de hîs kirin. Jixwe  kampanyayê çalakiyên werzîşê yên wekî meş, bazdan û lîstikên ku ji hemû endamên malbatê re tên pêşniyarkirin girt nav xwe da ku hişmendiya girîngiya jiyana bi tendurist zêde bikin.
Nafth Maslamanî anî ziman ku kampanya ji bo perwerdekirina xwendekarên keç û xort e ku karibin bi malbatên xwe re bibin alîkar û îsbat bikin ku penceşêr nexweşiyek e, dikare wekî her nexweşiyê  were derbaskirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Gelek çalakiyên ku di nav kampanyayê de cih girtine hene. Wekî piştgirîkirina jinan ji bo vekirina projeyên biçûk û alîkariya wan ku bi wêrekî tecrubeyên xwe bi riya medyayê bi pêş bixin û parve bikin. 
Di nav çalakiyan de "otobusa teftîşkirinê ya gerok" hebû ku li hejmareke mezin ji parêzgehan, bi taybetî yên gundewar geriya û muayeneyên bêpere ji 40 jinan re kir. Wê bi bîr xist ku li gundekî, wê jinek dîtiye û wê jê xwestiye ku wê muayen bike, piştî çend hewldanan, ew ketiye odeya muayeneya gerok û di wir de xuya bû ku ew di qonaxên pêşîn ên nexweşiyê de ye û dê dermankirina wê zû dest pê bike.
Ne kampanyaya yekem e 
Tê zanîn ku kampanyaya "Tassurati" ne kampanyaya yekem e ku ji aliyê Navenda "Dunia" ya ji bo penceşêrê tê lidarxistin. Nafth Maslamanî dibêje ku di sala borî de kampanyek bi navê "Ne Tenê Hejmarek" hebû ku armanc ew bû ku ronî bibe ser çîrokên nexweşên penceşêra pêsîrê û her êşa ku dikişandin. 
Di berdewamiyê de destnîşan kir ku yek ji destkeftinên herî diyar ên "Dunia" di dema kariyera wê ya dirêj de, pêşxistina karmend û alavên wê yên muayeneyê bû, ji ber ku vê dawiyê amûrek mamografiya dîjîtal a nûjen hat kirîn û teknolojiyek ji bo vê cîhazê hat destnîşankirin. Li ser asta Filistînê, cara yekem e, teknolojiyek bi lez, hatiye zêdekirin.
Nafth Maslamanî herî dawî got: "Jin bi navenda ku bê îstîsna xizmetên xwe pêşkêşî hemûyan dike, ji bo muayeneyan an jî daxwaza desteka derûnî ku yek ji pêşengiya saziyê ye, têkilî dike her wiha sazî û dezgeh, beriya meha Cotmehê bi navendê re di têkiliyê de ne û li ser kampanyaya ku wê di destpêka her salê de ji bo meha Cotmeha pembe pêk bîne bipirsin. Saziyên bazirganiyê jî logoya kampanyayê li ser berhemên wekî xwarinê çap dikin da ku bigihêjin hemû jinan li malên wan.”
Navendê di salên karê xwe de dikarîbû (38860) xizmetguzariyan pêşkêşî jinan bike, 261 haletên penceşêra pêsîrê bibîne, 12 kampanyayên hişyariyê li dar bixe, 786 kargeh, semîneran li dar bixe û hejmara jinan a serdana navendê gihîşt 18883’yan.